Dilbend Refîq bi mozvaniyê debara xwe dike
Mozvana gundê Topzawa yê navçeya Koye Dilbend Refîq dibêje: “Karekî giran e lê dema mirov fêr dibe xweş e.” Piştî 25 salên xebata xwe ya di vî warî de, niha ne tenê mozan xwedî dike, her wiha bi rêya medyaya dijîtal berhemên xwe dide nasîn û firotin.”
ŞILÊR KOYE
Koye – Dilbend Refîq, nişteciha gundê Topzawa yê navçeya Koye ya ser bi bajarê Hewlêrê ve ye. Dilbend Refîq ev 25 sal in li gel malbata xwe karê mozvaniyê dike, bi vî karî debara jiyana xwe pêk tîne. Her wiha piştî karê malê û xwedîkirina zarokan, dema xwe bi mêşan re derbas dike. Berê dapîr û bapîrên wan her tim wek mozvan xebitîne. Niha ew jî li ser rêya wan dimeşe. Karê wê destpêkê bi kirîna çend mozan dest pê kir, paşê hêdî hêdî bipêş ket û didomîne.
‘Di Tîrmehê de em hingiv dibirin’
Dilbend Refîq têkildarî karê xwe yê mozvaniyê ji ajansa me re axivî. Dilbend ragihand ku di meha Sibatê de, mozan tînin da ku hingiv hilberînin û wiha domand: “Ez rojane têm nav wan û pêwîstî û ava wan amade dikim heta demsala birînê. Di meha Tîrmehê de em dest bi birîna wan dikin. Ez wan amade dikim û dixim nav qutiyan. Piştre dikşînim û ji bo firotinê amade dibin. Paşê em mozan dibin deverên çiyayî û zozanan. Ji ber ku ev der germ e. Li zozanan bihar dest pê dike, kulîlk dubare şîn dibin û mozên me dîsa li wir hingiv çêdikin. Em meha Îlonê wan dîsa tînin Koye.”
Dilbend Refîq mozên xwe veneşare û da zanîn ku mozvanî karek giran e. Dilbend got ku ew hemû her roj bi mozan re mijûl dibin û wiha domand: “Dema mirov fêr dibe karek xweş e. Tişta nexweş ew e ku gava mêşhingiv nexweş dikevin û dermanek baş tune be û rayedar jî di peydakirina pêdiviyan de nebin alîkar.”
‘Hawirdkirina hingivê derve zirarê dide hingivê xwezayî yê Kurdistanê’
Dilbend Refîq derbarê astengiya li pêşiya mozvaniyê de wiha got: “Dema tên firotin, dibe pirsgirêk. Hingivê Îran û welatên din kîlo bi 5 hezaran e û qalîteya wan ne başe. Hingivê Kurdistanê hingivê herî baş e, ji ber gelek gul û baxçeyên me hene. Dema bi 25 hezaran bidin, perê xwe dernaxe. Ji ber wê, divê dawî li hawirdekirina hingivê wisa bê anîn. Çawa dibe ku kîloyek 5 hezaran be, çiqas xirab be an şekir be jî.”
Roj heye 25 caran mêşan pêve daye
Heta me hevpeyvîna xwe qedand, mozan çend caran êrîşî Dilbend Refîq kir û em neçar man ku ji şaneya mozan derkevin. Dilbend Refîq wiha got: “Hin roj hene ku 24 an 25 moz, bi min vedane, lê tiştek nabe. Em fêr bûne. Ji bilî zarokek min, em hemû fêrî alerjiya mêşan bûne. Em fêr bûne ku moz bên mala me û dema mêvanên me tên, bi wan vedidin. Ji ber moz ji cilên reş hez nake û car heye dema bi cilên reş diçin nav wan, hêrb dibin, an jî çûkek di nav wan re derbas dibe ew hêrs dibin û xwe diparêzin. Her çend ew cûre moza ku em jê re dibêjin ‘Moza enerjîk’ gelek feqir în, gelek cûreyên mozan hene. Her yek cûda ye, li gorî cih û erdnîgariyê tama hingiv diguhere.”
‘Jin xwedî hêz in, dikarin hemû karan bikin’
Dilbend Refîq di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Ne tenê di xwedîkirina mozan de ez alîkariya hevjînê xwe dikim, bi rêya peywendiyên civakî û bi rêya malperên xwe em hingiv difiroşin û didim hevalên xwe. Ew gelek hêz didin min. Ji ber vê ez difikirim ku jin ger bixwazin, berovajî kesên ku dibêjin jin nikarin tiştekî bikin, xwedî potansiyelek mezin in. Em jin di karan de ji mêran bêtir dixebitin û bi taybetî di karên giran de wek karê mozvanî ku gelek giran e.”