‘Di sala 2024’an de metirsiyên li kampa Holê zêde bûn’

Kampeke mirovî ya penaberan, ji ber bi hezaran malbatên DAIŞ’ê bûye cihekî bi xeter. DAIŞ’a ku ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk ve hat têkbirin, malbatên wan ên li kampa Holê metirsiyek mezin in ji bo gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

EBÎR MUHEMED

Hesekê – Ji hemû salan zêdetir, di sala 2024’an de xetere li kampa Holê ya ku 39 hezar û 899 kesên ji penaberê Iraq, Sûriye û malbatên DAIŞ’ê dihewîne, zêdetir bû. Di hemwextî êrîşên dijwar ên dagirkeriya Tirkiyeyê li ser Rojavayê Kurdistanê, Yekîneyên Parastina Jin (YPJ)’ê, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Hêzên Ewlekeriya Hundirîn (Asayîş) bi piştgiriya Koalîsyona Navneteweyî operasyona “Ewlehiya Domdar” di 6’ê Mijdarê de da destpêkirin. Operasyon vê carê cuda tê dîtin ji ber ku ev operasyon ne tenê armanc dike nava kampê paqij bike, operasyon di dirêjahiya 100 km. çargoşeyî de li derdora 200 gundan derdora kampa Holê hatiye destpêkirin heta kampê dê bidome. Li gorî agahiyên fermî, heta niha nêzî 80 çete hatine girtin, yek hatiye kuştin û yek jî birîndar e.

Avakirina Kampa Hol û pêvajoya ku ber bi xeterê ve çû

Kampa Holê an jî EL-Hol bi dirûjahiya 40 km. dikeve Rojhilatê bajarê Hesekê yê Kantona Cizîrê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Bi xwe, kampa Holê di salên 1991’î de ji bo hewandina penaberên Iraqê di dema Şerê Xelîcê yê Duyemîn de hat avakirin. Paşê careke din di sala 2003’an de di dema êrîşa li ser Iraqê de careke din hat vekirin ji bo pêşwazîkirina penaberên Iraqî. Di destpêka sala 2019’an de hejmara giştî gihîştibû 10 hezar kesan lê paşê hejmar zêde bû di dema têkbirina rêxistina DAIŞ’ê ya terorîst, ji aliyê YPJ’ê, YPG’ê û HSD’ê ve ku hejmar gihîşt nêzî 74 hezar kesan.

Ji wê çaxê ve heta niha gelek malbatên Sûriye û Iraqê hatin derxistin û wan şandin welat û bajarên wan. Her wiha hejmareke zêde ji jin û zarokên malbatên DAIŞ’yên biyanî radestî welatê xwe hatin kirin. Niha di kampê de 39 hezar û 899 kes mane, di nava wan de 6 hezar û 377 jin û zarokên biyanî yên malbatên DAIŞ’ê yên ji 42 welatan in. Her wiha 16 hezar û 103 malbatên Sûriyeyî û 17 hezar û 410 koçberên Iraqê hene.

Hevseroka Kampa Holê Cîhan Henan der barê vê mijarê de got ku beriya sala 2019’an rewşa kampê asayî bû, vekirîbû ji her kesê re û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Piştî sala 2019’an bi hatina malbatên endamên DAIŞ’ê yên ku girtî ne, ji aliyê HSD’ê ve, kamp ket pêvajoyeke nû, ewlehî nema. Ji sala 2019’an  heta sala 2024’an, gelek operasyonên ewlehiyê hatin lidarixstin. Li kêleka wê jî gelek kes vegeriyan, bajar û welatên xwe, Sûriye, Iraq û welatên biyanî.”

‘Hewldanên revê û binpêkirinên mercên ewlehiyê di sala 2024’an de zêde bûn’

Cîhan Henan da zanîn ku di sala 2024’an de gelek binpêkirinên li ser ewlehiyê hebûne di kampê de û wiha pê de çû: “Herî zêde hewldanên revê hebûn ku ewlekariyê ew girtin. Dirav dihatin hûrkirin û têkilî bi derveyî kampê re dihat çêkirin ji bo revandina şaneyên DAIŞ’ê ji hundirê kampê. Bêguman xirabî jî dikirin di hundirê kampê de, piranî saziyên rêxistinên mirovî û konan dişewitandin. Di heman demê de lêdana jinan pir bû di kampê de. Kamerayên şopandinê û ronahî dihatin şikandin ji bo ku tevgera wan neyê şopandin û dîtin.”

Di sala 2024’an de du rihle yên malbatên Sûriyeyê hebûn ku vegeriyan gund û bajarên xwe, di heman demê de 4 rihle yên malbatên Iraqî jî hebûn vegeriyan welatê xwe.

Encamên operasyonên li dijî terorê yên ji destpêka sala 2024’an ve heta niha

Li gorî amarên fermî yên HSD’ê, hejmara giştî ya operasyonan li dijî şaneyên DAIŞ’ê yên razayî, ji destpêka 2024’an ve heta niha hatine kirin 57 in. Di nav de 6 operasyonên ku hewldanên DAIŞ’ê yên ji bo operasyonên terorîstî hatin pûçkirin û 4 operasyonên berfireh jî ev bûn: Operasyona “Mirovî û Ewlekarî” li kampa Holê. Operasyoneke berfireh li herêma “El-Hemrat” a Reqayê. Operasyoneke berfireh li derdora bajarê Hesekê. Operasyona “Ewlehiya Domdar” li kampa El-Holê. Di nava operasyonan de, operasyonên hevpar ên bi koalîsyonê re, 23 operasyonên ku ji aliyê Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), Yekîneyên Antî Teror (YAT), Komando û TOL'ê ve hatin lidarxistin, 34 çalakî pêk anîn.

Hejmara çeteyên DAIŞ'ê yên di operasyonan de hatin girtin 321 terorîst, gumanbar û hevkar bûn. Hejmara kuştiyên terorîstan bû 20 ku di navbera wan de serkirde û berpirsên DAIŞ’ê jî hebûn. Ji wan 6 kek di encama operasyonên terorîstî yên têkçûyî yên li ser hêzên ewlehiyê de hatin kuştin.

‘Kuştin û tundiya li ser jinan’

Ji rêveberiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn Asayîşa Jin Mihdiya Hîlal da zanîn ku di sala 2024’an de bû du operasyon ku didin meşandin ji ber di vê salê de metirsî û sûc zêde bûne û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Kampa Holê bûye kaniya rêxistina DAIŞ’ê. Bûyerên kuştina jinan zêde bûn, îşkence, tundî, tirsandin, hewldanên kuştinê û gef hebûn. Hejmareke pir zêde ji jinên xwedî ramanên tund hene ku tundiyê li ser jinên din ên di kampê de dikin.

‘Bikaranîna madeyên hişbir’

Mihdiya Hîlal bal kişand ser bikaranîna madeyên hişbir di hundirê kampa Holê de bi awayekî veşartî ku hêzên ewlekariyê heta cihekî dikarin kontrol bikin, der barê operasyonên taybet ên di vê der barê de pêk tînin kir û wiha bi dawî kir: “Rojane em rûbirûyî sûc û kiryarên nû tên. Li kêleka van hemû sûcan, di hundirê kampê de madeyên hişbir tên bikaranîn û ev metirsiyeke mezin e. Di operasyona yekem a destpêka sala 2024’an de miqdarek zêde van madeyan hatin desteserkirin ji aliyê hêzên me ve.”

‘Derbasbûna wan ne rewa ye û divê li welatên xwe werin darizandin’

Parêzer Aynûr Paşa dide zanîn ku di beşa herî metirsîdar a kampa Holê, beşa Muhacîrat de sê kategoriyên sereke hene û wiha rêz kir: “Beşek ji jinan hene di fîza Muhacîratan a biyanî de ne, ramanên wan radîkal û tundrew in heta niha bi xeyala vegera “dewleta Îslamî” weke ku bi nav dikin, dijîn û ev kategorî metirsîdar in. Her wiha beşa din a ku weke mexdûr xwe nîşan didin ji ber mecbûr man bi hevjîn û zarokên xwe re werin Sûriyeyê. Kategoriya sêyem jî ew jinên ku bi riya medyayê ji rê hatin derxistin û bi xeyala ku ragihandina DAIŞ’ê belav dikir hatin xapandin. Bêguman ev hemû kategorî bi awayekî ne rewa dijzagonî di axa Tirkiyeyê re derbas bûn. Di heman demê de mayîna wan di malên welatiyên Sûriyeyê li bajarê ku ketin bi kontrola DAIŞ’ê de jî sûc e ku gere li ser werin darizadin li welatên xwe.”

‘Mayîna wan li herêmê nakokiyên zagonî çêdike’

Welatên cîhanê xwedî li hemwelatiyên xwe yên di hundirê kampa Holê de dernakevin, bi rêjeyeke pir kêm, piştî demên dirêj welatek tê û hejmarek sînordar ji jin û  piranî zarokên xwe dibe lê ev têrê nake. Aynûr Paşa got ku mayîna wan li vir pirsgirêkên zagonî derdixe ji ber ev ne welatê wan e û wiha pê de çû: “Heta niha statûya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nehatiye naskirin. Ji ber vê yekê nikare bi rengekî navneteweyî dadgehek di vê der barê de veke û her dewletek bi erka xwe rabe. Dewlet mecbûr in hemwelatiyên xwe ji vê derê bibin ji ber ku Rêveberiya Xweser jî barê wê giran e û ya din jî derfetên wê yên madî tune ne ji bo perwerdekirin û bicihkirina van kesan di kampê de. Jixwe ji bo malbatên Sûriyeyî jin û zarokan li kampê, Rêveberiya Xweser û hêzên leşkerî lihevkirinek çêkirin ji bo jinên ku sûcê wan tune ne, destên wan di rijandina xwînê de tune ye û cih negirtine di nava rêxistina DAIŞ’ê de. Bêguman beriya vê sponsor ji malbatên wan ên derveyî kampê hatin stendin û hinek eşîran girt ser milên xwe. Ji bo ku ev jin careke din nevegerin ramanên tundrew radestî malbatên xwe hatin kirin.”