‘Divê Fermana 74’an wek jenosîd bê nasîn’

Çalakvan û şêwirmenda siyasî Munîre Ebûbekir a têkildarî Fermanê axivî got ku “Jinên Êzidî niha pêşengên şoreşa pêşerojê ne û bi ‘Jin, Jiyan, Azadî’ dikarin di civakê de guherînê çêkin.” Munîre Ebûbekir got divê ferman weke jenosîd bê nasîn.

HÊLÎN EHMED

Silêmanî – Beriya 11 salan, di 3’yê Tebaxa 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê piştî dagirkirina Mûsilê, êrîşî Şengalê kirin. Di encamê de nêzî nêzî bi hezaran kes hatin qetilkirin, 6 hezar û 420 kesên ku bi piranî jin bûn, hatin revandin. Piştre bi hewildanên hêzên parastina cewherî yên Şengalê, hezar û 300 jê jin nêzî 3 hezar û 600 kes hatin rizgarkirin. Heta niha aqûbeta 2 hezar û 535 kesan jî nayê zanîn.

Çalakvan, lêkolîner û şêwirmenda siyasî Munîre Ebûbekir, di aliyê jinên Êzidî de rewşa berê û ya niha wiha dan ber hev.

Munîre behsa rewşa jinên Êzidî û rêxistinbûna wan a niha kir û wiha got: “Berê jî pêşengtî û rêveberî dikirin, lê rêjeya wan ne di asta niha de bû. Îro jinên Êzidî xwedî rêxistin in û rêxistin û partiyên wan ên taybet hene. Hêza wan a leşkerî heye û xwe birêxistin dikin. Perwerdeya leşkerî û siyasî dibînin. Wek şervan têdikoşîn. Niha jinên Êzidî bi felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ pêşengtiyê ji şoreşa pêşerojê re dikin. Di pêşerojê de civaka Êzidî wê bikaribe di hemû aliyan de guherînê çêke. Berpirsyartî li ser milê jinên Êzidî ye. Ev ne tenê şoreşek civakî ye, di heman demê de şoreşa ronakbîrî û azadiyê ye jî. Niha ber bi azadiyê ve diçin. Jin û mêr di rewşa xwe rêxistinkirinê de ne. Her wiha hewl didin felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ jiyanî bikin.”

‘Saziyên xwe yên têkoşînê ava kirin’

Munîre Ebûbekir, bal kişand şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li Rojhilatê Kurdistanê û wiha got: “Jinên her çar aliyê Kurdistanê di heman demê de ji vê felesefeyê bi bandor bûn. Têkoşîna jinan tu caran kêm nebû, xwe hem di qada leşkerî û hem jî di qada siyasî de birêxistin kirin, heta saziyên xwe yên parastina cewherî ava kirin. Niha jinên li her çar aliyên Kurdistanê, bi hev re têdikoşin û hewl didin Kongreya Netewî ya jinên Kurd li dar bixin. Niha li Rojava pêşengtiya şoreşa jinê dikin.”

‘Divê fermana 74’an wek jenosîd bê nasîn’

Munîre bal kişand ser trajediya ku civaka Êzidî jiyaye û wiha got: “Civaka Êzidî rastî komkujiyek mezin hat, lê bi berxwedanek mezin bersiva komkujiyê da. Tevî berxwedana mezin a jinan, gelê herêmê di şert û mercên zehmet de derbas bû. Ya ku bi serê Şengalê ve hat, felaketek dîrokî bû. Li ser asta navnetewî û herêmê de hinek rewşenbîr û siyasetmedar û welatiyan bersîva vê trajediyê dan û daxuyaniyê cûda dan. Lê belê hewldanên me yên nasîna jenosîdê kêm man û hem jî di asta tê xwestin de ne bi bandor bû. Divê civaka navnetewî hê zêdetir balê bikşînin ser dozên Êzidiyan û divê tiştên hatin jiyîn wek sûcê li dijî mirovatiyê û jenosîd bê nasîn. Divê piştgiriya madî û manewî bikin. Divê sûcdar çi li ser asta ferdî be, çi li ser asta navnetewî be werin darizandin û cezakirin. Heta niha yên kiryarên ku plansaziya DAIŞ’ê ya komkujiyê kirine, hesab nedane. Heta niha ne herêmên Êzidiyan hatin avakirin ne jî piştgirî kirine. Komkujî bi awayek zagonî nehat binavkirin. Divê hemû dewlet ji bo tiştên hatî jiyîn wek jenosîde were nasîn yekdeng bin. Hemû tiştên qewimîn di peymanên navnetewî de sûc e. Divê li dadgeha Laheyê doz jê re were vekirin. Sûcdar bên cezakirin, civaka navnetewî û aktorên herêmê ji bo piştgiriya madî û manewî ya civaka Êzidî gav biavêjin. Ev ne tenê ji bo civaka Êzidî ye, divê ji bo hemû civakan bibe ewlehî da ku karesetek din neyê jiyîn.”

‘Divê em piştevaniya wan bikin’

Munîre Ebûbekir, balkişand ser girîngiya nasîna jenosîdê û bi van gotinan dawi li axaftina xwe anî: “Em gelê Kurd û Êzidî û Hikûmeta me, nekarî bi qasî pêwîst li Ewropayê di aliyê biryara nasîna jenosîdê de sûd bidin. Me nekarî van bûyeran bi awayekî bi hêz bikin rojevê. Ji ber tevî ku dewleta me ya serbixwe nîne, me li dijî DAIŞ’ê şer kir. Divê jinên Êzidî beriya her tiştî di nava xwe de yekgirtî bin û dengê wan ê hevpar hebin. Divê li gel jinên din ên çar aliyên Kurdistanê di nava têkiliyan de bin. Ji derveyî wê jî divê şoreşa wan ne her tim bi çek be, di heman demê de şoreşa rewşenbîrî û civakê be.

Divê ew jinên ku di çarçoveya malê de mane werin perwerdekirin û ji bo wan derfetan peyda bikin ku hêz û îradeya xwe pêşbixin. Divê bibin yek û pêşerojê ava bikin. Di vê pêvajoyê de 20 hezar şervanên me hebû, lê belê qasî tê xwestin me nenirxand. Divê xwe perwerde bikin û mafê xwe biparêzin û bi îradeya xwe rêya xwe diyar bikin. Ez di vê baweriyê de me de ku rojekê bibînim Êzidî gihîştine mafên xwe. Ji ber ew pêkhate û ayîndeyê resen ên Mezopotamya û Kurd in. Divê ev rastî were zanîn ku ji bo civak temam bibe, divê hemû pêkhate werin nasîn û qebûlkirin. Êzidî Kurd in û divê em piştevaniya wan bikin.”