‘Divê dewleta Tirk gavên şênber bavêje’
Endama TJA’yê Zekiye Îlbasan diyar kir ku tevî li Tirkiyeyê pêvajoya aştiyê tê meşandin jî, êrîşên dewleta Tirk li dijî çiyayên Kurdistanê didome û got: “Aştî ji bo jinan destkeftiyek girîng e.”

HÊLÎN EHMED
Silêmanî – Banga Aştî û Civaka Demokratîk ji Îmralî derket, tevî ev 26 sal in Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dîl hatiye girtin, her tim ji bo avakirina aştî û demokrasiyê xebat meşandiye. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27'ê Sibatê de ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ kiribû. Li hemberî vê bangê PKK'ê di 5-7'ê Gulanê de Kongreya xwe ya 12'emîn lidar xist û biryar da ku ‘dawî li çalakiyên xwe yên çekdarî bîne.’ Tevî banga Aştiyê û danîna çekan, divê pirsgirêka Kurd bi metodên aştiyane û li gorî zagona destûra dewleta Tirk bi wekheviya Tirk û Kurdan bê sererastkirin, lê tê dîtin ku dewleta Tirk hê jî êrîşên xwe yên li dijî Başûrê Kurdistanê didomîne.
‘PKK ev 41 sal e ji bo aştiyê çek hilgirtiye’
Endama Tevgera Jinên Azad ya Bakurê Kurdistanê Zekiye Îlbasan diyar kir ku pêvajoya aştiyê ji bo tevahî Rojhilata Navîn destkeftiyek girîng e û badorek girîng ava dike û got: “Pêvajoya aştiyê ya ji aliyê Rêberê Gelê Kurd ve hatiye destpêkirin, gelek girîng e û ji bo tevahî Rojhilata Navîn destkeftiyek mezin e. Pêşniyarkirina pêvajoya aştiyê ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve wê dawî li tevahî pirsgirêk û aloziyên herêmê bîne. Pêvajoya aştiyê li Rojhilata Navîn li pêşiya şerê cîhanê yê sêyemîn asteng e. Ev çend sal e Kurd li dijî zilma dewleta Tirk ji bo aştî û jiyana bi hev re têdikoşin. Niha destkeftiyên girîng hatine bidestxistin. Hemû hewldan ev çend sal in ji aliyê Rêberê Gelê Kurd ve tê encamdan. Tê dîtin ku ev yek niha hêdî hêdî cihê xwe li Rojhilata Navîn digre.”
‘Dewleta Tirk êrişan didomîne’
Zekiye Îlbasan bi bîr xist ku Abdullah Ocalan banga Aştî û Civaka Demokratîk kiriye, PKK’ê di kongreya xwe ya 12’yemîn de fesihkirina xwe ragihandiye û wiha pê de çû: “Lê belê dewleta Tirk hê gavek şênber neavêtiye. Bi vê helwestê dewleta Tirk dibe sedema avabûna bê baweriyê di nava gelê Tirk de. Pêvajoya aştiyê banga xeta siyaseta demokratîk li dewleta Tirk dike. Tevî pêvajoya aştiyê niha heye, dewleta Tirk êrîşên xwe yên li hember çiyayên Kurdistanê didomîne. Pêwîstiya aştiyê bi gavavêtina tevahî gelê Rojhilata Navîn heye. Da ku bikaribin bi hev re bijîn. Dewleta Tirk her çiqas êrîşên xwe bi domîne jî, em di wê baweriyê de ne ku dê di pêşerojek nêz de pêvajaoya aştiyê pêşve biçe.”
‘Jin ji bo aştiyê hewl didin’
Zekiye Îlbasan di dawiya axaftina xwe wiha got: “Têkoşîna pêvajoya aştiyê ji sala 1993’an ve bi armanca destkeftiyên girîng ji bo Rojhilata Navîn jî aliyê Rêber Apo û azadîxwazan ve tê encamdan. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derbarê pêvajoya aştiyê li Rojhilata Navîn û hemû aliyê Kurdistanê, xebat û têkoşîn meşand. Pêvajoya aştiyê ne destkeftiyek du rojî ye, ev çend sal e Rêberê Gelê Kurd ji bo aştiya li Rojhilata Navîn hewl dide. Êdî dewleta Tirk neçar maye hebûna pêvajoya aştiyê erê bike. Tevî hemû qurbaniyên li herêmê, êdî hemwelatiyên ser bi Tirkiye ve jî qurbaniyên din qebûl nakin. Gelên herêmê gelek şehîd dan, armanca wan aştî bû. Îro jin ji bo aştiyê hewl didin. Ji aliyê jinan ve aştî bi hev re, li ser maseyê, bi goftogoyê tê nîqaşkirin. Aştî û yekbûna gelan armanca girîng û nêzîk dibe. Aştiya bi hev re karek girîng e û ji bo jinan destkeftiyek girîng e.”