Di xwepêşandanên Îranê de tundiya dewletê zêde dibe

Li dijî xwepêşandanên Îranê tundiya giran tê pêkanîn. Êrîşên rasterast ên hêzên ewlehiyê, bi zorê îtiraf kirin, bi sedan binçavkirin û darvekirin, qutbûna înternetê û manîpulasyona di medyayê de didome.

Navenda Nûçeyan- Tevî hema bibêje bi ser xwepêşandanên gel ên Îranê çar hefte derbas bû, zexta hikûmetê zêdetir bûye. Qetilkirina xwepêşanderan, bikaranîna gaza kîmyewî, qutbûna înternetê li gelemperî welat bi zêdebûna bi zorê îtirafkirinê re hikûmet hewl dide xwepêşandanan bitepesîne û hêza gel bişkîne.

Li gorî rapora rêxistinên mafên mirovan, komek bijîşk û pisporên tiba edlî, hişyarî dan ku di vê pêvajoya zextê de pêkanîna tibî, bêalîbûn û standartên otopsî bi awayekî sîstematîk binpê dike. Li gorî wan dîmenên birîndar û kesên jiyana xwe ji dest dane, binpêkirinên tibî yên dubare dibe radixe ber çavan. Mirov beriya jiyana xwe ji dest bidin, mudaxele ji derveyî navendê fermî, kirin kesên birîndar bê tedawî hiştin, di cenazeyan de birînên balkêş û şopên tundiyê tesbît kirin di nava binpêkirinan de tên hesibandin.

Li herêmên Rojhilat berxwedan û zext

Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê, ragihand ku nasnameya 7 kesên di dema xwepêşandanên gel ên li Kirmaşan, Tahran, Karac û Abadan jiyana xwe ji dest dane piştrastkirin. Li gel vê daxuyaniyê, hejmara Kurdên hatine qetilkirin gihîştiye 65’an, ji yên jiyana xwe ji dest dane 6 jê zarok in. Li gorî raporan, piraniya van kesan bi êrîşên rasterast ên hêzên ewlehî û leşkerî jiyana xwe ji dest dane, gelek kes, li herêmên Rojhilat an jî cihên din ên Îranê rastî tundiyên dijwar tên. Bûyerên ku di raporan de hatine tesbîrkirin wiha ye:

“* Kurdek ê Kirmaşanê yê 26 salî, bi guleyê hat qetilkirin û cenaze di 13’ê Çileyê de hat definkirin.

* Li Kirmaşanê welatiyek dema firoşgeha xwe digirt gule lê hat rijandin û jiyana xwe ji dest da.

*Malîka Dastyab a 21 salî, ji aliyê Muhafizên Şoreşê ve hat qetilkirin, cenaze li Dalaho hat definkirin.

* Li Kirmaşanê, Kurdek ku li xwişka xwe ya astengdar mêze dikir, di dema xwepêşandanan de jiyana xwe ji dest da.

* Kesek ji Mehranî yê 33 salî li Abadan gule li pişta wê ket, cenazeyê wê piştî 5 rojan radestî malbata wê kir.

*Kurdek Selmasî li Tahranê gule lê hat dayîn û di binçavan de jiyana xwe ji dest da, malbat hê nizane sedema mirinê îşkence ye, yan gule ye.”

Bi zorê îtiraf û binçavkirin

Hemwext, raporên dawî, nîşan dide ku endama hîndekariya fakulteya tibê ya Tehranê û pispora tiba edlî Dr. Şemsî Abbasalî Zade ji aliyên hêzên ewlehiyê ve hatiye binçavkirin û travmaya cidî ya mejî derbas kiriye nîşan dide. Şemsî Abbasalî Zade, beşdarî xwepêşandanên 2022’an bûye û ji bo mafên gelan parastiye ji xebatên perwerdeyê û tedawiyê hatiye dûrxistin.

Di heman demê de, di 8’ê Çileya 2026’an de Semîra Baharamî ya 38 salî û keça wê Abrisham a 18 salî, li mala xwe ya Bam de ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û hê aqubeta wê nayê zanîn. Li gorî çavkaniyên xwecihî, dest danîne ser hemû mal, wesayîd, mal û hesabên bankayê.

Dîmenek nû hat parvekirin, nîşan dide ku hêzên ewlehiya Îranê li Bulwara Vakilabad, rasterast gule li xwepêşanderan  dirijîne. Li heman herêmê, gelek kesan jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn. Di rojên dawî de, li Qom, Talesh, Sabzevar û Shahrreza di nav de jin jî herî kêm 7 xwepêşander hatin binçavkirin. Nêzî 200 kes jî li bajarên cuda yên Kurdistan û Rojhilatê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin girtin.

Medyaya hikûmeta, van kesan, bi hilweşandina mizgeft, banqe û avahiyên dewletê sûcdar kir. Dîmenên îtirafa hinek kesên di bin çavan de weşand.

Astengkirina înfaz û herikîna agahiyan

Li gorî ajansa Nûçeyan a Herana, xwepêşandanên li seranserî welat û di dema qutbûna înternetê de, di 21’ê Çileya 2026’an de li girtîgehan 12 girtî hatin darvekirin. BBC, diyar kirin ku xwegihandina wêneyên hejmara kesên di xwepêşandanên li Îranê de jiyana xwe ji dest dane û nasnameya 326’an piştrast kiriye. Hat diyarkirin ku di nava kesên jiyana xwe ji dest dane 18 jê jin in. Gelek cenaze, birîndar ji ber tundiyê di rewşa neyên naskirin de ye û hinek hatine kodkirin. BBC’ê da zanîn ku ev dîmen gelek bi tirs in û ev hejmar tenê beşek biçûk nîşan dide.

Li seranserî welat qutbûna înternetê

Rejîma Îranê, înternet qut kir û welat ber bi tarîtiya têkiliyan ya wek wê nehat ditîn ve biriye. Saziya weşanê yên dewletê, ragihand ku di 20’ê Çileya 2026’an de termînala Satarlîng bloke kirine. Înternet ji 8’ê Çileyê ve hatiye qutkirin. Tenê li ser sîm qertên spî û bi sînor hinek rêbazên raya giştî ya derve pêkanîn.