‘Divê jin di berxwedanê de bi biryar bin’

Azîma Denîz anî ziman ku bi felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ yekem car rêberekî ango Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nirx daye jinan û anî ziman ku divê jin bi vê zanebûnê di berxwedanê de bi biryar bin.

SÎLVA AL-ÎBRAHÎM

Minbic – Rêvebera Meclîsên Sivîl ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Azîma Denîz bal kişand ser hevkariya dewleta Tirk û PDK'ê û polîtîkayên şerê taybet, planên dagirkeriyê û êrîşên li ser jinên pêşeng nirxand.

Azîma Denîz da xuyakirin ku hêzên serdest bedena jinê ji dîrokê heta niha weke amûrek bi kar anîne û wiha got: “Bi pêşketina pergala kastê re (pergala kastê dikare weke cureyek qatbûna civakî ya li ser esasê bingehê. cudahiyên çînî û bandorê li gelek qadên jiyanê dike), jin ji cewherê xwe hat derxistin û rastî cudakariya zayendî hat. Ev rêbazên li dijî jinan ji aliyê welatên serdest ve heta roja îro tên berdewamkirin.”

Êrişên li ser jinan

Azîma Denîz bal kişand ser nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a derbarê jinan de û got: “Rêber Ocalan dibêje ku dema welatekê dixwaze rojeva xwe pêk bîne xeleka herî bihêz a civakê ango xeleka ku jiyana civakî bipêş dixe hedef digire. Her wiha balê dikşîne ser ku azadiya civakê bi azadiya jinan pêkan e.  Polîtîkayên dagirkeriyê yê dewleta Tirk tenê bi Sûriyeyê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve sînordar nîne, çar parçeyê Kurdistanê hedef digire. Îro Îran jî bi dewleta Tirk re heman polîtîkayê dimeşîne. Lewra divê jin hay ji polîtîkayên şerê taybet ên pergala mêr serwer hebin. Dibe ku hay jê bûn li gor kesan biguhere. Jiyana bi rûmet ne bi biyolojiya kesî ve, bi welat, dîrok, çand û nirxên wê yê exlaqî û ji van bêpar mayîna kesan ve tê pîvandin.”

‘Bi Jin Jiyan Azadî jin xwe birêxistin dikin’

Azîma Denîz anî ziman ku pergalên serwer naxwazin jin azad bin û di civakê de bipêş ve biçin û wiha domand: “Pergalên serwer ji bo jin ji dîroka xwe û çanda xwe dûr bikevin hewl didin şêwe bidin.  Jina ku haya wê ji vê heye berdela wê çi dibe bila be nayê lîstoka pergalê. Di dîrokê de yekem rêberê ku nirx dide jinê û dixwaze felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ jiyanî bibe Abdullah Ocalan e. Jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ xwe birêxistin dikin û bi têkoşîna xwe şopên xwe dihêlin. Pergalên serwer ên li dijî felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ derdikevin bi êrişên xwe naxwazin ev felsefe bi jiyanî bibe.”

‘Divê jin hay ji dîroka xwe bin’

Azîma Denîz anî ziman ku jin li dijî êrişên dewleta Tirk li ber xwe didin û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Divê jin di berxwedanê de bi biryar bin û metabûnê qebûl nekin. Divê jin li dijî her cûre dagirkeriyê rawestin û têkoşîna xwe bidomînin. Ev jî bi zanatiyê gengaz e. Divê jin feraseta mêr serweriyê baş nas bikin û hay ji rastiya dîroka xwe hebin.”