‘Ji bo pêvajoyê rih û hevgirtina 1’ê Mijdarê pêwîst e’
Hevseroka Desteya Ciwan û Werzîşê Avaşîn Misto da zanîn ku banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a parastina Kobanê hemû mirovahî ji terorê parastiye û got; “Divê ku niha mirovahî ji bo pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk seferber bibe.”
BERÇEM CÛDÎ
Kobanê – Di pêvajoya şerê Kobanê yê di 2014’an de li dijî çeteyên DAIŞ’ê hat meşandin de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Zîndana Îmraliyê bangwaziyeke dîrokî ji bo parastina Kobanê kir. Abdullah Ocalan ev bang di Cotmehê de bi gotinên; “Ketina Kobanê tê wateya binketina nirxên mirovî û demokratîk,” li gelê Kurd û dostên wan kir.
Bangwaziya Ocalan a ji bo xwedî derketina li Kobanê bandoreke mezin li ser asta pişevaniya bi Kobanê re kir ku jin û ciwanên Kurd û biyanî bê navber berê xwe dan qada şer. Di heman demê de li 40 welatên cîhanê û bi qasî 90 bajaran, çalakiyên piştevaniyê hatinbirêxistinkirin ku di encamê de roja 1’ê Mijdarê weke Roja Cîhanî ya Kobanê hat ragihandin.
Anha jî ji aliyê Abdullah Ocalan ve ev 9 meh in ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk hatiye destpêkirin. Ocalan teqez kir ewê careke din çarenûsa mirovahiyê bide guhertin. Di vê çarçoveyê de hevseroka Desteya Ciwan û Werzîşê Avaşîn Misto nirxandinên xwe bi ajansa me re parve kir.
‘Me bi hêz, vîn û helwesta xwe bala cîhanê kişand’
Avaşîn Misto nirxandina xwe bi bîrxistina pêvajoya şer destpê kir û wiha got: “1’ê Mijdarê di dîroka gelê Kurd û cîhanê de tê wateya piştevanî û sekneke bi rûmet a parastina nirx û hebûna xwe. Ji xwe bûyerên ku di Kobanê de hatin jiyankirin gav û geşedanên dîrokî bûn, bi taybetî di demeke ku tu hêzek nikarbû li hember DAIŞ’ê bisekine û liberxwe bide. Jixwe helwesta gelê Kobanê û hêzên wê yên ku xwe bi bîrdoziya Rêber Apo pêçandibûn û rêxistinbûna wan a ji bo xweparastina ji hemû êrîşan, bala hemû cîhanê kişand ku di 1’ê Mijdarê de her kes ji bo wê seferber bûn.”
Avaşîn ku di berdewama axaftina xwe de got “Kobanê dîrok nivîsand” û wiha berdewam kir: “DAIŞ rêxistineke wiha bû ku di Rojhilata Navîn û hemû cîhanê de metirsiyeke mezin ava kiribû. Ji bo vê jî tedbîrên pir mezin hatibûn girtin. Ev metirsî bi berxwedana Kobanê re ji holê hat rakirin, piştevaniya ku ji aliyê 40 welatên cîhanê ve jî pêk hat bû parçeyek ji vê serkeftinê.”
‘Rêber Apo çarenûs guhert’
Avaşîn Misto diyar kir ku banga Ocalan roleke çarenûsî ji bo Kobanê û mirovahiyê lîstiye û wiha pê de çû: “Jixwe gelek aliyan bandor li ser serkeftina berxwedana Kobanê kir. Lê ya bingehîn banga Rêber Apo a xwedî derketina li Kobanê bû ku ev yek çarenûsa Kobanê bi temamî da guhertin. Bi banga Rêber Apo re gelê Kurd yên li welat û derveyî wê seferber bûn û bi karwanan berê xwe dan Kobanê. Li aliyekî din gelek kesên biyanî ku ew jî bandorbûn û dilê wan ji bo Kobanê lêda, tevlî şer bûn û canê xwe jî feda kirin.”
‘Xilasiya mirovahiyê dîsa li gel Rêber Apo ye’
Avaşîn balkişand ser pêvajoya niha ji aliyê Ocalan ve hatiye pêşxistin û wiha şîrove kir: “Aniha jî em careke din pêvajoyeke dîrokî dijîn ku Rêber Apo birêve dibe. Di asta Kurdistan û cîhanê de tê hembêzkirin. Ev rojên dîrokî pêvajoya berxwedana Kobanê û piştevaniya gelan a pê re, tîne bîra me. Çawa ku di wê demê de ji dehan welatên Rojhilata Navîn û cîhanê tevlî seferberiyê bûn, em niha dibînin careke din û di heman astê de xwedî derketina li pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk xwe dide der.”
Avaşîna ku dirêjî da nirxandinên xwe, bangwaziya tevlîbûna pêvajoyê ya bi rihê Kobanê kir û got: “Hevgirtina gelan di 2014-2015’an de êrîşên DAIŞ û hêzên pê re hevkar vala derxist ku ev hevgirtin jî bi saya bangawaziya Rêber Apo bipêş ket. Ji bo vê jî îroj erka her kesî ye ku pêvajoya Rêber Apo daye destpêkirin bi heman rihî em xwedî lê derkevin û bighînin encamê. Bi taybetî jin û ciwanên ku xwe di nava bîrdozî û pirojeyên Rêber Apo de dibînin, divê bi rengekî çalak û bi bandor tevlî pêvajoyê bibin.”
Ji bo avakirina jiyeneke demokratîk û azad…
Avaşîn Misto ku hevseroka Desteya Ciwan û Werzîşê ye, axaftina xwe bi van hevokan bi dawî kir: “Çawa ku banga Rêber Apo zemînê 1’ê Mijdarê danî û di wê demê de bû xilasiya tevahî mirovahiyê ya ji terora DAIŞ’ê, aniha jî pêvajoya ku Rêber Apo daye destpêkirin jî wê bibe çavkaniya tunekirina hêz û pergalên serdest û hegemon. Misogerkirina jiyaneke demokratîk û azad bi bîrdozî û projeyên Rêber Apo pêkan e. Ji bo vê jî divê hemû mirovahî di nava tevgerê de be ku vê derfetê ji bo xilasiya xwe bikar bînin.”