Di rojekê de 24 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li gel domandina êrîşên li dijî Îranê, asta mirovî ya şer carek din giran bû. HRANA ragihand ku di nava 24 saetên dawî de 8 jê zarok û 6 jê jin 24 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û 88 welatî jî birîndar bûne.
Navenda Nûçeyan – Rêxistina Mafê Mirovan a HRANA bi raporekê bîlançoya 24 saetên dawî ya şerê Îsraîl-Emerîkayê û Îranê ya Rojhilatê Kurdistan û Îranê belav kir. Li gorî daneyên dawî di nava 24 saetan de asta mirovî ya şer ji nûve giran bûye û herî kêm 24 sivîlan jiyana xwe ji dest dane.
Li gorî rapora HRANA di encama êrişên 24 saetên borî de li Rojhilatê Kurdistan û Îranê 24 welatiyên sivîl ku di nav de 8 zarok û 6 jin hene, jiyana xwe ji dest dan û 88 welatî jî birîndar bûn. HRANA ragihand ku piraniya êrişan li ser Esfehan, Tewrêz, Xorasanî Rezewî, Yezid, Zencan, Elbûrz û Tehran hatine pêkanîn.
HRANA ragihand ku di nava 24 saetên borî de li ser 21 parêzgehên Rojhilatê Kurdistan û Îranê, herî kêm 701 êrîş hatine pêkanîn ku 29 baregehên leşkerî, baregehên Muhafizên Şoreşa Îranê, navendên hêza Besîc, balafirgehên leşkerî, navendên polîsan, bîrên neftê û qadên enerjiya atomî yên Îranê bûn.
Li gorî bîlançoyên ne fermî, ji destpêka şerê Îran û Îsraîl-Emerîkayê heta duh ve li Rojhilatê Kurdistan û Îranê, hezar û 551 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dane ku 236 jê zarokin. Her wiha 702 kesên ku jiyana xwe ji dest dane nayê zanîn, sivîlin an jî leşkerin û hê lêkolîn didome.
Wezareta Tenduristiya Îranê, ragihand ku bêyî cûdahiya di navbera leşker û sivîlan de, ji destpêka şer heta niha hejmara jinên jiyana xwe ji dest dane gihiştiye 244’an.
Li gorî rapora HRANA, di vê demê de qadên bicihbûnê û hinek bînesaziyên sivîl xisar dîtine. Navendek a tenduristiyê ya li bajarê Mînab di nava hedefan de ziyan dîtiye.