‘Di şewatê de 924 sewal mirin û 14 hezar û 900 dekar erd şewitî’

Wezareta Çandinî û Daristanê ragihand ku di şewata li Amed û Mêrdînê de 924 sewal mirine û qadeke 14 hezar û 900 dekar şewitiye.

Navenda Nûçeyan – Wezîrê Çandinî û Daristanan Îbrahîm Yumakli ragihand, li gorî rapora destpêkê ya dozgeriyê, di şewata navbera Amed û Mêrdînê de ku ji ber têlên elektirîkê derketibû, lêkolîna ziyanên cotkaran temam bûye.

924 sewal mirin

Îbrahîm Yumakli di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal de wiha got: “Xebata tesbîtkirina windahî û ziyanên cotkarên me temam bûye. Li gundên Tobiniyê, Baxcikê, Herberiyê, Botikan ên bi ser navçeya Çinarê ve 7 hezar û 900 dekar qada çandiniyê şewitî ye. Ji vê qadê 6 hezar û 789 dekar qad pirêze ye. Hezar û 111 dekar jî zeviyên genim e ku hê nehatiye çinîn. Her wiha traktorek û 14 heb tesîsên avdaniyê şewitî ne. Li gundê Tobiniyê 924 sewal ango pez mirin e. 83 serî pez jî ku bi giranî birîndar bûne ji bo serjêkirinê şandine Saziya Goşt û Şîr. Saziya navborî wê pereyê van sewalan bide xwediyê wan. 190 sewal jî li gund hatine tedawîkirin.

Li gundên Kelekê, Dirînê û li mezraya Kelekê hat tesbîtkirin ku 7 hezar dekar zeviyên çandiniyê şewitî ye. Ji vê 4 hezar dekar zeviyên ku genim nehatiye çinîn e. 3 hezar dekar jî qada pirêzeyan e. Her wiha ekîpmanên avdaniyê yên cotkarên me ziyan dîtine. Tîmên me li van gundên Şemrexê tu windahî û ziyanek sewalan tespît nekirine. Midûriyetên me yên bajar û navçeyan wê piştevaniya ji bo cotkarên me ku karê sewalvaniyê û çandiniyê dikin, berdewam bikin.”