‘Divê Abdullah Ocalan bang li gelê xwe bike û bi wan re bixebite’
Laura Quagliuolo xwest ku azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk were û got: “Divê karibe dengê xwe bigihîne gelê xwe, bi wan re bixebite û div3e bi hev re biryar bê dayîn bê ka divê çi bê kirin.”

Navenda Nûçeyan – Endama Rete Jin a ku navenda wê li Îtalyayê ye Laura Quagliuolo têkildarî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ di 27’ê Sibatê de bersiva pirsên ANF’ê da. Laura Quagliluolo diyar kir ku ew xwe weke parçeyek ji tevgera jinê ya Kurd dibîne.
‘Divê şoreşa jinê bi her awayî bê parastin’
Laura Quagliuolo destnîşan kir ku divê kar ji bo civaka demokratîk bê kirin û got: “Divê em li her derê bixebitin. Em li Ewropayê di navenda 'cinawir' de dijîn. Ewropa herêmeke welê ye ku alîgirê şer û mêtingeriyê ye. Ji ber vê yekê gelekî girîng e ku têkoşîn ji bo guhertinê bê kirin. Di fikrê Abdullah Ocalan de azadiya jinê di cihê herî pêş deye. Şoreşa jinê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk hat divê di asta sereke de bê bicihkirin û bi her awayî bê parastin. Bêguman divê di nava hemû têkoşînan de azadiya jinê sereke be.”
‘Abdullah Ocalan rêberê gelê Kurd e’
Laura Quagliuolo ragihand ku azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di asta bingehîn de girîng e û got: “Ji ber ku ew lîderê gelê Kurd e. Divê karibe dengê xwe bigihîne gelê xwe, bi wan re bixebite û divê bi hev re biryar bê dayîn bê ka divê çi bê kirin."