Di xalên kontrolê de erkdarkirina zarokan

Li gorî daxuyaniya Rêxistina Perwerdeya Besîc, xwendekarek 11 salî, dema li derdora rêya leşkerî li Tahranê di xalek ya kontrolê de erkdar bû, di encama êrîşa belefira bê mirov (ÎHA) de jiyana xwe ji dest da.

Navenda Nûçeyan – Li gorî daxuyanî û raporên ku çavkaniyên cûda weşandin, îşaret bi wê yekê dikin ku di xebatên girêdayî hinek xalên kontrolê yên li Îranê zarok erkdar kirine. Piştî ku zarokek 11 salî jiyana xwe ji dest da, metirsiyên vê rewşê carek din bû rojev.

Li gorî daxuyaniya Perwerdeya Besîcê, xwendekarê 11 salî Elî Reza Caferî di 10’ê Adara 2026’an de, dema li rêya leşkerî ya Tehranê ya xalek kontrolê bû, di encama êrîşa balefirên bê mirov de jiyana xwe ji dest da.  

Di xalên kontrolê de zarok hene

Li gorî ku dayîka zarok dibêje, Elî Reza di şeva bûyerê de bi bavê xwe re çûbû xala kontrolê, ji ber kêmbûna personelan li cihê bûyerê amade bû. Heman çavkaniyê da zanîn ku li van xalên kotrolê zarokên 15 û 16 salî hene.

Di heman demê de, nûçeyên derbarê benga ku ji aliyê Artêşa Muhafizên Şoreşa Îslamî ya Tehranê ya Mezin ve hatibû kirin, bû rojev. Ji bo qebulkirina kesên temen biçûk di leşkertiyê de temenê 12 salî hatiye diyar kirin û wan zarokan weke ‘erkdarên, ewlehî, operasyonel û piştgiriyê’ digrin dest. Weşandina vê nûçeyê rê li ber fikarên derbarê beşdarbûna kesên dibin temenê 18 salî de vekiriye û ev yek metisiyek mezin jî bi xwe re tîne.

Berê aktivîstên mafên mirovan, raporên derbarê leşkerkirin û bikaranîna zarokên di hin avahiyên girêdayî saziyên leşkerî yên li Îranê de weşandin. Saziyên wek rêxistinên Efûya Navneteweyî, diyar kirin ku bikaranîna zarokan di çalakiyên leşkerî de, binpêkirina Peymana Mafê Zarokan û erkên navneteweyî ye.  

Li beramberî vê, rayedarên Îranî daxuyanî dabûn û bikaranîna zarokan di çalakiyên leşkerî de înkar kirin û destnîşan kir ku ev yek xwe dispêre esasê ‘dilxwaziyê.’ Lê belê derbarê bûyerên dawî yên bûne rojev de daxuyaniyek nehate dayîn.

Mirina vî zarokî û raporên derbarê zarokên ku di xalên kontrolê de tên bikaranîn fikarên derbarê ewlehiya zarokan ya di nava alozî û pevçûnan de zêde kir. Her wiha ev bûyerên bi vê awayî ne tenê jiyana zarokan heman demê de derûniya malbat û civakê jî xirab dike û bi xwe re encamên xirab jî tîne.