‘Divê jin bi nivîsê birînên xwe der bikin’

Jin di aliyê rojnamevanî û nivîsandina pirtûkan de pêşketî ne lê astengî li pêşiya jinan heye, li cîhanê tenê ji sedî 27 rêveberiyên desteyên nivîsê jin in.

 ŞIYA KOYE

Koye – Aqilê kevneperest ê mêr ku dijî jinan e, her dem hewl daye jinan bêhêz bike û wan ji xebatê dûr bixe. Dema jin dest bi karekî dikin û di qadeke cuda de cih digrin, rastî astengiyan tên. Qada rojnamegeriyê jî bi heman awayî ye. Her çendî niha di asta cîhanê û Kurdistanê de jinên rojnamevan bi wêrekî kar dikin û hejmara wan zêde ye jî lê belê weke her qadê ji ber astengiyan jin nikarin bigihîjin astên bilind û rêveberiyê. Mînak li cîhanê tenê ji sedî 27 rêveberiyên desteyên nivîsê jin in. Di demeke de ku tevî ji sedî 40 rojnamevan jin in ev yek nîşan dide ku jin kêmtir digihîjin astên rêveberiyê.

Têkildarî pirsa hebûna jinan çima di nivîsîn û rojnamevaniyê de girîng e nivîskar Kusret Ehmed Bêkes ji ajansa me re axivî.

‘Di rojnamegeriya Kurdî û di warê nivîsandinê de jinên me yên bi hêz hene’

Kusret Ehmed Bêkes têkildarî karê rojnamegerî û nivîsên Kurdî ji aliyê jinan ve wiha got: “Niha li gorî berê, em dibînin di qada rojnamegeriya Kurdî û nivîsê de gelek jinên bi hêz hene. Her çendî tê gotin teknolojî bi pêş dikeve û weke berê xelk girîngî nade xwendinê jî pêşketin heye. Berevajî vê xwendina rojname û pirtûkên dîjîtal ji aliyê ciwanan ve zêde bûye. Niha kovar, rojname û pirtûk tên derxistin. Di hemû qadan de, jin hene û ev jî cihê kêfxweşiyê ye. Em ê di demek nêz de kovarek derbixin ku taybet ji bo jinan e û nivîskarên wê dê hemû jin bin. Armanca me ew e ku em asta nivîsandina jinan derbixin holê. Hêza jinên Kurd di nivîsandinê de cihê kêfxweşiyê ye.”

Kusret Ehmed têkildarî cudahiya nivîsên jin û mêran wiha got: “Ez nabêjim cudahî heye, ji ber ku nivîs mijareke mirovî ye nabe bibêjim wêjeya jinê yan wêjeya mêr. Lê belê dema jinek dinivîsîne, tiştên di dilê xwe de derdike hem jî yên jinên din. Ez nabêjim nivîsa mêran ne bi bandor e lê belê bandora nivîsên jinan zêdetir e. Ji ber ku jin dizanin birînên wan li ku derê ne. Êşa kîjan birînê zêdetir e û çawa tê çareserkirin.”

Kusret Ehmed di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Ez gelek kêfxweş im ku hûn wek ajanseke taybet a jinan dixebitin û behsa pirsgirêkên jinan û pêşektinên wan dikin û nîşan didin. Ev jî cihê kêfxweşiyê ye.”

‘Divê jin binivîsînin’

Mamoste Kurdistan Newroz da zanîn ku divê rojname û kovar werin zindîkirin û got: “Rast e niha xwendina pirtûk û rojnameyan kêm e lê belê yên bixwazin dikarin bixwînin. Divê rojname û kovar ji aliyê ciwanan ve bên zindîkirin. Gelek nivîskarên jin hene lê belê ne di asta em dixwazin de ne. Ez di wê hêviyê de me ku jinên dinivîsînin dikarin nivîsên xwe pêşkêşî jinên ciwan bikin.”