‘Divê hemû jin ji bo azadiya Werîşe Mûradî rabin ser piyan’

Jinên Êzidî bertek nîşanî biryara darvekirinê ya Îranê li Werîşe Mûradî biriye dan û bang li hemû jinan kirin ku ji bo azadiya Werîşe Mûradî rabin ser piyan.

NÛJÎN ÊZÎDÎ

Şengal-Rejîma Îranê bi tometa ‘endamtiya rêxistina çekdarî ya li dijî Îranê’ cezayê darvekirinê li girtiya siyasî ya Kurd û endama Komeleya Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Werîşe Mûradî birî.

Piştî biryara gelek sazî û dezgehên jinan bertek nîşanî biryara darvekirinê ya Îranê dan û banga xwedîderketin û bilindkirina têkoşînê li jinan kirin.

Der barê biryara darvekirinê de jinên Êzidî, Îranê şermezar kirin û xwestin demildest Îran biryara xwe paşve bigre.

‘Encax jin bi jinan re alîkar bibe’

Endama Meclisa Xweser a Sinûnê Delal Revo destpêka axaftina xwe de biryara darvekirinê ya li ser Werîşe Mûradî ku ji bo azadî, mafên jinan û civakê têdikoşe, şermezar kir û wiha got: “Îran li ser hemû jinên ku ji bo azadiyê têdikoşin, behsa mafên mirovan dikin, heqê jinan biparêzin, biryara darvekirinê dide. Li tu derê cîhanê mêr tiştên ku jin dibînin û rastî tên nabînin lê bes jin êşa hev hîs dikin û dibînin. Li her derê jin axa xwe diparêzin, ji bo mafên xwe têdikoşin û li dijî bindestiyê têdikoşin. Em jî weke jinên Êzidî di fermanê de derbas bûn û êşa ku jin dizanin. Em dizanin jin bi jinê re alîkar nebe kesek alîkariya jinê nake. Em bang li hemû jinan dikin ku li dijî biryara îdamê ya li Werîşe Mûradî hatiye birîn rabin ser piyan û azadiya wê bixwazin.”

‘Mêr naxwazin jin bi pêş bikevin’

Endama Yekitiya Ciwanên Êzidxanê Vejîn Argeş destnîşan kir ku dewleta Îranê gelek jinên têkoşer bi darvekirinê qetil kiriye û ev tişt anî ziman: “Bangawaziya min ji hemû jinan re ev e: Vê biryara îdamê qebûl nekin. Êşa jinan hemû yek e û ger jin xwe bi xwe xilas nekin tu kes nikare wan xelas bike. Encax jin dikarin jinan xelas bikin. Ji aliyê din ve ne tenê li Îranê li her derê jinên ku ji bo azadiyê têdikoşin çi ji hêla malbatê ve, çi ji hêla dewletê ve rastî zextan tên. Mêr naxwazin bi tu awayî jin bi pêş bikevin. Em bang li hemû jinên cîhanê dikin ku vê biryara îdamê ya li ser Werîşe qebûl nekin.”

‘Jinên Êzidî niha pêşengên civak û şoreşê ne’

Di heman mijarê de rojnameger Bêrîvan Çiya jî ev nirxandin kir: “Em jî weke rojnamegerên jin ên Şengalê biryara Îranê şermezar dikin. Ne tenê li Îranê li tu deverê dewlet-mêr bi biryarên îdam û hwd. nikarin bigihîjin armanca xwe û nagihîjin jî. Ji ber îro jin rabûne ser xwe, li ber xwe didin û keda wan di her warê jiyanê de heye. Em dibînin li ku derê jin dema ji bo azadiya xwe yan jî ji bo azadiya civaka xwe rabin ser piyan an rastî zextên malbatê tên an jî rastî zext û êrişên mêr-dewlet tên. Ji ber vê yekê em bang li hemû jinên cîhanê dikin û dibêjin bila rabin ser piyan û biryara darvekirinê ya li Werîşe Mûradî hatiye birîn qebûl nekin. Ne tenê li Werîşe li ser tu jinekê qebûl nekin. Dema jin bixwazin ji bo xwe tiştek bikin her dem an ji aliyê malbatê ve yan jî ji aliyê dewletê ve tên tepisandin. Mînak jinên Êzidî beriya 10 salan nikaribûn ji bo xwe tu tiştek bikin lê niha pêşengên civaka xwe ne, pêşengên şoreşê ne. Êdî jin ne jinên berê ne, êdî zana ne. Dewlet û mêr êdî çiqas êrîş û zextan bike jî nikare serî bi jinan bide tewandin.”

Hêjayî bibîrxistinê ye ku girtiya siyasî Werîşe Mûradî di 1’ê Tebaxa 2023’yan de li nêzî bajarê Sineyê ji aliyê pasdarên rejîma Îranê ve hat binçavkirin. Piştî lêpirsîna 5 mehan a li navenda Îtlaetê (Îstixbarata Îranê) wê birin Girtîgeha Evînê ya Tehranê.