Di ser komkujiya Qarnayê re 44 sal derbas bûn

Li gundê Qarna yê Îranê ku Kurd lê dijîn, di 2'ê Îlona 1979'an de 68 welatiyên ku di nav wan de zarok û kesên temenê wan mezinhebûn hatin qetilkirin. Şahidên komkujiyê bi gotinên:"Rojeke wek qiyametê bû” diyar kirin ku bûne şahidê qetilkirina zarokan jî.

LARA GEWHERÎ

Naqadeh– Di êrîşa Muhafizên Şoreşa Îranê ya 2’ê Îlona sala 1979’an de li ser gundê Qarna yê girêdayî navçeya Beygona ya bajara Naqadeh ê Parêzgeha Azerbaycanê li Rojavayê Îranê ku Kurd lê dijîn de, 68 Kurdên piraniya wan jin, ciwan, zarok û kesên temenê wan mezin bûn bi îşkenceyê hatin qetilkirin. Di êrîşên ku nêzî 3 saetan berdewam kirin de, Muhafizên Şoreşê malan talan kirin û gund şewitandin.

Piştî qetlîamê, cenazeyên gundiyan ji aliyê Muhafizên Şoreşger ve birin çiyayên derdorê û tevî ku hat xwestin komkujiyê weke pevçûnê nîşan bidin jî îfadeyên şahidên komkujiyê rastiyê eşkere kirin.

'Pitikê kuştin û gotin dê Kurd mezin bibe û were tolgirtinê’

Ji şahidên qetlîamê Fatemê K. diyar kir ku tevî di ser komkujiya Gundê Qarnayê de 44 sal derbas bûne jî êşa tiştên hatine jiyîn wek duh hîs dike û bi van gotinan behsa wê rojê kir:

“Di saetên nîvroyê de ango li derdora seat 13.00’an êrîşê Qarnayê kirin. Li gel wan ji bo kuştina mirovan çek, kêr, palik û hwd. hebûn. Jin û mêr, dan ber xwe ji bo tu kesan merhamet nekirin. Pitikêk ji dergûşê derxistin û kuştin, dema ku me pirsî got çima hûn zaroka biçûk dikujin, gotin dê ev zarok Kurd mezin bibe û were tolgirtinê. Hemû kesan kuştin. Rojeke wek qiyametê bû.”

'Heta ku rawestiyan me xwe spart Çiyayê Bodaxê'

Ji niştecihên gund Zuleyha M. jî diyar kir ku tirsa wê rojê hê dijî û wiha got: “Wê demê ez zarok bûm. Min pir zêde nizanibû şer çi ye. Dema êrîş kirin, me firavîn dixwar. Dayika min bi lez û bez me hemûyan girt û em bi jineke cîrana xwe û zarokên wê re reviyan. Mamoste Mehmûd Betharzade ji bo pêşîgirtina êrîş û qetilkirina welatiyan, Quran girt destên xwe û çû cem leşkeran. Lê belê wê jî qetil kirin. Em jin û zarok bi zehmetî û tirsê direviyan. Heta bûyer sekinîn, me xwe spart Çiyayê Bodaxê."

Her çendî bi komkujiya gundê Qarnayê armanc ew bû ku di navbera Kurd û Azeriyên li herêmê dijîn de pevçûnê derxin jî gelê herêmê destûr neda vê yekê. Di navbera salên 1979-1983’an de 14 gundên Kurdan hatin talankirin û şewitandin.