Dibe ku nexweşxaneya dawî ya li Xezayê ji xizmetê derkeve

Dibe ku Nexweşxaneya Şehîdan a Eqsayê ya li bajarê Dêr El-Belahê ku nexweşxaneya herî dawî ya li Zîvala Xezayê xizmet dide ye, ji ber nebûna sotemeniyê de di nava 48 saetan de ji xizmetê derkeve.

Navenda Nûçeyan – Îsraîlê, êrişên xwe yên li dijî Zîvala Xezayê bênavber berdewam dike. Di daxuyaniya ku ji aliyê Ofîsa Ragihandinê ya hikûmetê ya li Xezayê ve hate dayîn de, têkildarî pirsgirêka sotemeniyê ya li Nexweşxaneya Şehîdan a Eqsayê ya li Xezayê ku di bin êrişên dijwar ên Îsraîlê de ye û gihandina alîkariyên mirovî hatine rawestandin de agahiyan da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin, "Rêveberiya Nexweşxaneya Şehîdan a Eqsayê, ragihand ku di nava 48 saetan de sotemeniya nexweşxaneyê xilas dibe û lewma xizmetên tenduristiyê û tibî bên rawestandin." Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku piştî êrîşan 33 nexweşxane ji xizmetê derketine û wiha hate gotin:

“Piştî ku Îsraîl a dagirker pergala tenduristiyê hilweşand, gihandina sotemeniyê ya Nexweşxaneya Şehîdan a Eqsayê ya nexweşxaneya herî dawî ya li Zîvala Xezayê jî hate rawestandin. Hate destnîşankirin ku ger nexweşxane ji xizmetê derkeve wê bi taybetî jiyana nexweşên di lêgerîna giran de û pitikên di kuwozê de, jiyana hemû nexweş û birîndaran bikeve dibin xeteriyek cidî de.” Di daxuyaniyê de bang li sazî û rêxistinên navneteweyî hate kirin ku "di demek herî nêz de alîkariya sotemeniyê bidin nexweşxaneyê."

Berdevka Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê Margaret Harris jî, hişyarî da ku ger ji bo Xezaya ku di bin êrişên dijwar ên Îsraîlê de ye û gihandina alîkariyên mirovî hatine rawestandin re alîkariya sotemeniyê pêk neyê, wê pergala tenduristiyê “bi tevahî hilweş e”.