‘Divê demildest pêşî li revandina jinên Elewî were girtin’
Jinên Til Temirê der bare revandina jinên Elewî û hikûmeta demkî ku hewl dide bi hinek çîrokên derew raya giştî bixapîne û sûcên xwe bidomîne de gotin: “Ji bo Sûriye veneguhere Girava Epsteinê divê pêşî li revandina jinên Elewî were girtin.”
SORGUL ŞÊXO
Til Temir – Sûriyeyê di sala 2025-2026’an de şahidiyê ji revandin û hedefgirtina sîstematîk a jin û zarokên keç ên Elewî li peravên Sûriyeyê re kir. Revandina mirovan ji ber ku bê hesab û ceza ma, sûcdar li derve ne û bûyer didomin.
Jinên Til Temirê ji bo rewşa jinên Elewî bi fikar in û ji bo destwerdana rewşê û rawestandina sûcan, revandina jinan ji ajansa me re nêrînên xwe anîn ziman.
‘Divê pêşî li revandinê were girtin û yên hatine revandin werin berdan’
Merwa Îsa ya ji Til Temirê got ku ne tenê rewşa ewlehiyê, li Sûriyeyê di her warî de ewlehî tune ye û sedema vê yekê wiha bi bîr xist: “Sûriye ji pêvajoyek derbasî pêvajoyeke din bû gelek tevlihevî û nakokî derketin. Yek ji rewşên herî zehmet ku em pê re rû bi rû dimînin revandina jinan li tevahî Sûriyeyê ye. Rewşa ewlehiyê diviyabû ji berê baştir bûya lê wisa nebû. Divê ku jin û zarok êdî neyên revandin, ên revandî werin berdan û sûcdar cezayên giran bigrin.”
Merwa Îsa bal kişand ser destwerdana Meclîsa Ewlehiyê, NY û Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ji bo rewşa Sûriyeyê û wiha pêl da gotinên xwe: “Divê ku em li benda rêxistinên navdewletî nemînin. Herî kêm divê em li welatê xwe azad bijîn, kes li kolanê û li cihên kar destwerdana azadiya jinan neke û mafên wan binpê nebin. Sûriye wêran bûye. Rewşa jinên Sûriyeyê pir dijwar e divê ku hikûmeta demkî li ser aramiya wê bihizire û mekanîzmeyên parastinê aktîf bike her wiha girtiyan berde.”
‘Em bi hêvî ne Sûriye veneguhere Girava Epsteinê’
Merwa Îsa bal kişand ser xetera revandina jinan li Sûriyeyê û wiha pêl da gotinên xwe: “Divê ku revandina jinan ji ber deriyê malê yan jî li bazarê normalîze nebe, çimkî pêwîst e hikûmet jinan biparêze. Em bi hêvî ne ku Sûriye veneguhere Girava Epsteinê. Wehşetên li Sûriyeyê diqewimin wehşetên Epstein tînin bîra mirov. Wehşetên ku li Ewropayê qewimîn bêparbûna ji exlaq, ol û mirovahiyê ye û em bi hêvî ne ku Sûriye negihîje wê astê. Ji ber Sûriye xwedî gelek şaristaniyan e û divê bi reng û hêjahiyên xwe bijî.”
‘Revandina jinan sedema têkçûna ewlehiya li Sûriyeyê ye’
Xewla Ewês jî got ku ew li dijî revandina jinan e û wiha dirêjî da gotinên xwe: “Divê ku jin bi aramî bê tirs bijîn. Ji lewre bûyerên revandina jinan di demên dawî de zêde bûne. Nabe ku jinên Kurd an jî Xirîstiyan neçar bimînin ola xwe biguherînin, çimkî her kes bi ola xwe bawer e. Revandina jinan, nîşan dide ku ewlehî li Sûriyeyê nemaye.”
‘Hikûmet jinan naparêze û çavên her kesê li ser rêxistinên navdewletî ye’
Xewla Ewês daxwaz kir ku rêxistinên navdewletî werin, bûyerên revandina jinên Elewî bişopînin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Piştî lêkolîn û lêpirsînê divê ku jinên hatine revandin vegerînin hembêza malbatên wan. Jinên Sûriyeyê aramiya ku ji hikûmetê hêvî dikirin nedîtin. Ji lewre divê ku mafên jinan bi destûrê werin parastin. Ji ber ku heta niha me nedîtiye hikûmeta demkî jinan biparêze û sûcdaran ceza bike. Hikûmeta ku qaşo divê jinan biparêze, jinan direvîne û êrîşên derûnî û zayendî li dijî wan pêk tine, mafên jinan binpê dike.”