Di sala 2025’an de: Bi lêgerîna aştiyê re me ked beden û nasnameya xwe parast

Femînîst Ferîde Eralp, sala 2025’an weke sala têkoşîna jinan a li dijî polîtîkayên xizanî û şîdetê ya li dijî rejîma zexte nirxand û got: “Jinan li Tirkiyeyê hem jî li cîhanê dê têkoşîna li dijî şer, newekheviyê têkoşîna xwe bidomînin.”

ELÎF AKGUL

Stenbol – Sala 2025’an, bi şîdeta mêr a li hemberî jinan re bi pirsgirêkên pergalî yên ji ber bê berpirsyariya hikumetê çûbûn derbas bû. Ji ber tunebûna mekanîzmayên pêşîgirtina şîdetê, polîtîkayên bêcezakirinê, xizanî û îlankirina “sala malbatê”mercên jiyana jinan zortir bûn, bûyerên kuştina jinan, zext, rejîma qeyûm û operasyonên darazê, hem li pêşiya wekheviyê, hem jî lêgerîna aştiyê bûn astengî. Li dijî vê, têkoşîna jinan a ji bo parastina ked, beden û nasnameyê jî domiya.

Femînîst Ferîda Eralp a em li ser sala 2025’an pê re axivîn, ji mercên jiyana jinan heta polîtîkayên aboriyê, ji şîdetê, heta pêvajoya aştiyê li ser gelek sernavan bîlançoya salane  derxist. Îlankirina “Sala Malbatê” xizanî, pergala edaletê û pêkanînên li girtîgehan, di tevahiya sala 2025’an de bûn rojevên sereke yên jinan. Ferîde Eralp bi bîr xist ku sala 2025’an weke “Sala Malbatê” hatiye îlankirin û wiha got: “Sala 2025’an bi rastî jî bû salek sala çewisandina jiyan, ked û bedena jinan di nava malbatê de her wiha mêtinkariya li dijî wan bi destê dewlet û hikumetê hat kirin.”

‘Îsal gelek jinan bi awayê bi guman jiyana xwe ji dest dan’

Ferîde Eralp diyar kir ku wan vê tabloyê bi awayê herî xuyayî di zêdebûna bûyerên kuştina jinan de dîtine û wiha berdewam kir: “Daneyên tekezbûyî di dest me de tunene lê li gorî daneyên di çapemeniyê de, di sala 2025’an de nêzî 300 jin hatine kuştin. Ji bûyerên kuştinê zêdetir, mirina gelek jinan a biguman jî heye. Em dikarin bibêjin sala 2025’an bû sala ku bi dehan jin bi awayê bi guman hatin kuştin.”

Ferîde Eralp da zanîn ku ser gelek bûyerên mirina bi guman hatiye girtin û got: “Em dizanin li pişt bûyerên mirina bi guman, weke bûyera kuştina Rojîn Kabaîş, di rastiyê de kuştin heye û ser wan tê girtin.”

Ferîde Eralp, bal kişand ku bi destên dewletê peyam ji jinan re tê dayîn û wiha got: “Dema ku ev yek li hemberî jinan hat kirin, ji devê dewletê çi hat gotin? Gotin; ‘Bibin malbat, em ê alîkariyê ji bo zarokan ji bo zayînê bidin we, sê zarokan bînin. Pirsgirêka me ya nifûsê heye. Barê pirsgirêka me ya nifûsê jî hûn jin bikşînin.’ Îsal bi van peyamên ji bo jinan derbas bû.”

‘Jin bê alternatîf tên hiştin’

Ferîde Eralp li ser bandorên ku ji ber mercên aborî li ser jinan çêdibin jî wiha got: “Sala 2025’an, bû saleke ku jin hatin xizankirin û di nava xizaniyê de şîdetê dîtin, hatin çewisandin, mêtinkariyê dîtin û di malan de hatin mehkûmkirin. Mûçeyê kêmtirîn di bin sînorê birçîbûnê de ye. Em ji hemû lêkolînan vê hîn bûn: Bi taybetî jin ku ji sisê yek dixebite, ji pênc jinan tenê yek qeyda wê ya kar heye û dikare bixebite. Ji ber vê yekê em dibêjin ‘Mûçeya asgarî mijareke femînîst e.’ Ji ber ku jin xwedî aboriya serbixwe nîn in, li dijî şîdetê tu alternatîfek wan tune ye.”

Jin bênavber bûn hedef

Ferîde Eralp, bal kişand ku di sala 2025’an de jin û LGBTÎ+ bênavber bûne hedef û wiha berdewam kir: “Di çarçoveya Sala Malbatê de hewldan hebûna LGBTÎ+’yan jî weke sûc nîşan bidin. Ji aliyekî ve li dijî jinên siyasetmedar êrîşên zayendperest çêbûn, guherînên zagonî ji bo berdena kesên destdirêjî li zarokan kirin ketin rojevê. “

Ferîde Eralp, diyar kir ku sala 2025’an di heman demê de ji aliyê hiqûqê ve bûye saleke krîtîk, bal kişand ser doza Serap Avci û got ku vê biryara ku ‘ji aliyê dadgehê ve hat pejirandin ku şîdeta sîstematîk, her dem nikare were vegotin’ û li dijî edaleta mêr, destekftiyeke têkoşînê ye.

Lêgerîna aştiyê qeyûm û daxwazên jinan

Ferîde Eralp, diyar kir ku sala 2025’an di heman demê de bûye sala lêgerîna aştiyê û got: “Îsal di heman demê de bû sala lêgerîna aştiyê. Dibe ku navê cuda were gotin lê pêvajoyeke çareseriyê heye û ji bo meseleya Kurd bi awayê demokratîk çareser bibe pêvajoyek heye.” Ferîde Eralp da zanîn ku pêvajo hê jî nediyar e û got: “Hê jî nediyar e ka dê çarçoveya zagonî çi be.”

Ferîde Aralp, tevî lêgerîna aştiyê, bal kişand ser tabloya heyî û wiha domand: “Sala 2025’an, pêvajoyek dest pê kir lê ji aliyê hikumetê ve hikumetê ji bo aştiyê tiştek nekir. Qeyûm hê jî hene, li ser zêdetirî 10 şaredariyan qeyûm hene û li wan şaredariyan xebatên jinan, polîtîkayên jinan û xizmetên ji bo jinan nemane.”

‘Girtîgeh tije bûne’

Ferîde Eralp li ser tabloya li girtîgehan jî nirxandin kir û axaftina xwe bi van gotinan domand: “Girtîgeh tije bûne, kesên li mafên xwe digerin, ciwan, jin, hevşaredar, siyasetmedar, rojnameger di girtîgehan de ne.  Daxwazên jinan hebûn. Me xwest Zagona Têkoşîna bi Terorê re (TMK) were rakirin. Me xwest girtiyên siyasî werin berdan, girtiyên nexweş tehliye bibin. “

Ferîde Eralp, sala 2025’an bi gotinên; “Sala ku me keda xwe, bedena xwe û nasnameya xwe parast” pênase kir û got ku jin hem li Tirkiyeyê, hem jî li cîhanê li dijî patriyarka, şer û newekheviyê dê têkoşîna xwe bidomînin.