Di sala 2024’an de jin zêdetir rastî şîdeta dîjîtal û zayendî hatin
Di sala 2024’an de şîdeta li dijî jinan zêde bû. Li gorî Komeleya Jinan Rosa ku ji gelek bajarên Kurdistanê serlêdan jê re tên kirin, jin zêdetir rastî şîdeta bi riya dîjîtal û zayendî hatine.
MEDÎNE MAMEDOGLU
Amed – Sala 2024’an ji bo jinan bi şîdetê derbas bû. Bûyerên şîdeta li dijî jinan li tevahiya Tirkiyeyê zêde bûn, li bajarên bakurê Kurdistanê jî şîdeta mêr-dewletê û polîtîkayên şerê taybet jî di nav de cureyên şîdeta fizîkî, derûnî, aborî û dîjîtal zêdetir hatin dîtin.
Endama Lijneya Rêveber a Komeleya Jinan Rosa parêzer Berfîn Bolat Atug ku di sala 2018’an de li Amedê hat damezirandin, diyar kir ku li bajarên Kurdistanê di hemû cureyên şîdetê de zêdebûn heye.
Berfîn Polat diyar kir ku di sala 2024’an de serlêdanên ku ji Amedê û derdora wê ji wan re hatine kirin, zêdetir ji ber şîdeta dîjîtal bûne û got: “Piştî şîdeta dîjîtal, şîdeta zayendî û derûnî heye. Şîdeta fizîkî ya ku zêde ye, vegotina wê ji ya derûnî hêsantir e. Em dikarin bibêjin ku şîdeta dîjîtal ji sedî sed zêde bûye.”
‘Şîdeta dîjîtal dibe sedema gelek cureyên şîdetê’
Berfîn Polat diyar kir ku bi serlêdanên ji bo şîdetê re, ji bo xweparastinê jî serlêdan ji wan re tên kirin û diyar kir ku jinên li dijî şîdet û tacîzê xwe paratine hatine darizandin.
Berfîn Polat, gotinên xwe wiha domand: “Di her warê jiyana civakî de jin xwe di ewlehiyê de nabînin. Ji ber vê yekê li cihên dîjîtal jî jin di ewlehiyê de nîn in. Di vê pêvajoyê de li dijî şîdeta ku zêde dibe, me hevdîtin bi jinan re kir. Me dît ku haya jinan ji şîdeta dîtine tune ye, bi taybetî di pêvajoyeke ku şîdeta derûnî ewqas zêde ye, tenê şîdeta fizîkî dikarin mînak nîşan bidin û vebêjin. Her wiha serlêdanên ji ber şîdeta zayendî ji sedî 90 zêde bûn. Jin ji ber tirsa civakî bi fikar behsa vê awayê şîdetê dikin”
‘Rêveberiyên herêmî bi xebatên xwe dibin hêz’
Berfîn Polat bi gotinên; “Her çendî cureyên şîdetê zêde bûbin jî, li bajar li dijî vê yekê mekanîzma jî zêde bûne” bal kişand ser xebatên şaredariyan. Berfîn Polat da zanîn ku li navendên şêwirmendiya jinan jî serlêdan tên kirin û got ku xebatên rêveberiyên herêmî hêzê didin jinan.
‘Butçeya ji bo jinan hatiye veqetandin cudakariya zayendî zêdetir dike’
Berfîn Polat, polîtîkayên hikumetê yên ji bo jinan rexne kir û diyar kir ku hikumet “malbatê” esas digre û bal kişand ku di sala 2024’an de têgeha “malbata pîroz” pir hatiye bikaranîn û diyar kir ku butçeya ji malbatê re hatiye veqetandin, ji ya ji jinan re hatiye veqetandin 3 qat zêdetir e.
Berfîn Polat got ku faktoreke din a şîdetê zêde kiriye jî polîtîkaya bêcezatiyê ye û wiha got: “Em dibînin ku tu xebateke hikumetê ji bo jinan tune ye. Butçeya ji malbatê re hatiye veqetandin 3 qat ji ya jinan zêdetir e. Di pêvajoyeke ku jin ewqas hatine xizankirin de, em ji bo butçeyeke li gorî cudakariya zayenda civakî, têdikoşin lê hem me daxilî van pêvajoyan nekirin, hem jî em nêzîkahiyên ku jinan di nava malbatan de bi sînor dikin û zayendparêziyê di her warî de didomînin re rûbirû man.”
‘Jinên ku desteka aborî nagirin ji neçarî li cihên şîdet li wan tê kirin dimînin’
Berfîn Polat diyar kir ku bi pîrozkirina malbatê, polîtîkayên ku jinan ji nedîtîve tên û şîdeta nava malê vedişêrin, jin bi tenê hatine hiştin û got: “Ji ber ku jin ji aliyê aborî ve destekê nabînin, li cihê şîdetê dibînin dimînin. Ji be ku mercên li stargehan xirab in, li malên xwe yên ku rastî şîdetê tên dimînin. Em dibînin ku butçe ji bo jinan nayê veqetandin. Ev rewş nîşan dide ku dijminahiya li dijî jinan çiqas bûye ji rêzê û asayî tê dîtin.”
Berfîn Polat, bal kişand ser girîngiya rêxistinbûna jinan, di bin siya polîtîkayên şerê taybet, dorpêça şîdetê û pevçûnên li herêmê de û wih bi dawî kir: “Li dijî vê pergala ku jin û zarokan qetil dike û zihniyeta ku li dijî vê pergalê bêdeng dimîne divê em têkoşîna xwe mezin bikin.”