Di şewata li Kuweytê de 41 kesan jiyana xwe ji dest dan

Hat zanîn ku di encama şewata li avahiyeke Kuweytê derket de 41 kesan jiyana xwe ji dest dane, herî kêm 40 kes jî birîndar bûne.

Navenda Nûçeyan- Li herêma Mangaf a Kuweytê di avahiyeke 6 qatî de şewat derket.

Di daxuyaniya der barê şewatê de hat dayîn de hat diyarkirin ku ji 160 kesên di fîrmayê de dixebitîn ji ber şewata ku derket, 41 kesan jiyana xwe ji dest dane, herî kêm 40 kes jî birîndar bûne. Li gorî agahiyên hatine girtin tîmên agirkujiyê, di demek kurt de şewatê kontrol kirine, birîndar rakirine nexweşxaneyên derdorê. Hat diyarkirin ku gelek kesên li avahiyê ji ber dumanê bi jehrê ketine û jiyana xwe ji desta dane.