‘Divê demildest lijneyên lêpirsînê bên avakirin û edalet pêk were’

Jinên li Şengalê beşdarî merasîma salvegera fermanê bûn diyar kirin ku hikûmeta Iraqê der barê avakirina herêmê, çarenûsa hezar û 700 êsîran û vekirina gorên komî de bêdeng e divê lijneyên lêpirsînê bên avakirin.

Şengal – Di salvegera 3’ê Tebaxa 2014’an de, di çalakiyên li Şengalê de careke din kêmasiyên siyasî û îdarî yên li herêmê hatin ziman. Tevî ku sal derbas bûne jî nûnerên herêmê û jinên di çalakiyan de axivîn diyar kirin ku hê jî gavên cidî ji bo avakirina Şengalê, vegera koçberan û çareserkirina dosyaya windayan nehatine avêtin. Di tevahî bîranînên îsal de îsrara ji bo hesabpirsîn û edaletê hat ziman.

Jina Ereb a bijîjk Yusra Xelîl ku li ser Êzidiyan lêkolînên zanistî dike bal kişand ser jinên Êzidî yên hê jî dîlgirtî ne û got ku pêwîst e lîjneya lêpirsînê bê avakirin. Yadê Qîmet jî bal kişand ser maf û naskirina gelê Êzidî li ser xaka Iraqê.

‘Iraqê ji bo avakirina Şengalê heta niha tu tişt  nekiriye’

Yusra Xelîl beşdariya xwe ya merasîma fermanê weke şanazî bi nav kir û got: “Ya hatiye jiyîn pir bi êş e. Ruxmê wê jî hûkûmeta Iraqê heta niha tu alîkarî nedaye ji bo em Şengalê ava bikin. Dîsa ji bo vegera koçberan jî tiştek nehatiye kirin. Heta niha ji bo êsîrên keç û xort ku hejmara wan nêzî 1700 in lijneyek nehatiye avakirin loma nehatine dîtin û negihîştine malbatên xwe. Agahiya me ji aqubeta wan êsîrên di destên DAIŞ’ê de tune ye. Daxwaza me ji hûkûmeta Iraqê ya nû hatiye avakirin ew e ku ji bo avakirina Şengalê gaveke baş bavêje; dosyaya koçberan bi dawî bike, bi taybetî jî divê qanûneke taybet bê derxistin da ku ev zimanê nefretê yê li dijî Êzidiyan tê bikaranîn bi dawî bibe.”

‘Divê lijneyên lêpirsînê ji bo jinên Êzidî yên dîlgirtî bên avakirin’
 


Yusra Xelîl da diyarkirin ku divê lijneyên lêpirsînê ji bo jinên Êzidî ku hê jî dîlgirtî ne bên avakirin da ku werin dîtin û vegerin ba malbat û civaka xwe vegerin û der barê wan kesên ku sûc li hemberî Êzidiyan kirine de wiha got: “Divê kesên ku ev sûc li beramber Êzidiyan kirine hem li dadgehên navdewletî hem jî li dadgehên Iraqê bên dadgehkirin. Pêkanîna edaletê ji bo gelê me yê ku pir êş û azar kişandiye girîng e. Ez dixwazim vê tiştê jî bibêjim; gelê me yê Êzidî ne ew gelê beriya fermanê ye. Bi îzna Xwedê em ê li ber xwe bidin û têbikoşin, bi hêz bibin. Em bi hêvî ne wê edalet cihê xwe bigre.”

‘Gelek gorên komî yên nehatine vekirin hene’

Dayê Qîmet a ku beşdarî merasîma li Sûka Kevn bûye anî ziman ku li Sûka Kevn gelek tade û neheqî li civaka me ya Êzidî, li keç û jinên Êzidî hatiye kirin û got: “Li vê sûkê bi sedan keç û kurên me hatin şehîdxistin. Em hemû şehîdên xwe bi bîr tînin û bejna xwe li ber wan ditewînin. Em hêvî ji Xwedê û vê eyda derbasbûyî dikin ku êsîrên me rizgar bibin, li malbatên xwe vegerin. Di fermanê de bi hezaran kes ketin destên DAIŞ’a ku hesabê tu kesî nedikir, ne digot, ev zarok, ciwan e, ne digot, extiyar e. Wisa dan pey hev û birin. Wan tu nirx û pîvan  nas nekirin, ên ku bi xwe re birin an kuştin an jî kes nizane li ku ne.”


Dayê Qîmet ji bo mijara gorên komî jî got: “Heta niha jî gelek gorên komî li ser axa me hene û kes serê xwe pê naêşîne. Hestiyên me hê jî li Bexdayê ne. Malbat her roj hawar dikin da ku hestiyên wan ji wan re bînin. Di fermanê de zarok hatin kuştin, kal û pîr li ber lingan çûn. Weke gurên devbixwîn ketin nav gelê Êzidî.”

‘Em dixwazin êsîrên me werin berdan û hestiyên miriyên me werin dîtin’

Di dawiya axaftina xwe de dayê Qîmet bang li sazî û kesayetên mafên mirovan kir û got: “Heta niha tu mafên Êzidiyan nehatine dayîn. Divê hûn jî destûr nedin mafên me werin windakirin. Heta niha Êzidiyan mafê tu kesê nexwarina zirarê nedena mirovan. Em tenê daxwaza mafên xwe dikin. Daxwaza berdana êsîrên xwe û dîtina hestiyên xwe dikin. Em dibêjin em Iraqî ne. Bila heqê me bidin. Em ji dewleta Iraqê daxwaz dikin ku Êzidiyan jî weke her neteweyê heqê xwe li vî welatî bigrin. Divê di destûra wan de ev yek bên diyarkirin. Bi çavekî kêm li me dinêrin. Em civakeke paqij in. Zilm û zordariyê li kesê nakin. Tenê em dixwazin mafên me werin dayîn û cihê me jî di Iraqê de bê diyarkirin.”