‘Divê ji Rojava heya Rojhilat jin li dijî hişmendiya mêr têbikoşin’
Mamoste Ahîn Ehmed a ji Hesekê balkişand polîtîkayên zextê yên li ser jinên li Îran, Efganistan û Sûriyê ku di bin navê olê de tê kirin û diyar kir ku divê jin li dijî hişmendiya mêr bibin yek.
AVZEM VIYAN
Hesekê- Bandora serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” ku piştî Jina Emînî a di 16’ê Îlona 2022’an de li Tehranê ji aliyê ‘polîsên exlaq’ ve bi îşkenceyê hat qetilkirin destpêkir didome.
Mamosteya Dibistana Amedeyî Hemîd Mehfûz a navçeya Salihiye ya bajarê Hesekê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ahîn Ehmed, bandora serhildana ku li Rojhilatê Kurdistanê destpê kir û li cîhanê belav bû nirxand.
Ahîn ehmed di destpêka axaftina xwe de balkişand Şoreşa Rojava ku bi pêşengtiya jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê destpêkir û diyar kir ku jin hemû mafê xwe yên rewa bikaranîne. Ahîn Ehmed destnîşan kir ku divê serkeftiyên ku hatine bidest xistin werin parastin û got ku li ser vê bingehê şagirtan perwerde dikin.
‘Ev şoreş biryara min ji bo jiyanek azad û wekhev hîn xurtir kir’
Ahîn Ehmed got ku serhildana li Îranê destpêkir encamên zextên li ser jinan bû û diyar kir ku Komara Îslam a Îranê li dijî jinan bi salane her cure zextan dide meşandin. Ahîn Ehmed anî ziman ku şoreşa jinan a li Îran û Rojhilatê Kurdistanê li dijî zilmê hat destpêkirin, coşeke mezin di nava jinan de çêkir û wiha pê de çû: “Dema ku min nûçeya qetilkirina Jîna bihîst, min hîs kir ku dê şoreşek çêbibe. Divê em wek jinên Kurd tu carî devjêbernedin û divê li dijî polîtîkayên ku hişmendiya mêr xwe ferz dike tekoşîna xwe berdewam bikin. Serhildana li Rojhilatê Kurdistan û Îranê jinên li cîhanê jî xist nav kelecanekê. Ev şoreş biryara min a ji bo jiyanek azad, wekhev hîn xurtir kir.”
‘Divê em yekîtiya xwe ji cîhanê re nîşan bidin’
Ahîn Ehmed diyar kir ku zilma Talîban li Efganistanê û rejîma Îranê li ser jinan ferz dike îro li Sûriyeyê bi rêya HTŞ’ê tê jiyîn û wiha got: “Em şahid in ku zilma li ser jinên li Efganistan û Îranê li Sûriyeyê jî tê jiyîn. Lê jin rengê jiyanê ye û dikarin di her qada jiyanê de pêşengtî bikin. Îro em dibînin ku li Rojava jin di çeperan de şer dikin. Ger em jin xwe rêxistin bikin tu hêz nikare me tune bike. Em wek jinên Rojava jinên Rojhilat silav dikin û em piştgiriya wan dikin. Divê em li dijî hişmendiya mêr dengê xwe derxînin, yekbûna xwe ji hemû cîhanê re nîşan bidin.”