Di topbarana dewleta Tirk de jinek din jiyana xwe ji dest da
Di encama êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û rojhilatê Sûriyeyê ku ev du rojin berdevam dike jina bi nave Aya El Sebawî jiyana xwe ji dest da û jina bi navê Sureya El Sebawî jî birîndar bû.

Navenda Nûçeyan-Dewleta Tirk aşxaneya gundê Um El Fursan ê rojhilatê Qamişloyê topbaran kir. Di encamê de jina ciwan bi a navê Aya El Sebawî jiyana xwe ji dest da û keçapa wê Sureya El jî Sebawî birîndar bû.
Her wiha dewleta Tirk werşeyeke dirûtinê li taxa Meyselûn a Qamişloyê kir hedef.
Bi vê daneyê re heta niha li kantona Cizîrê 7 welatî jiyana xwe ji dest dan û 10 welatî birîndar bûn. Her wiha li Kobanê jî 2 welatî birîndar bûn.