‘Divê bi hevre ji bo Kurdistanek azad karê rojnamegeriyê bikin’

Rojnameger Dêrîn Rehîm diyarkir ku li başûrê Kurdistanê rojnemgerên azad rastî îşkence û girtinan tê û got: “Divê em bi hevre ji bo Kurdistanek azad karê rojnamegeriyê bikin.”

HÊLÎN EHMED

Silêmanî- Li başûrê Kurdistanê çapemeniya azad dema ku hewl dide rastiya heyî bişopîne ji aliyê desthilatê ve tê astengkirin, rastî îşkence û girtinê tên û her wiha  ji aliyê dewleta Tirk ve jî dibe hedef.

Rojnamevan Dêrîn Rehîm diyarkir ku rojnamegerên li başûrê Kurdistanê rastî astengî, îşkencê tên û wiha got: “Çapemeniya azad di dema şopandinê de rastî astengî û girtinê tên. Li beramberî dagirkeriyê hemwelatiyên başûrê Kurdistanê nerazîbûna xwe diyar dikin. Rojnamegerên azad di dema şopandina rastiyê de, ji aliyê asayîşê ve rastî gefan tên. Her wiha dema dengê azad bilind dibe ji aliyê desthilata başûrê Kurdistanê ve hewla bêdengkirinê tê dayîn. Li başûrê Kurdistanê dengê li dijî desthilatê rastî astengiyê tê. Di navde jinên rojnameger ji aliyê asayişe ve rastî îşkence û destdanîn ser kel û pelên rojnamegeriyê tên. Di 22’ê Tîrmeha 2024’an de li dijî dagirkeriyê çalakî hate li darxistin, lê belê asayişe rêgirî li şopandinê kir û dest danî ser kel û pelên rojnamegeran.”

‘Pêwîstiya me bi xwerêxistinkirinê heye’

Dêrîn Rehîm wiha gotinê xwe domand: “Jinan di çarçoveya malê de dihêlin û erkê xwedîkirina zarok jêre diyar kiriye. Karkirina jinan ji aliyê malbatê ve tê asteng kirin. Karê bikin jêre diyar dikin. Malbat karê rojnamegerî û çapemeniyê weke karek yê mêran dibînin rê nadin jin divê qadê de kar bikin. Lê belê jin bi têkoşîna xwe ya li dijî vê aqlê mêrsalar hêza xwe diyar kiriye. Jin di karê rojnamegeriyê de ji aliyê civak û malbatê ve rastî astengiyan tên. Pêwîstiya me jinan li dijî vî aqlê mêrsalar bi rêxistinkirinê heye.”

‘Rojnamegerên azad rastî astengî û êrişên desthatilatê tên’

Dêrîn Rehman di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Dagirkeriya li ser xaka başûrê Kurdistan dibin sêwana desthilata herêmê de tê encamdan. Ger hevkariya alî û partiyên herêma Kurdistanê nebe, dewleta Tirk nikare bi hêsanî were xaka herêma Kurdistanê. Rojnamegerên azad rastî astengî û êrişên desthilatê tên. Mînaka herî berçav ewe ku rojnameger Silêman Ehmed ku ji aliyê desthilata başûr ve hatiye girtin, çapemeniya azad di girtîgehê deye. Em rojnameger dixwazin bi azad kar bikin û bûyeran bişopînin. Bi riya şopandinê em dixwazin xaka xwe azad bikin. Jin karên xwe berdewam bikin, parastina xwe û karê xwe bikin. Her wiha hemû rojnameger û hemwelatiyên azadîxwaz bikarin bi hevre li beramberî dagirekriyê rawestin. Divê em bi hevre ji bo Kurdistanek azad kar bikin.”