‘Divê di pêvajoya guherîna destûrî de rola jinan hebe’

Çalakvanên jin ên Sûriyeyê diyar kirin ku di pêvajoya guherîna destûrî de divê rola jinan hebe û gotin ku jinên Sûriyeyê li benda pêkanîna edaletê ne.

LEMÎS NASÊR

Dîmeşq (Şam) – Piştî hilweşîna rejîma Baasê û avakirina rêveberiya demkî ji aliyê HTŞ (Heyet Tehrîr El Şam) a cîhadîst ve fikarên jinan ên li ser ewlehî û pêşeroja wan zêdetir bû. Jinên ji Şamê yên di her firsendê de fikarên xwe tînin ziman bal dikşînin ku divê tavilê destûra bingehîn a welat bê guhertin û mafê jinan di destûrê de bê misogerkirin.

'Rola jinan di misogerkirina aştî û îstîqrarê de'

Çalakvana mafên jinan Tîma Îsa der barê êş û azarên jinên Sûriyeyê ji ber şert û mercên ku herêm tê re derbas bûye de got: “Di van salên borî de min bi bihîstina gotinên dijber ên der barê xelkên Sûriyeyê de dihatin gotin, meraq dikir. Ji ber ku dosyayên giliyên girtî û kesên bi darê zorê hatine windakirin tên vekirin. Jin weke parêzvanên heqîqetê, daxwaza edaletê dikin û dengê wan ê ku bi darê zorê hatiye qutkirin, bilind dikin. Di van salên borî de jinên dayik û jinên ciwan peyamên kesên di şer de hatine windakirin ragihandin. Îro ez jî weke gelek Sûriyeyiyan rola jinan di parastina vegotinên rastîn ên rastiya Sûriyeyê de girîng û pêwîst dibînim.”

'Di avakirina Sûriyeya nû de hebûna jinan girîng e'

Tîma Îsa girîngiya rola jinan di avakirina Sûriyeya nû de bi lêv kir û wiha got: "Bi hilweşîna sîstema Beasê re ji bo ku herêm ji şer xilas bibe divê destûra wê biguhere. Li gorî biryara 1325'an a konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî rola jinan di avakirina aştiya civakî de girîng e. Ji ber ku tenê jin dikarin çîrokên aştiyê vebêjin. Dayikên winda û girtiyan jî vê berpirsyariyê digrin ser milên xwe. Divê em hemû bizanibin ku rola jinan di têkbirina zihniyeta mexdûriyetê û daxwaza mafan de gelek mezin e. Ger pêvajoya guherînê li Sûriyeyê li ser bingehên baş nebe dê welat ber bi şerekî navxweyî ve biçe. Ev yek jî wê çerxa tundiyê dubare bike û ziyanên li ser jiyana jin û mêrên Sûriyeyê zêdetir bike."

'Bi hezaran jin û dayik li benda edaletê ne'

Tîma destnîşan kir ku jin di şoreşê de hebûn û wiha pêl da gotinên xwe: "Jin di şoreşê de li eniyên şer nebûn lê rola wan di şoreşê de hebû. Gelek ji wan hatin dîlgirtin û li dijî siyaseta qirkirinê ya Beasê di nava çalakî û xebatan de bûn. Tevî vê yekê bi hezaran jin û dayik, li benda rastî, edaletê ne, li benda cenazeyên zarokên xwe ne. Ji ber vê yekê hikumeta ku divê bê avakirin bêyî berçavgirtina hemû aliyên ku beşdarî şer bûne, pêk nayê. Divê jinên ku daxwaza serbestkirina girtiyan dikirin, careke din vegerin qad û kolanan ji bo diyarkirina çarenûsa kesên winda. Ev jî beşeke bingehîn e ji bo avakirina tora têkiliyên civakî ku aştiya civakî diparêze, rê nade dadweriya veguhêz veguhere dadweriya tolhildanê."

'Hestiyarî nabe bend li hemberî pêkanîna edaletê'

Tîma Îsa bal kişand ser hêza jinên Sûriyeyê û wiha axivî: "Gelek alî, jinan lawaz û bê îrade dibînin, ji ber ku nikarin kiryaran belge bikin ji ber ku ew hestiyar in. Ev jî dibe sedem ku aştiya civakî pêk neyê. Berevojî vê yekê tu car hestiyariya jinan nebû bend li hemberî daxwazên mafên girtiyan. Li dijî zulmê serî hildan. Hestên hestiyariyê bûn sedem ku jin û dayik daxwaza serbestberdana girtiyan bikin. Vê hestê bû sedem ku jinên Sûriyeyê biherikin qadan û serî li hemberî zordestiyê hildin.”

'Di destûrê de hebûna jinan girîng e'

Parêzer û çalakvana sivîl Lema El-Camal bal kişand ser girîngiya rola jinan di Sûriyeya nû de û wiha axivî: "Divê jin di pêvajoya nivîsandina destûrê de hebin. Ji hemleya rêxistinî bigre heya avakirina stratejiyan û afrandina hevsengiyan, di pêkanîna edaletê de, girîng e rola jinan hebe. Her wiha jin dikarin bibin pir di navbera civakan de. Ji ber ku ew xwedî îradeyek mezin in, dikarin bibin xwedî têgihîştinê. Di piştevaniya derûnî û civakî de jî roleke aktîf dilîzin. Ev yek jî ji bo kesên mexdûr ji nexweşiyên derûnî baş bibin, gelek girîng e."

'Herî zêde jinan ji şer û pevçûnan dîtine zirarê dîtine'

Di dawiyê de Lema El-Camal got: “Jin amade ne xwedî rolek mezin bin û di hemû pêvajoyên destûrî de rola xwe bilîzin, ji beşa muhesebe û lihevkirinê bigre heya avakirina sîstema nû ku wekhevî û edaletê pêk tîne, rola xwe bilîzin. Ji ber ku herî zêde jinan ziyan ji şer dîtine. Wan berdêlên gelek mezin dane.”