Dînamîkên şerê ku şêwekirina wê ji Îmraliyê destpê kir – ANALÎZ

Rewşa Rêber APO û şerê ku faşîst Erdogan li Kurdistanê dide meşandin bi hev ve girêdayî ne. Israra li Îmraliyê, israra di şer û qirkirinê de ye. Encama vê israrê rastiya faşîzm, xizanî û hilweşîna dewleta Tirk a bi hemû saziyên xwe re radixe ber çavan.

BÊRÎVAN ZÎLAN

Em di qonaxeke siyasî ya ku ji ber rewşa tecrîda Îmraliyê pêk tê de ne. Hevpeyvîna ANF’ê ya di 22’ê Tîrmehê de bi CPT re der barê Rêber APO de pêk anî, ji aliyê naverok û rastiyên ku dide xuyakirin îtîrafeke girîng e. CPT bi zanebûn binpêkirina hiqûqê ya ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye kirin dinixûmîne, bi bêdengiya xwe hevkar e û bi bersivên xwe yên bisînor û qalib her tim behsa peymanê dike. Ev hevpeyvîn û daxuyaniyên CPT yên li ser mijarê heta niha çi dibêjin? Bi hêsanî mirov dikare bibêje ku CPT peyman û normên hiqûqî yên ku xwe li pişt wan girtiye binpê kiriye û nêzîkatiya wê ji hiqûqî zêdetir siyasî ye. CPT, ji aliyê siyasî ve hatiye amûrkirin. Di hevdîtinê de diyar kirin ku di sala 2025’an de ti plana wan nîne ku biçin Îmraliyê, tevî ku dizanin û qebûl dikin ku 3 sal in bi Rêber APO û girtiyên din ên PKK’ê yên li Îmraliyê re hevdîtin pêk nehatiye, binpêkirineke eşkere heye ku di rapora amede kirine de tomar kirine. Dîsa Veysî Aktaş hîna jî bi awayekî derqanûnî li Îmraliyê tê girtin. Xuya ye ku ev hemû pêkanînên dijhiqûqî di agahiya CPT de ne.

CPT û tecrîda girankirî

CPT, ji bilî bersivên dewleta Tirk, pêwîst nabîne ku bişopîne ka dewleta Tirk pêşniyarên wan ên ku di rapora piştî serdana xwe ya Îmraliyê ya sala 2019’an de amede kiribû, çawa bi cih tîne. Di ser serdana wan a sala 2022’an de 2 sal derbas bûn û CPT ku li dijî sûcê li dijî mirovahiyê ku di bin navê ‘cezayê disiplînê’ de qanûnî û asayî bûye dernakeve, dibe mertalek qanûnî. Rêber APO ku 3 sal in destûr nayê dayîn ku tu kesî bibîne, di bin şert û mercên rehîneyê de ye û CPT vê heyama dirêj a ku parêzerên wî nikarin hincetên vî cezayî nîqaş bikin û biparêzin, paşguh dike. CPT her çendî nizane peymana ku xwe dispêrê heta çi radeyê pêk tê û herî kêm 2 sal in çi diqewime jî, bi yekalîkirina pêkanîna qanûnê ji dewleta Tirk re, binpêkirina erkê dike. Parastina wan a ku tenê li ser daxwaza dewleta Tirk ku ne xwedî rayeya eşkerekirina raporê ne, weke ku ti berpirsyariya wan bi xwe nîne, ji bo îşkence û bêhiqûqiya li Îmraliyê qalikek qanûnî ava dike. CPT di bersiva xwe ya ji bo vê hevpeyvînê de gelek caran ji aliyê Tirk re teqez kir ku ‘astengkirina berdewam a serdanên parêzer û endamên malbatan nayê qebûlkirin û bi awayekî eşkere li dijî peyman û pîvanên navneteweyî yên di meriyetê de ye’ ku berê sûcek hatiye tesbîtkirin.  Ji ber ku dewleta Tirk ku alîgirê peymanê ye, peyman binpê kir, ji ber ku rapora çavdêriya Îmraliyê ji aliyê CPT ve li gorî peymanê nehat eşkerekirin, nîşan dide ku rewş xwedî nêzîkatiyeke siyasî ye, ne hiqûqî ye. Tê zanîn ku dewleta Tirk di dijminatiya Kurdan de ti sînorên xwe tine ye, hiqûqê li gorî armancên xwe yên bîrdozî-siyasî binpê dike û rewşa CPT ya ku weke hertişt di riya xwe de ye tune dihesibîne, bêdeng derbasdike, paşguhkirinek eşkere û sûc e. Dewleta Tirk a faşîst bêçalaktiya van saziyên navneteweyî weke piştgirî ji bo domandina kiryarên xwe yên dijmirovahî dibîne. Saziyên navneteweyî, ne bi polîtîkayên hiqûqî bi polîtîkayên komplogerî yên taybet nêzî Rêber APO dibin. Hevseroka KCK’ê Besê Hozat di bernameya panelê de diyar kir ku ‘Dewleta Tirk şert û mercên Îmraliyê kiriye mijara bazariya siyasî’. Rewşa Reber APO hem di rojeva gelê Kurd û derdorên siyasî yên Kurd de ye, hem jî bi awayekî veşartî di rojeva hêzên navneteweyî û netew-dewletan de ye. Erdogan bi tena serê xwe qaîdeyên Îmraliyê destnîşan nake û îdare nake. Konsepteke navneteweyî li ser kar e.

Rewşa Rêber APO û şerê ku faşîst Erdogan li Kurdistanê dide meşandin bi hev ve girêdayî ne. Israra li Îmraliyê, israra di şer û qirkirinê de ye. Encama israra bi vî rengî rastiya faşîzm, xizanî û hilweşîna dewleta Tirk a bi hemû saziyên xwe yên dewletê re radixe ber çavan. Rejîma Tirkiyê ya ku êdî ji netew-dewletê jî hat derxistin, veguherî rejîma monarşî ya Erdogan. Rastiya Tirkiye ya ku demekê ji bo welatên Rojhilata Navîn weke modela Rojava dihat pêşkêşkirin, ji dewletên Rojhilata Navîn jî paşve maye û di rola herî metirsîdar de ye, xwedî armancên nîjadperest, zayendperest, êrîikar, hegemonîk e, gel dikişîne dojehê û dişewitîne, ji kaos û şer têr dibe, hewl dide siyasetê avabike û temenê xwe dirêj bike. Her derê ku destê wî digihije, hêzên şer û paramîlîter îxrac dike. Erdogan ê ku bi anîna terora DAIŞ'ê ya li Bakurrojhilatê Sûriyeyê ji Fransa, Almanya, Îran û welatên din û Rûsyayê re, bi provokasyona Hamasê ya li dijî Îsraîl, hewldana destpêkirina şerê Îran-Îsraîl, Azeriyan êrişî Ermenîstanê bike, hewl dide jixwere firsendan ava bike, vê carê çeteyên DAIŞ'ê derbasî Başûrê Kurdistanê kir. DAIŞ ê ku salên dawî bi operasyona Mûsilê ji Başûr û Iraqê hat paqijkirin, ji aliyê Erdogan ve cardin tê bicihkirin. Armanca şerê dagirkirinê gelek caran ji aliyê Tevgera Azadiya Kurdistanê û derdorên siyasî ve hatiye vegotin. Li hemberî vê yekê jî divê bê nîqaşkirin ka hikûmeta Iraqê, beşên hestiyar, hêzên siyasî yên Iraq û Başûrê Kurdistanê çi dikin. Li ser wê yekê ku Iraq wê ji vê yekê çi bi dest bixe, armanca wê lihevhatina ku Serokwezîrê Iraqê Sûdanî bi Erdogan re çêkir, ew e ku gêrîlayên azadiya Kurdistanê ji holê rakin da ku piştre Başûr lewaztir bike û bi rehetî parve bike. Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fuad Husên ku yek ji kadroyên navendî yên PDK’ê ye, bê guman roleke aktîf di siyasetên leşkerî yên êrîşker de dilîze. Heta ku ev kes li ser kar be, ne gengaz e ku Iraq siyasetên biaqil û avaker bi mebesta dabînkirina aştî û aramiya navxweyî derxe holê. Çalakiyên provokatîf ên ku Wezîrê Karên Hundir ê Iraqê li dijî PKK’ê bi PDK’ê re organîze kiribûn derket holê. Iraqa ku ji sala 2003’an û vir ve ji şer derneketiye, li gorî kiryarên Erdoğan ber bi şerekî ve tê kaşkirin, pêwîstî bi nîqaşên piralî yên berfireh, li dijî xetereyê bilindkirina redkirinan heye. PDK hewl dide Iraq û Başûr bikeve nava komara Tirkiyê û wek diyarî pêşkêşî wan dike. PDK’ê ne bi Iraqê, bi dewleta Tirk a faşîst re tifaqeke stratejîk kiriye. Ji ber ku dixwaze berjewendî û pêşeroja xwe bi dewleta Tirk re çêbike, ne bi Iraqê re, siyaseta navendî ya ku bi hevkariya PDK-TC hatiye diyarkirin, bi Fuad Husên re weke siyaseta derve ya Iraqê tê şêwekirin. Ev rewş dê di dawiyê de bibe sedema windakirina Iraqê.

Êrişên dagirkeriyê yên didomin

Operasyonên leşkerî yên li dijî Başûrê Kurdistanê bi hemû dijwariya xwe berdewam dikin. Dewleta Tirk a faşîst herêmên ku bi awayekî leşkerî lê bi cih bûye weke xaka Tirkiyeyê pênase dike. PDK jî rê li ber dewleta Tirk vedike. Xwepêşandanên civakî yên li dijî dagirkeriyê tên astengkirin, rojnamevanên ku operasyonan dişopînin tên binçavkirin û gef li wan tê xwarin. Li hemberî vê yekê berxwedaneke mezin a hêzên gêrîla didome. Hêzên navneteweyî û dewletên herêmê li hember vê mijarê bêdeng in û piştgiriyê didin şerê heyî. Berteka civaka Kurd gav bi gav pêş dikeve. Berxwedana bi rûmet û helwesta gelê Şeladizê cewher û vîna rast a gelê Başûrê Kurdistanê ye ku li dijî Seddam serî hilda û li ber xwe da. Ji bo Başûr, Erdogan Seddamê duyemîn e, ji bo hemû Kurdan qatil e, Netanyahu ye. Li dijî polîtîkayên qetlîamker ên qatil Erdogan rawestan ji bo her welatparêzekî Kurd pirsgirêka rûmet û hebûnç ye. Yekbûna bi gêrîlayên berxwedêr re û nîşandana helwesteke xurt a yekitiya neteweyî ya welatparêzî, wê Kurdan bike gelê herî geş ê sedsala 21’an. Yên bi ser bikevin wê gelê Kurd, gelên Rojhilata Navîn bin, wê avakirina demokrasî û aştiyê mîsoger bikin.

Çawa ku Erdogan desthilatdariya ragihandina 'Rewşa Seferberî û Şer' desteser kir, desthilatdariya AKP-MHP'ê jî bi fîîlî 24 saetan li Bakur, Başûr, Rojava-Sûriye, Şengal û Iraqê qadên xwe yên şer berfireh dike. Dema ku desthilata Erdogan hebûna xwe dixe nava şer û şer mezin dike, divê hêzên siyasî yên demokratîk, muxalîf û rêxistinên civaka sivîl bi gel re bertekên civakî derbixin holê. Divê şer bibe rojeva sereke ya siyaset û têkoşînê. Lê nirxandina polîtîkaya CHP’ê ya piştî hilbijartinên herêmî girîng e. CHP, her ku diçe dikeve nava siyaseta ku li derdora desthilatdariya mutleq a Erdogan kom buyî. Rola Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel ku di daxwaza Erdogan a ji bo hevdîtina bi Esad re weke navbeynkar bû, zîhniyeta wî ya derbarê pirsgirêka Kurd û Rojhilata Navîn de rave dike. CHP ya ku xwe ji nîqaşkirina pirsgirêka Kurd a kangrenbuyî ya Komara Tirkiyeyê dûr dixe, bi Erdogan re di nava lihevkirineke veşarî de ye. Siyaseta CHP’ê ya ku li şûna fîl bi mûyan re mijûl dibe, her ku firsend dibîne li ser şopa AKP’ê dimeşe. Ozgur Ozel parastina sembola ku di maça futbolê de lîstikvanê nîjadperestê Tirk nîşan da, kir û Wekîlê Serokê Koma CHP'ê A. Mahîr Başarir bi gotina ‘Gulîfka çira’ bi devê AKP'ê xwe dixe nav muxalefetê, diyardeyên heman zîhniyetê ne.

CHP ya ku salane carekê der barê pirsgirêka Kurd de raporekê diweşîne ku weke kevneşopiyekê kiriye, di rewşek wisa de ye ku ji weşandina raporê jî ditirse. Mîna ku CHP’ê di mijara pirsgirêka Kurd de hewl dide desthilatdariyê teqlîd bike, rastiya AKP-MHP’ê jî li ser heman xeta neteweperest û nîjadperest dimeşe. Di hilbijartinên giştî yên 14’ê Gulana 2023’an de tifaqa namzedê serokomariyê yê koma neteweperest ê marjînal Ûmît Ozdag û Serokê Giştî yê berê yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu ku ji bo di hilbijartinê de bi ser bikevin, li ber çavê raya giştî ya demokratîk bê prensîb hate nirxandin û ew rexneyek rewa bû. CHP ya ku ji vê wêneyê dersê dernaxe, pêşbîniya çi guhertinê dike? Erdogan, tirs û krîza windakirina îktîdarê, darizandinê, vediguherîne krîza hemû muxalefetê, bi giştî civakê û siyaset dike. Ew bi demê re dilîze ku bi dirêjkirina temenê rejîma faşîst zemîna pêkanîna stratejiyên nû ava bike. Erdogan polîtîkayên xwe yên şer leztir dike, di heman demê de CHP’ê di birêvebirina krîza aborî û krîza dewletê ya ku zêde dibe de weke amûr bikar tîne. Ger CHP di pirsgirêka Kurd û pîvanên herî bingehîn ên demokratîk de mejiyê xwe paqij neke, dengên ku bi konjektûral distîne wê gav bi gav ji holê rabin.

Tecrîda ku ketiye rewşa rojane, li tevahiya Tirkiyeyê û di her qada jiyanê de tê meşandin. Bi desthilatdariya AKP’ê ya 22 salan re Komara Tirkiyeyê veguheriye xanedana Erdogan. Ji serî heta binî destpêkek nû pêwîst e. Komara 100 salî seqet e. Sedem jî çaresernebûna pirsgirêka Kurd e. Ji bo rejîma Tirkiyê ya Tirk ê Spî, komploger, bazirganê olî, zayendperest, nîjadperest, neteweperest bernameyeke veguherînê ya berfireh pêwîst e. Di vê xalê de ger dînamîkên siyasî yên din, bi taybetî tevgerên jinan û derdorên demokratîk-sosyalîst-muxalîf di eniya berxwedanê de bibin yek û rolek aktîftir bilîzin, guhertinek di rejîma heyî de dikare were pêşbînîkirin. Divê CHP cesaretê nîşan bide ku dev ji rola navbeynkariyê ya di navbera desthilat û muxalefetê de, di navbera gel û monarşiya Erdogan de berde û bi hêzên demokrasiyê re bibe yek. Ji bo vê jî pêwîste ji xeta netewperest û îmhaker a di pirsgirêka Kurd dûr bikevin, li ser hizbayetiyê teng derbikeve û mezin bifikire. Yan wê dengên emanet ên hatin zû bihelin. Partiya DEM’ê xwedî bername, axaftin û çalakiya herî bi îdiaye û di bin êrîşên giran ên faşîzmê de ye. Tê payîn ku dînamîkên din ên siyasî, di serî de partiya DEM, tevgerên jinan û derdorên sosyalîst di eniya berxwedanê de bibin yek û roleke aktîftir bilîzin. Bi dîtina vê rastiyê yên ku bi gel re li qadan ji bo têkoşîna rast a demokrasiyê tevdigerin wê bi ser bikevin.

Eniya demokrasî, azadî

Jinên ku di şerê ku li Rojhilata Navîn û cîhanê belav dibe de; Eniya demokrasî, azadî û aştiyê temsîl dike. Tevgera Jinên Kurdistanê li ser esasê xweparastinê çalakiyên cuda li dar dixe. Li Bakur bi seferberiya rêxistinî çalakî û panelên kombûnê hatin lidarxistin. Dîroka 12 salan a şoreşa jinê ya li Rojava, di serî de konferansa hêzên YPJ’ê, girîngiya xweparastinê bi daxuyaniyên wan û asta têkoşîna jinên Rojava û Sûriyeyê hatin destgirtin. Li aliyê din êrişên dewleta mêr ên ji bo hezmkirina jinan bi hemû giraniya xwe dewam dikin. Di mehên dawî de li Tirkiye û Başûr qetlîamên jinan û bûyerên destavêtinan qat bi qat zêde bûne. Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî tundiya li dijî jinan a li Başûrê Kurdistanê weke ‘qetilkirina hovane û giran, destavêtin, şewitandin’ dide diyarkirin. Dîsa windahiyên salane yên karkerên çandiniyê yên Kurd ên ku li Tirkiyeyê nirxa wan a nûçeyên rojane jî tune ye jî giran e. Bi giranî jin, malbatên Kurd li ser rêya keda cotkariyê, di bin dorpêça mêtîngeh a aborî de têkoşîna jiyanê didin. Rejîma Îranê jî bi polîtîkayên xwe yên girtin û darvekirinê hewl dide jinan bitepisîne. Ev hemû pêkanîn polîtîkayeke dewletê ye. Hewldanên rejîmên şerê taybet in ku xwe bi bedena jinê bidomînin. Her çendî serokkomarê nû yê Îranê bi soza reformê hat ser kar, lê nabe ku em bimînin benda guhertina siyaseta rejîmê ya jinan. Eşkere ye ku ew ê siyaseteke kêmkirina aloziyên bi welatên Rojavayî û Ereb re, hewla nêzîkbûnê û berjewendiyên rejîma heyî bişopîne.

Weke ku ji van hemû geşedanên siyasî jî tê fêmkirin, li Rojhilata Navîn siyaset ji nû ve tê şêwekirin. Ji eniya jinan ve deng bilind dibin û bertek pêş dikevin. Tenê bi têkoşîna yekbûyî ya jinan dikare hemû êrişên dewleta mêr a faşîst werin vale derxistin. Ji bo ku li ser esasê paradîgmaya demokratîk, azadîxwaz û ekolojîk a li ser jinê bi sekneke rêxistinkirî û têkoşer a li dijî dewleta mêr, siyaseta ji nû ve were avakirin, polîtîkayên şer ên heyî di pêvajoya pêş de bi şopandina siyaseteke aktîftir dikare were pûçkirin.