Di xwepêşandanên Îranê de 54 jê zarok 5 hezar û 137 kes hatin kuştin

Li gorî Ajansa Mafên Mirovan (HRANA), di protestoyên li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê de 54 jê zarok 5 hezar û 137 kes hatin kuştin, herî kêm 7 hezar û 402 kes bi giranî birîndar bûn û 27 hezar û 797 kes jî hatin binçavkirin.

Navenda Nûçeyan- Li gorî rapora dawî ya HRANA'yê, di nava 28 rojên dawî de li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê 54 jê zarok û 4 hezar û 824 jê sivîl 5 hezar û 137 kes hatin kuştin.

Li gorî raporê, di dema xwepêşandanan de herî kêm 7 hezar û 402 kes bi giranî birîndar bûn û 175 ji wan zarok bi giştî 27 hezar û 797 kes hatin girtin.

Li seranserê welat li 194 bajarên li 31 wîlayetan 640 xwepêşandanên şermezarkirinê hatin lidarxistin.

HRANA'yê, ragihand ku xwepêşandanên şermezarkirinê kêm nebûne, rejîm jî li hemberî vê yekê înternetê dibire, mirovan digre û polîtîkayên zextê girantir dike.

Dîmenên mikurhatinên bi zorê

Di raporê de hat ragihandin ku li wîlayetên Kerman, Tehran Semnan û Îlamê (Rojhilatê Kurdistanê) li bajarê Lûmarê herî kêm 22 kes hatine binçavkirin her wiha dîmenên mikurhatinên bi zorê hatin weşandin.

HRANA'yê diyar kir ku ev dane hemû di atmosfereke wisa de hatin girtin ku înternet li seranserê welat hatiye qutkirin.