‘Divê ji bo zarokên li Helebê kevir li ser kevir nemîne’
Li Helebê sûcên li dijî mirovahiyê tên kirin. Ji Tora Mafên Zarokan a Amedê Gulîzar Ayyildiz, bal kişand ser tiştên jin û zarok dijîn, bi van gotinan bang kir: "Korîdora mirovî kêm dimîne, divê demil dest êrîş ben rawestandin.”
Amed- Êrîşên çeteyên girêdayî rêveberiya demkî ya Sûriyeyê yên li dijî taxên Eşrefiyê, Şêx Meqsûd û Benî Zad ên li Helebê ku piraniya wan Kurd û Suryanî lê dijîn, bûn sedema qeyraneke mezin a mirovî. Li van hersê taxan sivîl hatin qetilkirin û bi taybetî tiştên ku zarok û jinan kişand, sûcên şer ên HTŞ’ê careke din raxist ber çavan.
Li gorî daxuyaniya Heyva Sor, ji taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê herî kêm 110 birîndar hatine derxistin û wan birine Dêr Hafirê lê ji birîndaran 2 kesan jiyana xwe ji dest dan. Nêzî 700 sivîlên ji cih û warên xwe bûn jî di bin çavdêriya Heyva Sor de ne.
Rêxistinên jin û zarokan ên li Kurdistanê, bertekên xwe yên li hember êrîşên ku ji 6’ê Çileyê û vir ve berdewam dikin, tînin ziman.
Tora Mafên Zarokan a Amedê bi gotinên; "Zarokên ku li Helebê barê şerê hildigrin, ji nû ve hatin hedefgirtin” bang li raya giştî kir ku li hemberî bûyerên li herêmê hestiyar bin. Torê, di daxuyaniya xwe de diyar kir ku êrîşên li dijî sê taxan zarokan di siya şer de hiştiye.
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku di serî de Peymana Mafên Zarokan hemû metnên navneteweyî, bi awayekî taybet parastina zarokan a di hawirdora şer de ferz dike.
'Tiştên ku zarok dijîn pir xirab in’

Yek ji aktîvîstên Tora Mafên Zarokan a Amedê Gulîzar Ayyildiz, da zanîn ku êrîşên li dijî Kurdan a li herêmê ne tiştekî nû ye û diyar kir ku êrîş tenê ji ber danûstandinên aştiyê yên li Tirkiyeyê kêm bûne.
Gulîzar Ayyildiz, bal kişand ser xeterên ku bi taybetî jin û zarok bi wan re rûbirû dimînin û wiha got: "Me şahidiya tiştên ku mirovên ji bo têkbirina pergala demografîk a li wir neçar hatin hiştin ku ji malên xwe koç bikin, kir. Em dizanin ku ev koçberî dibe sedema çi.”
'Tiştê ku li Helebê tên jiyîn qirkirin e’
Gulîzar Ayyildiz, diyar kir ku li Helebê li dijî Kurdên Helebê qirkirin tê kirin û wiha axivî: "Divê em zêdetir realîst tevbigerin û ez dixwazim daxuyanî bi bandortir bin. Ez difikirim ku divê ji bo jin û zarokan bêyî rawestan gavên cidîtir ku civaka navneteweyî bixe nava tevgerê bên avêtin.”
'Divê li ser rêveberiya Şara zext bê kirin’
Gulîzar Ayyildiz bi gotinên; "Jiyana zarok û jinan mijara gotinê ye divê ne korîdorek mirovî ji bo demildest rawestandina êrîşan li ser Tirkiye û rêveberiya Şara zexteke cidî bê kirin” bêdengiya raya giştî rexne kir û got: "Dema ku li Rojhilata Navîn mijar dibe Kurd, nêzikatî heman e, helwesteke ker û lal tê nîşandan."
Gulîzar Ayyildiz, axaftina xwe wiha domand: "Ev ne tenê di aliyê raya giştî ya Tirkiyeyê de, di aliyê hinek Kurdên ku li vî welatî dijîn de jî wiha ye. Bêguman jin jin e, gel gel e, zarok zarok e lê gava ku nasnameya me ya etnîkî li vê yekê zêde dibe, em heman hestyariyê nabînin. Ne tenê civaka Tirkiyeyê, heta beşeke civaka Kurd a li vir jî nîşan nade. Bêguman sedemên sosyolojîk û pir kûr ên vê yekê hene. Pêvajoyên asîmîlasyon, guhertin û veguherînê yan jî fikar hene."
'Divê em deynê xwe ya mirovahî bidin jinên Rojava'
Gulîzar Ayyildiz, destnîşan kir di salên ku DAIŞ’ê bi taybetî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo hemû gelên cîhanê gef bû de, jinên Rojavayî li dijî çeteyên DAIŞ'ê şer kirin û serkeftin bi dest xistin. Gulîzar Ayyildiz, wiha got: "Me hemûyan şahidiya vê serkeftinê kir. Jinên ku li dijî DAIŞ'ê şer kirin, ji bo me hemûyan bûn hêza rizgarker. Raya giştî ya cîhanê jî vê yekê qebûl kir. Divê em jî bi rawestandina van êrîşan, deynê xwe yê mirovî bidin wan."
'Divê Neteweyên Yekbûyî li dijî komkujiyan bikeve nava tevgerê’

Aktîvîsta mafên zarokan û pispora pêşveçûna zarokan Aynur Ozbay jî diyar kir ku divê bi taybetî Neteweyên Yekbûyî (NY) li dijî van komkujiyan bikeve nava tevgerê. Aynur Ozbay bi gotinên; "Em dixwazin komkujiya li dijî jin û zarokên Kurdistanî rawestînin”, da zanîn ku div ê dema li aliyekî li Tirkiyeyê pêvajoya aştiyê tê axaftin, li aliyê din qetilkirina Kurdan nayê qebûlkirin.”
Aynur Ozbay, axaftina xwe wiha domand: "Di demeke ku ji bo Kurdan pêvajoya aştî û azadiyê tê nîqaşkirin de, em fikirîn ku em dikarin bi çand û zimanê xwe bijîn. Lê belê nûçeyên qetilkirina Kurdan tên. Em vê yekê qebûl nakin. Divê NY li dijî sûcên li ser mirovahiyê bikeve nava tevgerê. Hemû kes bêdeng in lê divê ji bo zarokên li wir kevir li ser kevir nemîne.”