Di zarokatiya xwe de hat zewicandin rastî şîdetê hat
Li Efganistanê, şîdeta nava malbatê ya li dijî jinan, bi faktorên çandî û aborî her diçe kûrtir dibe. Zordariya li ser Golsar Mohammadû, nîşan dide ku bi hatina Talîbanê re jin bê parastin mane.
Belh – Li Efganistanê şîdeta nava malbatê ya li dijî, yek ji pirsgirêkên civakî yên herî mezin e. Gelek jin
Gelek jin, di nava malê de rastî şîdeta fizîkî, derûnî, zayendî û aborî tên û ji tirsa ku navê wan derbikeve, ji zexta malbatê û kêmasiyên mekanîzmayên desteka civakî nikarin daxwazên xwe bînin ziman. Ji ber bawerî û kevneşopiyên şaş ên ku otorîteya mêran a li ser jinan, mutleq dibînin û şîroveyên olî, şîdet “maf” an jî weke “rêbaza terbiyekirinê” tê meşrûkirin. Xizaniya aborî, bêkarî û zexta derûnî ya ku ji ber şerên bi salan çêbûye, şîdeta nava malbate kûrtir dike.
Şîdet nifş bi nifş didome
Bi hatina Talîbanê ya ser desthilatdariyê re, rewşa jinan girantir bû. Astengkirina perwerde û mafê xebatê, girtina saziyên ku destekê didin jinan û tunebûna mekanîzmayên hiqûqî, hemû jinên ku rastî şîdetê hatin bê parastin hişt. Encamên şîdeta nava malê tenê bi birîndarkirina fizîkî bi sînor namîne, rê li ber depresyon, fikar, tunebûna xwebaweriyê, xwekuştin û bandorên giran ên derûnî vedike. Her wiha zarokên ku dibin şahidên vê şîdetê, travmaya ku dijîn, bi demê re weke tevgerên asayî dibînin û ev yek dibe sedem ku vê çerxa şîdetê nişf bi nifş bidome.
‘Bavê min ez hê 12 salî bûm min zewicand’
Golsar Mohammadî ya Efganistanî behsa şîdeta ku di nava malbatê de dîtiye û bandora wê ya li ser jiyana xwe kir û wiha got: “Dema ku dayîka min ji nexweşiya penceşêrê mir, ez hê du yan jî sê salî bûm. Ez, bavê min û du xwişkên min em bi hev re jiyan. Her kesê bavê min teşwîq dikir ku ji nû ve bizewice. Bavê min piştî ku zewicî bi hevjîna xwe re ji gund çû Kabulê. Min, birayê min û du xwişkên min li gundekî dûrî Mezar-i Şerîf hiştin. Bavê min tenê di navberê de dihat serdana me. Ji bo me hersê xwişkan tenê tişta ku kir zewicandina di temenê biçûk de bû.”
Golsar Mohammadî bal kişand ku bavê wê dema ku hê 12 salî bûye, wê bi kurê hevjîna xwe yê ku 18 salî bûye re zewicandiye û wiha domand: “Bavê min bi kurê hevjîna xwe re min zewicand. Ew 18 salî bû, ez jî 12 salî bûm. Birayê min ji keça hevjîna bavê min hez dikir û dixwest pê re bizewice lê bavê min nedipejirand. Hevjîna wî şert danî û got ‘ger kurê te bi keça min re bizewice tuyê keça xwe bidî kurê min.’ Ez li dijî derketim lê bavê min bi zor û tundî bêyî ku fikra min bipirse bi kurê hevjînê xwe re min zewicand.” belirtti.
‘Ji bo ku keça min jî heman êşan nekişîne…’
Golsar Mohammadî, got ku tevî temenê wê di nasnameyê de 20 e jî ji ber şîdeta ku dîtiye xwe weke “50 salî hîs dike.” Gulsar diyar dike ku çar zarokên wê çêbûne û wiha bi dawî dike: “Ez her rojê rastî biçûkxistin û heqaretê têm. Gelek caran, ji aliyê bavê xwe, dêmariya xwe û hevjînê xwe ve rastî şîdetê hatim. Tevî êş û azarên ku min kişandin jî ji bo ku keça min ku yeka tenê ye heman êşan nekişîne çi ji dest min tê dikim. Li dijî şîdeta bavê xwe û hevjînê xwe keça xwe diparêzim û çi dibe bila bibe, hewl didim wê perwerde bikim.”