Di siya jeopolîtîk de zaroktî

Li pişt vegotinên jeopolîtîk ên şer nifşek ê zarokan ku di nav tirs, koçberî û bêparbûna ji perwerdê de zarokatiya xwe winda dikin, hene.

PERŞAN DOLTIYARÎ

Navenda Nûçeyan – Di vegotinên fermî yên şer de, zimanê hêzê gelek caran siya xwe dide ser rastiya mirovan. Raporên leşkerî behsa ‘hevsengiya hêzê’, ‘tewerên operasyon’ û ‘hevkêşeyên jeopolîtîk’ dikin. Ev têgînên ku di lîteratura siyaseta navneteweyî de belav bûne, gelek deman rastiya bingehîn vedişêrin. Zarokên ku hê ji van têgînan re ne amade ne, bê dil di nava vê tundiyê de dimînin.  Ji bo zarokan, şer ne têgehek stratejîk an analîtîk e; şer ezmûnek jiyanî ya tirs, koçberî, windakirin û hilweşîna ewlehiyê ye. Ev ezmûn ne tenê zarokatiya wan ji wan distîne, di heman demê de rêya jiyana wan û pêşeroja wan a civakî bi dehan salan diguherîne.

Di Enfalê de zarok rastî tundiya rêxistinkirî hatin

Di dîroka nêz a Rojhilata Navîn û bi taybet li Kurdistanê de, ev rastî gelek caran hatiye dubarekirin. Di salên 1980’an de, di dema operasyona Enfalê de li başûrê Kurdistanê, nifşek mezin, a zarokan rastî tundiya rêxistinkirî hatin. Bi hezaran gund hatin wêrankirin, malbat hatin parçekirin û gelek zarokan şahidiya windabûn an kuştina dê û bavên xwe kirin. Zarok ji bo kampên demkî hatin veguhestin, an jî didema koça bi zorê de di nava nediyariyê de man. Piştî salan, gelek kesên ku ji wê demê sax mane, neçar man bi bandorên kûr ên psîkolojîk, fikarên kronîk û birîndariyên civakî re têbikoşin. Ji ber vê Enfal ne tenê operasyonek leşkerî bû, felaketek nifşî bû ku bîra kolektîf a civakekê birîndar kiribû.
Piştî çend dehsalan, heman ceribandin li Rojava hat jiyîn. Di dema şerê li dijî DAIŞ’ê de, gelek bajar û gund veguherîn qadên şer û zarok neçar man zarokatiya xwe di nav dengê teqînan û wêraniyê de derbas bikin. Li bajarê Kobanê, gelek malbat ji bo canê xwe rizgar bikin neçar man koçber bibin û zarok bi mehan heta bi salan di kampên penaberan de jiyan. Di hawirdorek wisa de, dibistan û lîstik ku hêmanên xwezayî yên zarokatiyê ne, cihê xwe ji  stargeh, koçberî û fikaran re hişt de dijiyan.

Şer herî zêde bandor li zarokan dike

Lê belê ezmûna şer li ser zarokan, tenê bi Kurdistanê ve ne sînordar e. Li Sûriyeyê, şerê navxweyî ku ev zêdeyî deh salane didome, nifşek ê zarokên ku ceribandina jiyanek normal nedîtin, derket holê. Li bajarên wek Heleb û Humsê, bi hezaran dibistan hatine wêrankirin, bi milyonan zarok ji perwerdê bêpar man. Gelek ji wan neçar man ku di karên giran de bi xebitin an jî bi malbatên xwe re koçî welatên cîran bikin.
Li Iraqê, piştî şerên bi salan, ambargo û pevçûnên navxweyî, nifşek zêde ya zarokan rûbirûyî encamên civakî û aborî yên şer bûn. Piştî şerê li dijî DAIŞê, bajarên wekî Mûsil û herêmên wêranbûyî yên wek Şengalê bi wêranbûna berfireh a binesaziyê re rû bi rû man. Di hawirdorek wisa de, zarok di nav malbatên ku bi xizanî, bêkarî û nebûna perwerde û xizmetên tenduristiyê re têdikoşin de, mezin bûn.

Zarokên Yemenê

Mînakek din a vê çerxa dîrokî li Yemenê tê dîtin. Şerê navxweyî ku bi salan e didome, wek yek ji krîzên mirovî yên herî kûr ên cîhanê derxistiye holê. Bi milyonan zarokên Yemenî bi kêmbûna xwarinê, kêmaniya xwegihandina xizmetên tenduristiyê û girtina dibistanan re rû bi rû ne. Li gelek herêmên welat, heta xwegihandina xwarin û ava paqij jî ne garantî ye û zarok di şert û mercên ku mafên wan ên herî bingehîn ên mirovan di bin gefê de ne mezin dibin.

Zarokên Xezayê

Li Xezayê şerên dubare dibin, nifşên zarokan her tim di qadek bê ewle de mezin dibin. Gelek zarok bûn şahidên bombebarankirina malên wan, wêrankirina dibistanan û kuştina endamên malbata xwe. Lêkolînên psîkolojîk nîşan didin tundiya daîmî, di zarokan de rê li ber travmayên ruhî, fikarên kronîk û hestek bêhêvîbûna ji pêşerojê vedike.

Li Efganistanê zarokên keç ji hemû mafan bê par man

Li gel van mînakan, ezmûna Efganistanê jî, yek ji wan mînakên herî eşkere ya çarenûsa zarokan di nava şer, siyasetê de ye. Piştî şerê bi dehsalan dom kirî û di sala 2021’an de dîsa Talîban hate desthilatê, bi milyonan zarokên Efgan bi krîzeke a perwerdehiyê ya bêhempa re rû bi rû man. Li gelek herêman, gelek dibistan hatin girtin an jî derfetên domandina xebatên perwerdê winda kirin. Lê belê yek ji biryarên siyasî ya rêveberiya nû, qedexekirina perwerda zarokên keç a di astên navîn û zanîngehê de bû. Ev biryar bi milyonan zarokên keç ji mafê perwerdê bêpar kir. Di encamê de, îro li Efganistanê zarokên ku mezin dibin, beşek ji wan an bi temamî ji derveyî perwerdeyê hatiye hiştin, an jî rû bi rûyû pergalek sînordar û cûdakariyê ya perwerdê ne. Ev rewş nîşan dide ku şer ne tenê bi bombebaran û pevçûnên leşkerî didome, hinek caran bi rêya polîtîkayên îdeolojîk û sînordar re pêşeroja nifşekê dike metirsiyê.
Di aliyê dîrokî de, yek ji qurbaniyên yekem ên şeran pergala perwerdê ye. Dibistan tên girtin, mamoste koç dikin û binesaziya perwerdê tê wêrankirin. Ezmûna Başûrê Kurdistanê di salên 1980’an de, di salên 2010’an de Sûriyeyê û herî dawî tiştên li Efganistanê hatin jiyîn, nîşan dide ku bêparbûna ji perwerdê ne tenê krîzek demkî ye, di pêşketina mirovan de valahiyek kûr jî diafirîne. Zarokên ku bi salan ji perwerdê bêpar mane, di demên mezin dibin de hê zêdetir rastî astengiyên aborî û civakî tên. Di vê wateyê de, şer sermayeya mirovî ya civakekê dike hedef.

Şer aboriyê hildiweşîne

Di heman demê de, şer aboriyên herêmî jî hildiweşîne. Dema bazar tên girtin û derfetên kar ji holê radibin, malbat ji bo ku sax bimînin, rastî zextên giran ên aboriyê tên. Di van şertan de gelek zarok neçar dibin bixebitin. Ev diyarde li Efganistan, Sûriye û Yemenê bi awayekî zelal tê dîtin. Li cihê ku zarok di rêzên polan de bin, ber bi bazara kar a nefermî an jî torên qaçaxçî û kedxwariyê ve tên kişkandin. Bi vî awayî şer, çerxek xizaniyê di navbera nifşan de diafirîne. Zarokên ku ji perwerde, tenduristî û ewlehiyê bêpar mane, di dema mezinbûnê de, bi sînorkirinên berfireh re rû bi rû dimînin. Ev çerx dikare newekheviya civakî kûrtir bike û pêşveçûna civakê bi dehsalan dereng bixe.

Paşeroja her civakê bi çarenûsa nifşê ku îro mezin dibe ve tê teşekirin

Zarok di bin siya aloziyên leşkerî û rewşa ewlehiyê ya li herêmê de, rûbirûyî rastiya fikar û bêaramiyê bûne û beşek ji jiyana rojane dibin. Zarokên ku divê di qadên dibistan û malbatê de mezin bibin, niha bi pirsên ku ji temenê wan gelek mezinitir re rû bi rû dimînin: Çima şer heye? Çima mal bûne neewle? Pêşeroj dê çi be? Ji ber vê, pirsgirêka zarokên di nava şer de ne ne tenê mirovî ye, di heman demê de pirsgirêka siyasî û dîrokî ye jî. Paşeroja her civakê bi çarenûsa nifşê ku îro mezin dibe ve tê teşekirin. Ger ev nifş di qadek tundî, xizanî û cudakariyê de mezin bibe, encamên wê ne tenê di jiyana wan a takekesî de, wê di pergala siyasî û civakî de xwe bide der. Ji ber vê, her analîzên şer ku rewşa jin û zarokan ji nedîtî ve were, di rastiyê de nîvê rastiya şer paşguh dike. Ji ber encamên rast ên şer ne tenê leşkerî ye, di heman demê de di jiyana jinên ku barê jiyanê hildigirin û zarokên ku pêşeroja civakê di destên wan de, dê were teşekirin de diyar dibe.

Di encamê de, dîrokê nîşan daye ku pêşeroja ti civakan di qada şer de nayê diyarkirin. Berovajî wê, di çarenûsa zarokên ku di siya şer de mezin dibin de teşe digre. Ger ev nifş birîndar, bêpar û bêmal were hiştin, aştî jî têra avakirina pêşerojek edlane nake.  Lê ger civak bikaribe zarokan di nav krîzê de biparêze, heman nifş dikare rojekê, bingehên ji nû ve avakirin, lihevhatin û hêviyê dane.