Di xwarina girtiyên jin de gule derket

Hate zanîn ku li Girtîgeha Jinan ya Amedê di xwarina girtiyan de gule derketiye.

Navenda Nûçeyan- Li girtîgehan her roja diçe binpêkirinek din zêde be, hatina nûçeyên îşkence û gefan berdewam dike.

Hate zanîn ku li Girtîgeha girtî ya Jinan ya Amedê, di xwarina girtiyan de gule derketiye. Li gor zanyariyên hatiye bi destxistin; di 1’ê Gulanê de di xwarina vejeteryen ya dida girtiyên ku li qawişa A-9 tên girtin de gule derketiye.

Girtiyên ku girtîname girtin, li îdareya girtîgehê û dozgeriya girtîgehê giliyê sûc kirine.