‘Divê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li gorî mafê hêviyê were misogerkirin’
Parêzer Rozîv Kino têkildarî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk got: “Divê di destpêkê de azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li gorî mafê hêviyê were misogerkirin. Her wiha divê mafê gelê Kurd ji aliyê destûrî ve bikeve hebûneke rewa ya qûnûnî.”
NÛRŞAN EBDÎ
Kobanê – Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku di 27’ê Sibatê de ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin, heta niha jî şênberiya wê ya qanûnî û hiqûqî pêk nehatiye.
Abdullah Ocalan ku di çareseriya pirsgirêka Kurd-Tirk de bi îsrar e, bi gelek rêbazan niyet û amadekariya xwe nîşan daye. Di rêzegavên ku ji aliyê Tevgera Kurd û rêberê wê ve hatine avêtin de, heta niha ji aliyê dewleta Tirk û rayedarên wê ve tiştekî cidî nehatiye kirin. Bi taybetî jî di warê hiqûqî de ku pêdiviya pêvajoyê bi qanûnan heye, bêhelwestiyeke zelal xwe dide der.
Parêzer Rozîv Kino çarçoveya hiqûqî ya pêvajoyê û pê ve girêdayî mafê hêviyê yê ji bo Ocalan, ji ajansa me re nirxand.
‘Divê hebûn û mafên Kurdan bi qanûn were misogerkirin’
Rozîv Kino ku aliyên hiqûqî yên pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi berfirehî nirxand, wiha got: “Rêber Apo bi banga xwe ya dîrokî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk da destpêkirin. Di bingehê de ev pêvajo xwe dispêre çareserkirina doza Kurdî bi rengekî siyasî-hiqûqî. Jixwe ev zêdetirî 50 salan e Tevgera Kurd têkoşîna diyarkirina hebûna gelê Kurd dide meşandin, di encamê de Kurdan hebûna xwe dan diyarkirin. Ji bo vê jî niha tu pirsgirêkên hebûna Kurd tune ne lê di misogerkirina vê hebûnê û mafên Kurdan de pêwistî bi gavên qanûnî û hiqûqî heye.”
Girêdayî heman xalê, parêzer Rozîv Kino teqez kir ku ji bo dozeke weke ya gelê Kurd çareseriya qanûnî jê re divê û got: “Rojhilata Navîn û cîhan a niha di nava pevçûn û şerên mezin de ye ku gelek welat di nava dijbertiyeke mezin de ne. Mirov dikare weke encam bibîne ku çareserî bi şer pêk nayê, bi taybetî jî dozeke weke ya gelê Kurd ku di herêmê de kevnar e diviyabû bigihîje asteke qanûnî. Rêber Apo ku ev rastî dît û tesbît kir, dest bi xebat û gavên qanûnî yên ji bo çareseriyê kir.”
Rozîv Kino rêveçûna pêvajoya heta niha bi gotinên; “Di destpêka pêvajoyê de û di serî de Dewlet Baxçelî ev pêvajo erênî girt dest. Piştî ku êdî mijar cidî bû Rêber Apo erka xwe anî cih, em dibînin ku di helwest û gavên dewleta Tirk de lawazî xwe dide der” nirxand û got: “Pêvajoyên lihevkirinê du alî tên meşandin lê em dibînin di serî de AKP û hemû raydarên Tirkiyeyê vê pêvajoyê bi yek alî birêve dibin.”
‘Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi zanebûn tê paşguhkirin’
Di domandina nirxandina xwe de Rozîv Kino bal kişand ser girtina Ocalan û pêdiviyên misogerkirina mafê hêviyê. Rozîv di vî warî de wiha pêl da axaftina xwe: “Ev zêdetirî 25 salan e Rêber Apo di girtîgehê de ye, di mijarên qanûnî de mafek heye ku bi mafê hêviyê tê naskirin. Dadgeha Mafên Mirovan ya Awropayê mafê hêviyê ji bo hemû girtiyan misoger kiriye ku dewleta Tirk bi xwe jî endamê vê dadgehê ye û ev maf li gel xwe erê kiriye. Mixabin dema ku mijar dibe Rêber Apo, dewleta Tirk hemû mafên wî yên rewa paşguh dike û jinedîtî ve tê. Ê piştî demeke dirêj ji tecrîdê û qedexekirina hevdîtinên bi parêzeran re, dema ku parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê cara yekemîn di vê pêvajoyê de serdana Rêber Apo kir, ji aliyê Rêber Apo ve çi hat gotin? Rêber Apo teqez kir ku divê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk xwe bispêre qanûnan ku êdî pêvajo hiqûqî ye.”
Rozîv Kino diyar kir ku Tevgera Kurd helwesta xwe li hemberî hemû bihaneyên dewleta Tirk aniye ziman û got: “Piştî nirxandina Rêber Apo Dadgeha Mafên Mirovan a Awropayê di civîna xwe de ev pêvajo erênî girt dest û heta derbasbûna qonaxeke qanûnî ji bo Tirkiyeyê pêdivî dît. Lê piştre çi bû? Dewleta Tirk ji meha Sibatê ve her car ji bo pêvajoyê dereng bixe bihaneyek dibîne. Rêber Apo û Tevgera Kurd jî her car helwesta xwe li hemberî bihaneyan nîşan dan, me dît gelek gav avêtin. Her wiha Dem Partî, parêzeran û hemû kesên di pêvajoyê de berpirsyar in pir bi erênî tevlî pêvajoyê dibin.”
‘Divê pêvajo û mafên gelê Kurd xwedî temînaketeke qanûnî bin’
Rozîv Kino bi pirsa çima gavên ku ji aliyê dewleta Tirk ve werin avêtin girîng in, wiha dirêjî da şîroveyên xwe: “Heger dewleta Tirk niyeta xwe tîne ziman û gavan davêje jî heta ku ev pêşveçûn nebin qanûnî wê demê temînata van maf û gavan tune ye. Heta ku hinek made di destûra Tirkiyeyê de neyên sererastkirin û mafên gelê Kurd di nav de neyên misogerkirin, pêvajo û hebûna Kurdan nayê garantîkirin. Di heman demê de em dizanin ku yê ev pêvajo da destpêkirin û birêve dibe, Rêber Apo ye. Ji bo vê jî heta ku guhertin di rewşa wî de çênebe û ew bi xwe tevlî nebe, pêvajo nagihîje serkeftinê ku ev yek mafê wî yê rewa ye û bi riya mafê hêviyê jî pêkan e.”
‘Gavên ku hêviyê didin pêvajoyê pêwist in’
Parêzer Rozîv Kino di dawiya nirxandina xwe de wiha got: “Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hêviyê dide pêvajoyê. Weke me diyar kir pêvajo qanûnî ye, ji bo vê jî heger dewleta Tirk Rêber Apo serbest bike wê demê em dikarin bibêjin ku vaye gaveke qanûnî hat avêtin û dewleta Tirk di çareseriyê de cidî ye. Ji bo vê jî ger dewleta Tirk xwe weke welatekî demokratîk pênase dike divê di pêşxistina pêvajoyeke qanûnî û hiqûqî de cidiyeta xwe nîşan bide. Li gorî vê niha divê di destpêkê de azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li gorî mafê hêviyê were misogerkirin. Her wiha divê mafê gelê Kurd ji aliyê destûrî ve bike hebûneke rewa ya qûnûnî. Avakirina Tirkiyeya demokratîk û aştiyane bi van gavan dê pêkan bibe.”