Di sala 2024’an de 68 rojnameger li ser erka xwe hatin qetilkirin

Rêxistina Çand, Zanist û Perwerdeyê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO), ragihand ku di sala 2024’an de 68 rojnameger li ser erka xwe hatine qetilkirin.

Navenda Nûçeyan - UNESCO û Rêxistinên Rojnamegerên Navneteweyî, bal kişand ku hejmara rojnamegerên di sala 2024’an de jiyana xwe ji dest dane li gorî salên borî zêde bûye. UNESCO’yê ragihand ku di sala 2024’an de hejmara rojnamegerên li ser erka xwe jiyana xwe ji dest dane ji sedî 60 zêdetir, li welatên ku şerên dijwar diqewimin zêde bûye. Rêxistinê destnîşan kir ku di sala 2024’an de gelek rojnameger hatine qetilkirin.

‘Xebatkarên çepemeniyê biparêzin’

UNESCO’yê diyar kir ku rojnamegerên li herêmên şer ji bo agahiyên pêbawer ragihînin di nava rewşên bi xeter de hewl didin nûçeyan çêbikin. Dîrektorê giştî yê Rêxistinê Audrey Azoulay diyar kir ku qetilkirin rojnamegeran ‘nayê qebûlkirin’ û got: “Em bang li hemû dewletên navneteweyî dikin ku li gorî hiqûqê xebatkarên çepemeniyê biparêzin û di vê mijarê de gav bavêjin.”