Dîna Emîr a Sûdanî bi şikandina bêdengiyê bû mînak
Dîna Emîr a Sûdanî di zewaca 10 salan de rastî şîdeta aborî û derûnî hat lê ji bo zarokên xwe tehemul kir. Piştî ku fam kir dawî li vê yekê nayê, bi cesaret biryara hevberdanê da û piştî pêvajoyek dirêj a dadgehê bi ser ket.
MÊRVET EBD EL-QADIR
Sûdan – Li Sûdanê gelek jin rastî şîdeta nava malbatê ya bi gelek awayan tên û ji ber normên civakî û valahiyên zagonî gelek ji wan ji neçarî bêdeng dimînin lê hinek ji wan behsa êşên dikşînin dikin û dîwarê tirsê hildiweşînin. Dîna Emîr a ku di 10 salên zewaca xwe şîdetê dît, bi wê rewşê re têkoşiya û di encamê de hevjînê xwe berda.
Dîna Emîr a 40 salî, tevî hemû awayên şîdeta ku ji hevjînê xwe didît, nizanibû ku dê di jiyanê de tiştên wiha werin serê wê. Dema ku bi ser xwe ve hat daxwaza hevberdanê kir û biryar da ku vê yekê vebêje. Dîna Emîr wiha dibêje: “Mirovê ez pê re zewicîbûm, tenê xwe difikirî, pir bê hest bû lê ji bo zarokên xwe min tehemul kir. Li dijî min her cureyê şîdeta ku nayê dîtin kir; min terikand, bi tenê hişt, daxwazên min ji nedîtîve hat û nehişt ez malbat û hevalên xwe bibînim.”
Şîdeta aborî û derûnî
Dîna Emîr, diyar kir ku hevjînê wê bêkar bû, tevî vê jî dixwest daxwazên wî yên madî bi cih bîne, dema ku li dijî vê yekê derketiye pere û milkê wê desteser kiriye, nehiştiye zarokên xwe bibîne. Dîna Emîr dibêje ku ji ber vê yekê nexweş ketiye; ji ber felca ku dubare bûye, lingek wê hatiye jêkirin û nexweşiyên din pê re çûbûne. Dîna Emîr diyar dike ku tevî êşa kişandiye jî piştî ku nexweş ketiye û milkê wê hatiye desteserkirin malbata wê destek daye. Her wiha dide zanîn ku dema daxwaza hevberdanê kiriye dayîk û xwişkên wê li balê bûne û ji bo hevberdanê cesaret dane. Dîna piştî pêvajoya dirêj a dadgehê hevjînê xwe berdaye.
Bêdeng neminin
Zagonên statuya şexsî, jinan weke aliyê qesl dibînin û bi dibetiya ku jin nikaribin zarokên xwe xwedî bikin, weleyetê dide bavên wan. Dîna Emîr diyar dike ku ji ber lingê wê hat jêkirin, ji bo welayeta zarokan der barê wê de doz hatiye vekirin û got ku dadgehê di lehiyê de biryar daye.
Dîna Emîr, her wiha diyar kir ku ji ber bavê wê şîdetê li dayîka wê dikir, ji fikra zewacê ditirsya û got ku mixabin di zewaca xwe de jî rastî şîdetê hatiye û got: “Dayîka min digot bi sebir be, mala xwe û zarokên xwe biparêze. Ji min re digot şîdeta derûnî ya dibînim asayî ye, heta ku şîdeta fizîkî nebinim divê nekevim nava fikaran.”
Dîna Emîr, bi peyama ku ji bo jinên Sûdanê û welatên Ereb da bal kişand ku divê jin li dijî şîdeta li ser xwe bêdeng neminin û bizanibin ku azadî ji her tiştî bi nirxtir û hêjatir e.
Dîna Emîr, nîşan dide ku li Sûdanê bi hezaran jin bi awayên şîdetê re rûbirû ne lê gelek ji wan ji ber malbatên xwe ji neçarî bêdeng dimînin.