Di xwepêşandanên Îranê de herî kêm 6 hezar û 126 kes hatin kuştin

Li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê bîlançoya tundiya rejîma Îranê ya li hemberî xwepêşandanan giran dibe. Di xwepêşandanan de herî kêm 6 hezar û 126 kes hatin kuştin.

Navenda Nûçeyan- Ev mehek e xwepêşandanên gelê Îranê û Rojhilatê Kurdistanê li dijî krîza aborî, siyasî û civakî tevî hemû zextên girtin, kuştin û darvekirinê didomin. Rêxistina Mafên Mirovan (HRANA) ku navenda wê li Amerîkayê ye, bi daxuyaniyek ragihand ku herî kêm 6 hezar û 126 kes di xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê de hatine kuştin.

Li gorî HRANA’yê, ji kesên jiyana xwe ji dest dan 5 hezar û 777 kes xwepêşandêr, 86 jê zarok, 214 ji wan jî wezîfedarên ewlekariyê, 49 mirovên sivîl bûn. Rêxistinê ragihand ku 17 hezar û 91 bûyerên mirinê jî tên lêkolînkirin.

Herî kêm 41 hezar û 880 kes hatin binçavkirin

Li gorî heman raporê di çarçoveya çalakiyên şermezarkirinê de herî kêm 41 hezar û 880 kes jî hatin binçavkirin. Parêzvanên mafên mirovan diyar kirin ku birîndar li nexweşxaneyan tên binçavkirin. Lê Wezareta Tenduristiyê ya Îranê van îdiayan red dike.

Rêveberiya Îranê hefteya derbasbûyî daxuyaniyek da û diyar kir ku bi giştî 3 hezar û 117 kes hatin kuştin, beşeke mezin a kesên hatin kuştin wezîfedarên ewlekariyê bûn.

Li hemberî vê yekê, li gorî hinek çavkaniyên muxalîf 36 hezar û 500 kes hatin kuştin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê (IHR) a ku navenda wê li Norwêcê ye diyar kir ku herî kêm 3 hezar û 428 xwepêşandêr hatin kuştin lê belê hejmara rast dibe ku gelek zêdetir be.