Di Sûriyeya nû de mafên jin û gelan - GOTAR

NEXEM ÇAÇAN

Bi hilweşîna rejîma Baas a di 8’ê Kanûna 2024’an de, di dîroka Sûriyeyê de qonaxeke nû dest pê kir. Piştî zêdetirî 50 salên zilm û desthilatdariya dîktator, derfeteke nû ji bo avakirina welatekî ku mafên hemû pêkhateyên biparêze derket holê. Lê hilweşîna rejîmekê bi tena serê xwe têrê nake, guhertina hişmendiyê, bingeha desthilatdariyê û têkiliya di navbera dewlet û civakê de jî pêwîst e.

Di vê çarçoveyê de hikûmeta demkî, pêvajoya entegrasyonê ya di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD)’ê û hikûmetê de, mafên gelê Kurd û pêşeroja jinan ji mijarên sereke ne. Pirs ew e ka ev guherîn çiqas li ser bingeha demokrasî, wekhevî û dadweriyê ava dibin û dê çawa pêşeroja Sûriyeyê şêwe bikin.

Ji hilweşîna rejîma Baas heta destpêka qonaxa derbasbûnê

Piştî hilweşîna rejîma Baas, hikûmeta demkî ya Sûriyeyê bi berpirsiyariyên mezin re rû bi rû ma, di nav de ji nû ve avakirina saziyên dewletê, misogerkirina ewlehiyê, çareserkirina qeyranên aborî û civakî û avakirina baweriya gelan. Lê dijwariyên vê qonaxê nikarin bibe sedem ku mafên mirovan, wekhevî û beşdariya siyasî bên paşguhkirin.

Hilweşîna rejîmê derfeteke nû ji bo nîqaşkirina pêşeroja welat afirand, lê nîgeraniyên der barê komkirina desthilatdariyê, sînordarkirina beşdariya pêkhateyan û nebûna misogerkirina mafên mirovan de berdewam in. Her wiha binpêkirinên mafan û bûyerên tundîtiyê nîşan didin ku aramiya mayînde bêyî mekanîzmayên berpirsiyariyê û kontrola serbixwe pêk nayê.

Ji ber vê yekê, nirxandina hikûmeta demkî pêwîst e li gorî encamên biryarên wê di jiyana gelan de were kirin. Dewleteke nû bi sozên siyasî nayê avakirin, bi qanûnên parastina mafan, saziyên berpirsiyar û beşdariya rastîn a civakê tê avakirin.

Peymana 10’ê Adara 2025’an: Derfeteke siyasî û pirsgirêka pêkanînê

Di 10’ê Adara 2025’an de, di navbera Serokê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê Ehmed EL-Şera û Fermandarê QSD’ê Mezlûm Ebdî de peymanek hate îmzekirin. Armanca wê entegrasyona saziyên sivîl û leşkerî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di nava saziyên dewletê de, rawestandina pevçûnan û vekirina rêyekê ji bo çareseriyên siyasî bû.

Peyman, derfeteke girîng ji bo çareserkirina pirsgirêkan bi diyalogê, naskirina mafên gelê Kurd û avakirina têkiliyeke nû di navbera rêveberiya herêmî û saziyên navendî de afirand. Lê cudahiyên der barê awayê entegrasyonê, yekgirtina hêzên leşkerî û avahiya rêveberiyê de, li pêşiya pêkanîna wê di dema diyarkirî de bûne asteng.

Ve pêvajoyê nîşan da ku îmzekirina peymanê têrê nake, bêyî bawerî, hevfêmkirin û garantiyên zelal, peymanên siyasî di pêkanînê de bi astengiyan re rûbirû dibin.

Ji ber vê yekê, pirsa bingehîn ne tenê pêkanîna entegrasyonê bû, lê bingeha wê ye; Gelo ew li ser hevkarî û naskirina mafan ava dibe an li ser yekalîkirina desthilatdariyê?

Ji nakokiyên siyasî heta pevçûnên destpêka 2026’an

Di dawiya 2025’an û destpêka 2026’an de, nakokiyên li ser pêkanîna peymanê kûrtir bûn. Di Çileya 2026’an de pevçûn di navbera hêzên hikûmeta demkî û QSD’ê de li Helebê û paşê li herêmên din belav bûn û ev yek bû sedema guhertinên erdnîgarî û koçberbûna gelek malbatan.

Ev bûyer nîşan dan ku têkçûna diyalogê dikare encamên giran li ser sivîlan bihêle û hêviyên aramiyê lawaz bike. Her wiha aloziya ewlehiyê û paşvekişîna hinek hêzan pêdiviya mekanîzmayên parastina sivîlan û pêşîlêgirtina pevçûnên nû zêdetir kir.

Ev pêşketin careke din destnîşan kir ku pirsgirêka Sûriyeyê ne tenê entegrasyona hêzên leşkerî ye, avakirina peymaneke siyasî ye ku maf, îrade û pêşeroja hevbeş a hemû pêkhateyên Sûriyeyê misoger bike.

Peymana Çileya 2026’an û qonaxa nû ya entegrasyonê

Di 18’ê Çileya 2026’an de, di navbera hikûmeta Sûriyeyê û QSD’ê de peymaneke agirbestê û entegrasyonê hate ragihandin. Di 29’ê Çileya 2026’an de jî li ser mekanîzmayên pêkanîna wê nêzîkatiyên din hatin ragihandin. Di bendên peymanê de rawestandina pevçûnan, entegrasyona hêzên leşkerî û ewlehiyê, tevlîkirina saziyên sivîl a di nava saziyên dewletê de û vegera ewle ya koçberan hebû.

Li gorî peymanê, saziyên sivîl ên Rêveberiya xweser divê di nava saziyên dewletê de werin entegrekirin, hêzên ewlehiyê li Hesekê û Qamişlo bi awayekî hevrêzkirî bicih bibin û endamên QSD’ê jî tevlî saziyên leşkerî yên dewletê bibin. Her wiha peyman behsa mafên çandî û zimanî yên Kurd û beşdariya siyasî jî dikir.

Lê serkeftina entegrasyonê tenê bi entegrasyona saziyan û hêzan nayê pîvan, girîng e ku mafên gelê Kurd û îradeya gelên herêmê jî bên parastin. Entegrasyon bêyî çareserkirina pirsgirêkên bingehîn ên siyasî û bêyî çarçoveyeke destûrî ya zelal, dikare tenê pêvajoyeke îdarî û leşkerî bimîne.

Ji ber vê yekê, entegrasyon divê li ser bingeha naskirina mafan, parastina ziman û çandan, beşdariya di biryardayînê de û çavdêriya qanûnî were meşandin. Her wiha pêwîst e mekanîzmayên berpirsiyariyê zelal bin ku gel bizanibe mafên wî çawa tên parastin û di rewşa binpêkirinê de kî dê berpirsiyar be.

Entegrasyon û pêşeroja pêvajoya demokratîk

Entegrasyon, bi şertê ku ne tenê wekî entegrasyona leşkerî be, dikare derfeteke nû ji bo avakirina Sûriyeke demokratîk be û wekî pêvajoyeke siyasî ya parastina maf û beşdariya hemû pêkhateyan were dîtin. Armanca bingehîn divê avakirina dewleteke ku hemû pêkhate di biryardayînê de xwedî îrade û maf bin.

Entegrasyona saziyên dewletê dikare karûbarên giştî û hevrêziya ewlehiyê baştir bike. Lê ger bibe sedema qelsbûna rêveberiya herêmî, sînordarkirina beşdarî û windakirina dekeftiyên gelan, ev yek wê nakokiyên nû çêbike.

Lewma entegrasyon pêwîst e ne wekî dawîbûna nîqaşên siyasî be, wekî destpêka danûstandin û avakirina hevpar were dîtin. Yekîtiya Sûriyeyê, bi naskirina pirrengiya civakê, parastina mafan û qebûlkirina cudahiyên zimanî, çandî û siyasî tê avakirin.

Jin û destkeftiyên 15’ salên şoreşê

Di 15 salên şoreşê de, jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di warên siyasî, leşkerî, aborî, çandî û civakî de roleke girîng lîstin. Bê guman saziyên taybet bi jin hatin avakirin, di rêveberiyê de cih girtin û li dijî zihniyeta mêrperest û baviksalarî têkoşiyan ku jin wekî biryarder û pêşengên guhertina civakê cih bigire.

Ev destkeftî encama têkoşîn, fedekarî û berxwedana bi hezaran jinan e. Lewma pêwîste di qonaxa nû ya Sûriyeyê de bên parastin û nebin mijara hesabên siyasî. Parastina jinan tenê bi domandina saziyên heyî pêk nayê, lê divê mafên jinan di destûr, qanûn û mekanîzmayên biryardayînê de bên misoger kirin. Pêşeroja jinan pêwîst e ne li ser sozên demkî be, li ser garantiyên qanûnî û beşdariya rastîn were avakirin.

Rola jinan û berxwedana YPJ’ê ya di pêvajoya entegrasyonê de

Pêvajoya entegrasyonê ya di navbera QSD’ê û hikûmeta demkî de ne tenê mijareke leşkerî û îdarî ye, di heman demê bandorê li pêşeroj û cihê jinan di saziyên dewletê de jî dike. Lewma jin divê wekî aliyên sereke yên biryardayînê cih bigirin.

Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 15 salên şoreşê de, di avakirina saziyên rêveberiyê, meclis, komîn û pergalên ewlehiyê de tecrûbeyeke girîng bi dest xistine. Di vê çarçoveyê de YPJ’ê ne tenê hêzeke leşkerî ye, di heman demê de nîşana berxwedana jinan li dijî DAIŞ’ê, tundî û feraseta baviksalarî ye. Şervanên YPJ’ê îspat kirin ku jin dikare di parastina civakê û biryardayînê de roleke sereke bilîze.

Îro, pirsa sereke ew e ku di pêvajoya entegrasyonê de dê ev destkeftî û tecrûbe çawa bên parastin. Entegrasyona leşkerî pêwîst e bibe sedema sînordarkirina rol û paşguhkirina îradeya jinan di biryardayînê de.

Lewma pêwîst e jin di komîteyên entegrasyonê û saziyên leşkerî, ewlehî û îdarî de beşdariya bandorker hebin û pêşeroja YPJ’ê bi diyalog û garantiyên zelal were nîqaşkirin. Parastina destkeftiyên jinan jî bi garantiyên siyasî û hiqûqî û beşdariya rastîn a wan di biryardayînê de were misoger kirin.

Destûra nû û misoger kirina mafên jin û gelan

Amadekirina destûreke nû ya ji bo Sûriyeyê pêwîst e li ser bingeha parastina mafên hemû pêkhateyan, bê cudekarî be. Maf, ziman û çanda gelê Kurd, wekhevî û beşdariya siyasî divê di destûrê de bên misoger kirin.

Her wiha maf, qedexekirina cudekariyê, parastina li hember tundî û beşdariya jinan di saziyên giştî, ewlehî û leşkerî de divê bi garantiyên qanûnî bên parastin. Di vê pêvajoyê de jin, gelê Kurd û hemû pêkhate divê xwedî beşdariya rastîn bin, tecrûbeya jinan û rola YPJ’ê jî were hesibandin. Ev yek wê tenê bi qanûn û saziyên ku pêkanîna wan misoger dikin, bên parastin.

Pêşeroja Sûriyeyê: Di navbera yekrengiyê û pirrengiyê de

Sûriyeyê welatekî pirreng e û pêşeroja wê bi naskirina mafên hemû gelan ve girêdayî ye. Yekîtiya welat ne bi înkarkirina nasnameyan, bi wekhevî û parastina mafên wan pêkan dibe. Hikûmeta demkî divê desthilatdariyê wekî milkê aliyekî siyasî nebîne û dewletekî ji bo hemû pêkhateyan ava bike. Her wiha pêşeroja beşdariya jinan, ciwanan û hêzên civakî di avakirina saziyên nû de misoger bike.

Çareserkirina pirsgirêka Kurd, ji bo nîşandana asta qebûlkirina pirrengiyê û avakirina yekîtiyekê li ser bingeha mafan, pîvaneke girîng e. Her wiha parastina maf û beşdariya jinan a di biryargirtinê de, pîvanên sereke yên demokratîkbûna dewletê ne. Ji ber ku demokrasî ne tenê hilbijartin û saziyên siyasî ne, pergala ku mafan diparêze, cudahiyan qebûl dike û derfetên wekhev ji bo hemû pêkhateyan peyda dike ye.

Encam: Avakirina Sûriyeyê bi parastina mafan dest pê dike

Ji hilweşîna rejîma Baas heta pêvajoya entegrasyonê, Sûriyeyê di navbera derfet û metirsiyan de ye. Serkeftina vê qonaxê bi naskirina mafên gelan, wekhevî û garantiyên hiqûqî ve girêdayî ye.

Entegrasyon tenê bi diyalog, bawerî û parastina mafan dikare bibe gaveke ber bi aştiyê ve. Paşguhkirina mafên gelê Kurd û destkeftiyên jinan dê pirsgirêkên bingehîn bê çareser bihêle.

Pêwîste hikûmeta demkî, ne tenê saziyan yek bike, di heman demê de dewleteke li ser bingeha dadwerî, wekhevî û beşdariya hemû pêkhateyan ava bike. Jin jî pêwîste piştî 15 salên têkoşînê, di destûr, rêveberî û biryardayînê de xwedî roleke bingehîn bin.

Sûriyeke demokratîk bê parastina mafên gelan, beşdariya jinan û garantiyên destûrî nayê avakirin. Pîvana serkeftina entegrasyonê jî misogerkirina aştiyê, dadweriyê û jiyaneke bi rûmet a ji bo hemû pêkhateyan e.