‘Divê hemû daxwaz û têkoşîn ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo be’

Berdevka Komîteya Dîplomasiya TAJÊ Sûham Şingalî li ser komploya 9’ê Cotmehê axivî û bang li hemû civakên azadîxwaz bi taybetî civaka Êzidî kir ku hemû daxwaz û têkoşîn ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan be.

HÊVÎDAR ŞENGALÎ

Şengal Komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 9’ê Cotmeha 1998’an de dest pê kir. Di encama zextên dewletên navneteweyî de ku pêşengtiya wê Amerîka dikir, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Sûriyeyê derket û ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd berê xwe da Ewropayê. Lê ji bo neçareserkirina pirsgirêka kurd û tunekirina têkoşîna gelê Kurd ku bi pêşengtiya tevgera azadiya Kurdistanê bilind bibû, ji aliyê hêzên navneteweyî ve komployeke bi vî rengî hat plankirin.

Pêvajoya komploya navneteweyî ku di 9’ê Cotmeha 1998’an de dest pê kir, di 15’ê Sibata 1999’an bi dîlgirtin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berdewam kir. Ji wê rojê heta niha ev 25 sal in Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di bin şert û mercên giran a tecrîdê de li Îmraliyê tê ragirtin û zêdetirî 4 sal in jî daxwaza hevdîtina parêzer û malbatan tên astengkirin û bi tu awayî agahî jê nayê girtin.

Di heman demê de 9’ê Cotmeha 2019’an roja dagirkirina Girê Spî-Serêkanî ya ji aliyê dewleta tirk ve û 9’ê Cotmeha 2020’î jî ji aliyê PDK-dewleta tirk-Iraqê ve roja îmzekirina Peymana Şengalê ye. Bi boneya salvegera 26’emîn salvegera komploya 9’ê Cotmehê endama Komîteya Dîplomasî ya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Sûham Şingalî ji ajansa me re axivî.

‘Hêzên komploger ji fikrên Rêber Apo tirsiyan’

Endama Dîplomasiyê Sûham Şengalî di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser kompolya 9’ê Cotmehê û hemû hêzên navneteweyî ku di nav komployê de cihê xwe girtin şermezar kir û ev tişt vegot: “Di serî de em vê komplo ya bêbext ku li dijî Rêber Apo pêk hat şermezar dikin. Bêgûman dijmin, hêzên desthilatdar bi pêkanîna komployeke bi vî rengî dixwestin fikir û felsefeya Rêber Apo û tevgera azadiyê bê tesîr bikin. Gelek şoreş li ser vê axê hatine kirin û her dema rêberê van şoreşan dihatin tunekirin û bi wan re jî têkoşîna azadiyê jî dihat tunekirin. Rêber Apo bi derketina xwe careke din ji bo gelê Kurd bû çirûskek û dijmin dîsa ji bo heman tişt bike Rêber Apo hedef girt.”

Sûham Şingalî destnîşan kir ku gelê kurd ji bo bi temamî ji holê rakirina komployê heta roja me ya îro li ber xwe dide û ev tişt anî ziman: “Dibe ku Rêber Apo destpêkê ji bo azadiya gelê kurd dest bi vê tekoşînê kiribe. Lê belê hêzên desthilatdar dît ku Rêber Apo ne tenê ji bo civaka Kurd ji bo hemû gelên bindest dibe hêviyek azadiyê ye û li pêşiya projeyê wan ê desthilatdariyê dibe asteng, ji bo komployê planan amade kirin. Dema ku em li dîrokê dinêrin em dibînin ku ev hêz ji fikrê Rêber Apo tirsiyane, ji ber vê yekê komployeke bi vî rengî dane destpêkirin. Bi taybet gelê kurd heta ji bo ev komplo bi temamî vala were derxistin li ber xwe da û li dor Rêber Apo bûn xelek.”

Bi komployê negihiştin armancê xwe’

Sûham Şingalî da zanîn ku komploya 9’ê Cotmehê tu carî nagihêje armanca xwe û ev nirxandin kir: “Em dibînin ku dijmin heta niha di hesab û planên xwe ya komployê de negihiştiye armancê xwe. Ji aliyê din ve ji bo dijmin negihêje armanca xwe bi dirûşma ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ bi sedan kes bedena xwe dan ber agir û li dor Rêber Apo bûn xelekek ji agir. Dema dijmin dît ku bi vî rêbazî nagihêje armanca xwe vê carê bi rê û rêbazên cuda komployê berdewam kir. Hêzên komploger ji bo serxistina komployê roja 9’ê Cotmeha 2020’î de vê carê ji bo Şengalê komployek plan kirin. Her wisa em di heman dîrokê de dewleta tirk bi desteka hêzên navneteweyî Girê Spî û Serêkaniyê jî dagir kir û heta niha jî di bin dagirkeriyê de ne. Hêzên navneteweyî vê carê dixwestin heman komployê bînin serê civaka êzidî ku piştî fermana 3’yê Tebaxa 2014’an xwe li ser fikir û felsefeya Rêber Apo ji nû ve ava kir, pêk bînin. Lê belê civak zû ket wê ferqê ku ev komplo jî girêdayî komploya li dijî Rêber Apo ye. Û her wiha ji bo vala derxistina komployê zanîn ka divê çi were kirin.  Civaka Êzidî roj bi roj ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têkoşîna xwe mezintir dike. Ji ber vê yekê hêzên komploger nedikarîn û nikarin di armanca xwe ya Şengalê de bi ser bikevin.”

Xeteriya li ser Başurê Kurdistanê

Ji aliyê din ve dê 18’ê Cotmehê de li gelemperiya Iraq û başûrê Kurdistanê hilbijartina parlamentoyê pêk were. PDK ji bo di vê hilbijartinê de careke din bi ser bikeve serî li hemû dek û dolaban dide.

Sûham Şingalî di axaftina xwe de bal kişand ser hilbijartina parlamentoyê û ragihand ku ger di hilbijartinê de PDK bi ser bikeve dê ji bo civakan bibe metirsiyeke mezin û wiha pêde çû: “Em dibînin niha axa Başûr di bin destê dagirkeriya dewleta tirk de ye û ev dagirkerî bi destekdayîna PDK’ê tê meşandin. Siyaseteke pir qirêj li Başûr tê meşandin. Di 18’ê cotmehê de dê hilbijartinên parlamentoya Başûr were lidarxistin. Bi rastî çi ji destê PDK’ê hat kir da ku ev hilbijartin neyên kirin. Di vê hilbijartinê de ji bo ku desthilatdariya PDK’ê û xiyaneta wê li ser van axan ji holê rabe divê milet xwedî helwest be. Ger PDK bi listokên xwe di hilbijartinê de biserbikeve dê Başûrê Kurdistan di bin xeteriyê de be. Bi temamî derbasbûyîna hêzek wek Tirkiyeyê ya li ser xaka başûrê Kurdistanê dê bi xwe re qetlîamên mezin bîne. Ji bo careke din qetilam nayê ser civakan divê helwesta herî mezin li hemberî PDK’ê û xiyaneta wê raber bikin.”

‘Em çiqas têkoşînê mezin bikin em ê ewqas nêzî Rêber Apo bin’

Sûham Şingalî anî ziman ku heta azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê têkoşîna xwe dewam bikin û bi van hevokan dawî li axaftina xwe anî: “Di heman demê de ji bo azadiya Rêber Apo di asta cîhanî de têkoşînek tê meşandin. Ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di serî de jin û ciwan divê her kes di nav berxwedaneke bêhempa de bin. Heta pêkanîna azadiya fîzîkî Rêber Apo dê ev têkoşîn bidome. Em çiqasî berxwedana xwe mezin bikin dê em ê hîn bêtir nêzî Rêber Apo bibin. Ji bo vê ger em dixwazin şerê heyî rawestin û aştî çê bibe, divê hemû civak bi taybetî civaka Êzidî têkoşînê mezin bikin. Divê hemû daxwaz û têkoşîna me ji bo azadiya Rêber Apo be.”