Di xwepêşandanên Îranê de jinek hate qetilkirin
Di xwepêşandanên li Îranê ev 14 roje didome de, êrîşên dewleta Îranê didomin. Di encama êrîşa Polîsan de jina bi navê Akram Pîrgozî hate qetilkirin.
Naveda Nûçeyan – Xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê, ev 14 roje herku diçe mezin dibe. Li bajarî Neyşapur a eyaleta Horasan ya Dazawî ya Îranê, di 7’ê Çileyê de hêzên rejîmê bi çekan êrîşê girseya derketine qadan kir.
Di encam êrîşan de jina bi navê Akram Pirgozî bi giranî birîndar bû. Akram Pirgozî ku rakirin nexweşxaneya 22 Bahman a li Neyşapurê jiyana xwe ji dest da.