‘Pêwist e jin li derdora Jin Jiyan Azadî bibin xelek’
Jinên kantona Efrîn û Şehbayê biryara darvekirinê ya li dijî çalakvan Werîşe Muradî şermezar kirin, diyar kirin ku ew ê bi felsefeya Jin Jiyan Azadî hemû siyasetên faşîst ên li dijî jinan têk bibin û pêyama “Li derdora Jin Jiyan Azadî bibin xelek" dan.
RAPERÎN BEKIR
Şehba – Endama KJAR’ê Werîşe Muradî di 1’ê Tebaxa 2023’an de ji aliyê Îstixbarata Komara Îslamî ya Îranê ve hat girtin. Ji aliyê Dadgeha Şoreşa Îslamî ya Tehranê ve cezayê darvekirinê lê hat birîn. Pêvajoya darizandina Werîşe Muradî ji destpêka binçavkirinê ve neheq bû. Tevî greva birçîbûnê ya 20 rojan jî destûr nedan ku Werîşe Muradî bi parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne û ji mafê xwe yê dermankirinê jî bê par hat hiştin. Li ser banga KJAR’ê Werîşe Muradî çalakiya xwe ya greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Evînê bi dawî kir. Jinên ji çar aliyê cîhanê dixwazin cezayê darvekirinê ku ji bo Werîşe Muradî hatiye dayîn, bê rakirin.
Jinên Efrînî yên ji ber dagirkeriya dewleta Tirk û komên çete yên girêdayî wî neçar mane koçî Şehbayê bikin têkildarî cezayê darvekirinê yê li Werîşe Muradî û Pexşan Ezîzî hatiye birîn axivîn û gotin ku ev biryar dijminatiya li dijî jinan e, lewra divê tavilê bê rakirin.
Cîgira Desteya Jinan a kantona Efrîn Şehbayê Arîn Bakîr got: "Em hemû dizanin jin tiyê azadiyê ne, bi taybet piştî fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan nas kirin.” Arîn Bakîr got “Berxwedêrên li Îranê kesayetên fermandar in” û wiha pêl da axaftina xwe: “Qetilkirina jina ciwan Jîna Emînî serhildana jinan a li dijî koletiyê û siyasetên desthilata Îranê da destpêkirin. Jin rabûn ser piyan û siyasetên hewil didin wan biçewisînin red kirin. Rastiya jinan li Rojhilatê Kurdistanê piştî serhildanê hat veguherandin. Bi qetilkirina Jîna Emînî re pêvajoyeke nû di cihê jinan di hundirê civakê de çêbû.”
‘Em ê li ser xeta berxwedêrên jin bimeşin’
Arîn Bakîr got cezayên darvekirinê yê li jinên têkoşer hatiye birîn hemu jinan hedef digire û wiha domand: “Em biryara li dijî çalakvana hiqûqî Werîşe Muradî red dikin. Ev ceza hemû jinan hedef digre û em bi ti awayî qebûl nakin. Armanca vê biryarê bêdengkirina jinan û têkbirina îradeya wan e. Her wiha hewildaneke qirkirina jina azad e. Em soz didin em ê li ser xeta hemû berxwedêrên jin bimeşin. Şoreşa me ya Jin Jiyan Azadî, xwe dispêre redkirina zihniyeta baviksalarî û em ê li ser şopa Werîşe Muradî bin."
Endama Yekîtiya Jinên Ciwan Nîşam Hemo jî got: "Weke em dizanin bi hatina roja têkoşîna li hember tundiya li dijî jinan tundiya li dijî jinan zêde dibe bi taybet li Sûriyê. Rewşên binpêkirinên li dijî jinan li herêmên dagirkirî gelekî zêde dibin. Çalakvanên jin û rojnamevan tên girtin. Dewleta Tirk a dagirker jî li herêmên me li pey jinên fermandar e û wan dike hedefa xwe. Her wiha li Bakurê Kurdistanê jî îradeya jina azad bi riya rojnamevan Gilîstan Tara û Hêro Behadîn hat hedefgirtin. Yek ji girîngtirîn armancên aqilê mêr dewletê ew e ku dengê rastiyê ji jinan re qut bike. Qetilkirina jinan tê wateya qetilkirina dengê rastiyê û çewisandina wê."
‘Cezayê darvekirinê tirsa li hemberî îradeya jinan nîşan dide’
Nîşam Hemo têkildarî têkoşîna jinan a li Îranê ev yek got: "Jinên Îranê li dijî zihniyeta baviksalar têdikoşin. Qirkirina jinan di kolanan de tê wateya neqebûlkirina wan a sîstema li dijî mafên wan e. Çalakvan Werîşe Muradî roleke mezin di nav şoreşa jinan a di bin dirûşmeya Jin Jiyan Azadî de girtiye. Werîşe yek ji jinên hêza xwe ji felsefeya Jin Jiyan Azadî girtiye. Heta roja me ya îro hêzên Îranê hovanetirîn cezayan li dijî wê dibirin mîna cezayê darvekirinê. Em biryara li dijî Werîşe Muradî derketiye red dikin û divê hêzên Îranê ji biryara xwe vegerin. Mafê Werîşe Muradî ye parastina xwe bike û mafên xwe bixwaze. Derxistina biryarên darvekirinan li dijî jinan îsbat dike çiqas desthilata Îranê lawaz e û ji hêza jinan û îradeya wê ditirse."
‘Divê jin li derdora Jin Jiyan Azadî bibin xelek’
Nîşam Hemo di dawiya axaftina xwe ev pêyam da: "Dirûşmeya Jin Jiyan Azadî û vê dirûşmê berzkirina jinan ne ji valatiyê hatiye. Ew sembola birdozî û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan e. Ew e yê ev felsefe da me ji bo ku em ji bo azadiya xwe li ber xwe bidin. Divê hemû jin xwe li dor Jin Jiyan Azadî bikin xelek û li dijî birayar darvekirina Werîşe Muradî bisekinin."
‘Felsefeya jinan dê biser bikeve’
Hevseroka Partiya Sûriya Pêşerojê Xalîde Ebdo bal kişand siyasetên netew dewletan yê li hemberî jinan û got: "Herdem jin li hember hemû cureyên tundiyê dimîne bi taybet di krîz û şeran de. Ev tundî ji aliyê siyasetên sîstemên desthilatdar ve pêk tên. Jin xwedî îradeyeke xurt in û dewletên desthilatdar dixwazin rola wan di civakê de bişkînin. Werîşe Muradî jî li hember hemû cure çewisandin û desthilatdariya faşîzma Îranê sekinî. Felsefeya jinan dê biser bikeve û kes nikare îradeya jina azad têk bibe. Ji Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bigre heta bi Rojhilatê Kurdistanê û felsefeya Jin Jiyan Azadî dê li her derê belav bibe."