Di siya pevçûnan de rojnamevana Sûdanê xelata El Cizîre wergirt
Rojnamevana Sûdanê Înaam El-Nur Salih di merasîma xelata El Cizîre de bû duyem. Sendîkaya Rojnamevanên Sûdanê diyar kir ku rojnamevanên Sûdanê tevî hemû zoriyan pevçûn û êşên ku mexdurên Sûdanê jiyan kirin di teyîsînin.
Sûdan – Rojnamevana Sûdanî Înaam El- Nur Salih di merasîma Xelata El Cizîre ku îsal ji aliyê Enstituya El Cizîre ku navend Qetar ve hatî li darxistin û ji welatên cûda yên Ereb zêdetî 130 rojnamevan û xebatkarên medyayê beşdarî bûne de bû duyem.
Sendîkaya Rojnamevanên Sûdanê, di daxuyaniya îro 3’ê Adarê weşandî de, ragihand ku rojnamevan Înaam El- Nur Salih di qada ‘Nûçe çîrokên herî baş ê mirovî’ de di merasîma xelata El Cizîre de bû duyem û ew pîroz kir.
Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Ev serkeftin, di nava salakek ku gelek zor de bi tesadufî hatiye bi destxistin, netenê di ragihandina nûçeyan de, êş belge kir û bû dengê mirovên ku dengê wan nayê bihîstin û kedek mezin daye.”
‘Êşên mexduran ragihand’
Sendîkayê diyar kir ku bûna duyem a Înaam El-Nur Salih, rûyê rewşenbîr ê rojnamevanên Sûdanê ku di şertên zor de di xebitîn teyîsand. Di demek ku Sûdan rû birûyî krîza mirovî ya şerê hilweşîner û wek wê nehatî dîtin de, rojnamevanên Sûdanê encamên pevçûnan teyîsand, êşên mexduran bi dengek bilind ragihand û hem êş hem jî hêvî belge kirin.
Di daxuyaniyê de hate îfadekirin ku rojnamevanên Sûdanê, di qadên xirab de xebitîne, li xetên êrîşan û herêmên bi xeter erk kirine, her roj tevî bê ewlebûna canê wan, jiyana xwe ji bo ragihandina rastiyê dixin xetereyê.
Sendîkayê da zanîn ku ew piştgiriya rojnamevanên ku ji bo belgekirina sûcên şer û binpêkirina û hewldana rewşa rast a li Sûdanê bi hemû aliyan ve ragihînin di xebitin dikin.