Di şoreşa jinên Kurd de naveke dîrokî: Bêrîtan Hêvî

Gulnaz Karataş (Bêrîtan Hêvî) ya bi eslê xwe ji Dêrsimê bû, bi çalakiya xwe ya li dijî teslîmiyetê di dîroka berxwedana jinên Kurd de bû semboleke bêdawî. Çalakvanên ji Qendîlê qala rola wê ya dîrokî û bandora wê ya li ser nifşên nû kirin.

Qendîl – Gulnaz Karataş bi navê xwe yê din Bêrîtan Hêvî ku bi eslê xwe ji bajarê Dêrsimê yê Bakurê Kurdistanê ye, di serdemeke ku pirsgirêkên siyasî, zextên ewlehiyê û hişmendiya neteweyî hem bandorê li jiyana wê û hem jî li ya kesên li derdora wê dikirin de mezin bû.

Gulnaz Karataş di sala 1989’an de Beşa Aborî ya Zanîngeha Stenbolê qezenç dike û dest xwendinê dike. Di Newroza sala 1989’an de dikeve ferqa nasnameya xwe ya Kurdbûyînê. Di salên zanîngehê de, bi xwendekarên welatparêz re beşdarî çalakiyan dibe û tê girtin. Demek kurt di girtîgehê de dimîne. Piştî serbestberdanê di 9’ê Gulana 1991’ê de, biryar dide ku tevlî refên gerîla bibe. Gulnaz Karataş li çiyayê Cûdî tevlî gerîla dibe û navê Bêrîtan li xwe dike ku ev nav paşê di dîroka şoreşa Kurdan de cihekî taybet girt.

Çalakiya dîrokî û redkirina teslîmbûnê

Bêrîtan Hêvî di sala 1992’yan de ji aliyê pêşmergeyan û Tirkiyeyê ve li Girê Lêlikanê yê navçeya Sîdekanê ya Başûrê Kurdistanê tê dorpêçkirin. Tevî ku peşmerge bang dikin û dibêjin; "Teslîm bibe, em ê zirarê nedin te" ew heta guleya xwe ya dawî şer dike. Dema ku guleyên wê xilas dibin, ji bo ku çeka wê  nekeve destên peşmergeyan, çeka xwe li keviran dide û perçe dike. Bêrîtan Hêvî di 25’ê Cotmeya sala 1992’an de li hemû bangên ji bo teslîmbûnê baskên xwe vedike weke çûkek vedike û xwe ji zinaran diavêje.

Her sal di wê rojê de, rêhevalên wê û jinên têkoşer şoreşger Berîtan Hêvî bi bîr tînin.

Çalakvan Serwîn Celal ku li quntara Qendîlê dijî, ji ajansa me re qala jina şoreşger Bêrîtan Hêvî kir û got ku Bêrîtan ne tenê navekî di dîroka berxwedana Kurdan de ye, sembola wêrekî, rêbertî û biryardariya bêdawî ye.

‘Bêrîtan li dijî zîhniyeta serdest xeta berxwedanê raber kir’

Serwîn Celal diyar kir ku Bêrîtan jineke wêrek û zana bûye, gotinên xwe wiha bi lêv dike: "Di êrîşên dewleta Tirk û hevalbendên wê yên li herêmê, li ser gerîlayên azadiyê yên li Xakurkê de di sala 1992'an de, Bêrîtan li dijî xeta îxanet û dagirkeriyê sekinî.

Serwîn Celal diyar kir ku Bêrîtan heta guleya xwe ya dawî li ber xwe daye û nexwestiye çeka wê bikeve destên dijmin û wiha domand: "Şehîd Bêrîtan, li şûna teslîmbûnê, çeka xwe şikand û xwe ji lûtkeya çiya avêt xwarê. Ev çalalkî di dîroka berxwedana jinên Kurd de bû semboleke dîrokî. Şehîd Bêrîtan îro jî li Kurdistanê îlhama jinên cîhanê ye. Ew ji bo me jinan sembola berxwedanê ye. Wê îsbat kir ku rêbertî ne tenê ji bo mêran e, jin jî dikarin bibin rêber."

Serwîn Celal, bal kişand ku berxwedan û rêbertiya Berîtan, bûye sedema avakirina rêxistinên leşkerî yên jinan û da zanîn ku bîranîna wê her dem dê zindî bimîne.

‘Divê dîroka jinên Kurd ji nifşên nû re were ragihandin’

Çalakvan Dilovan Sebah ku li quntarên çiyayê Qendîlê dijî, bîranîn û rola Berîtan nirxand û diyar kir ku ew jineke leheng e, ji bo bawerî û armancên xwe canê xwe û şiyana xwe daye riya berxwedanê.

Dilovan Sebah bal kişand ser zehmetiyên jiyanê yên li çiyayên Kurdistanê û wiha pêl da gotinên xwe: “Jinên Qendîlê baş dizanin ku jiyan di van şert û mercan de çiqas zehmet e. Bîranîna jinên weke Bêrîtan rêz û hezkirina ji bo kesên ku li gorî bawerî û armancên xwe têkoşîna xwe didomînin zêde dike. Lewre girîng e ku dîroka jinên Kurd ji nifşên nû re were ragihandin.”

Dilovan Sebah li ser şêwaza parastina bîranîna şehîdan wiha got: "Ez bawer dikim ku divê em bîranîn û navê van jinan biparêzin û çîrokên jiyana wan ji zarokên xwe re vebêjin. Bi vî rengî, nifşê nû dikare fêr bibe ka jinên Kurd di dîroka gelê xwe de çi rol lîstine.”

Dîlovan Sebah diyar kir ku armanca jinên Qendîlê ew e zarokên wan di hawirdoreke aram û bi rûmet de mezin bibin û da zanîn ku ew dixwazin zarok welatparêziyê fêr bibin, ax û xwezaya Kurdistanê biparêzin.

Dilovan Sebah bi van gotinan dawî li gotinên xwe anî: “Em şehîd Bêrîtan û hemû jinên ku ji bo bawerî û armancên xwe canê xwe feda kirine bi rêzdarî bi bîr tînin. Ez hêvî dikim ku rojek hemû jinên Kurdistanê bikaribin di nava aştî û azadiyê de bijîn.”