Di Roja Zarokên Filistînî de: Banga parastina lezgîn ji bo zarokên Xezayê
Ji ber şerê ku li Xezayê berdewam dike, gelek zarok tên kuştin û birîndar kirin û gelek ji wan di du salên borî de ji mafê xwe yê perwerdê bêpar man. Her wiha ji ber şert û mercên jiyan û şer ew bi felaketên mezin re rû bir û ne.
Navenda Nûçeyan – Bi boneya Roja Zarokên Filistînî ku her sal di 5’ê Nîsanê de tê pîrozkirin, Wezareta Geşepêdana Civakî ya Filistînê bang li civaka navneteweyî kir ku bergiriyên lezgîn ji bo parastina zarokên Filistînî bigirin.
21 hezar zarok li Xezayê hatine kuştin
Wezareta Geşepêdana Civakî ragihand ku zarokên li Xezayê ji destpêka şerê ku di 7’ê Cotmeha 2023’an de destpêkirî û vir ve qurbaniyên herî zêde ne. Heta niha zêdetirî 73 hezar kes hatine kuştin, zêdetirî 21 hezar zarok in û zêdetirî 41 hezar kesên din jî birîndar bûne. Zêdetirî 8 hezar û 100 sivîl ku zarok û jin jî di nav de ne, di bin kavilan de an jî di kolanan de winda ne.
Şer zarok ji mafên bingehîn bêpar hiştine
Wezaretê diyar kir ku binpêkirinên bi vî rengî li dijî qanûn û peymanên navneteweyî ne, nexasim Peymana Mafên Zarokan, ku mafê jiyan, perwerde, tenduristî û parastinê garantî dike. Şer hemû aliyên mafên zarokan hedef girtiye, ew ji pêdiviyên herî bingehîn ên jiyanê yên wek xwarin, av, tenduristî û perwerdeyê bêpar hiştine.
Rewşa tenduristî ji ber şer pir aloz e
Rewşa tenduristiyê jî pir xirab e; rojane nêzîkî 15 zarok seqet dimînin, hejmara kesên ku parçeyek ji bedena wan tê qutkirin jî gihîştiye 864’an. Zêdetirî hezar û 260 zarok birîndarên mejî û stûyê ne. Hilweşîna pergala tenduristiyê û pêşîgirtina li ketina alavên bijîşkî û lingên çêkirî êşa zarokan hîn zêde kiriye her wiha bê xwarinî pir belav bûye.
Perwerde jî rastî gefên şer hat
Şer bûye sedema girtina dibistanan û astengkirina perwerdehiya birêkûpêk. Tevî ku rêyên alternatîf hatine peydakirin jî, xwendekar ji ber nebûna deverên bi ewle, qutbûna elektrîkê û înternetê û nebûna amûran nikarin perwerdeyek bi bandor bibînin, ku ev yek gefê li pêşeroja nifşekî dixwe.
Bangên lezgîn ji bo mîsogerkirina mafê perwerdê
Wezareta Perwerde û Xwendina Bilind a Filistînê bang li civaka navneteweyî û saziyên mafên mirovan kir ku yekser zarokên li Xezayê werin parastin, wan ji xeteriya mirin û birçîbûnê rizgar bikin, perwerdê bidomînin û kalîteya wê biparêzin, dibistan û saziyên perwerdehiyê yên wêranbûyî ji nû ve ava bikin û binpêkirinên mafên zarokan di hemû forumên navneteweyî de eşkere bikin.