Di roja duyemîn a konferansê de tecrîda li Îmraliyê hat nîqaşkirin
Konferansa jinên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîqayê di roja duyem de bi sernavê “Nêrîna hevriyê jinan ronakbîr Abdullah Ocalan der barê rêwîtiya azadiya jinan de” bal kişand ser tecrîda girankirî ya li Îmraîlî tê meşandin.
Beyrûd- Konferansa jinên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîqayê ku bi dirûşma “Li ser şopa Jin, Jiyan, Azadî” bi sernavê “Ezmûnen jinên Kurd ji bo rizgarbûna ji qeyrana herêmê” li peytexta Lubnanê Beyrûdê hat lidarxistin, di roja duyem de berdewam dike.
Konferans ji aliyê Komeleya Jîn a Jinan, Komeleya Newroz a civakî û Însiyatîfa Nû ya ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan ve hatiye organîzekirin. Ji Tûnis, Urdun, Iraq, Lubnan, Sûdan, Tirkiye, Filistîn, Misir, Sûriye û Îranê her wiha ji Şengal, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 80 delegeyên nûnerên saziyên jinan beşdarî konferansê bûn.
Bi panelan li ser gelek mijaran hat rawestîn
Di panela yekem de jinan der li ser mijara “Encamên destwerdanên pergala serdest a gerdûnî ya li ser jinan li herêmê di sedsala 21’ê de” nirxandin kirin û di panela duyem de jî behsa “Ezmûna jinên ji bo rizgariya ji qeyrana heremê” kirin.
Di panela sêyem a konferansê de ku moderatoriya wê nivîskar û endama Însiyatîfa Nun ji bo azadiya Ocalan ji Urdunê Emel El Kurdî ve hat birêvebirin de jinan der barê “Nêrîna hevriyê jinan ronakbîr Abdullah Ocalan a der barê rêwîtiya azadiya jinan de” goftûgo kirin.
‘Yek ji mijarên ku birêz Ocalan behs dike parastina cewherî ye’
Endama Navenda Jineolojiyê û mamosteya ji Rojavayê Kurdistan Rojyan Hesên axivî û wiha got: “Birêz Abdullah Ocalan li ser rêbaza azadiya jinan mijarek pêşkêş kir û diyar kir ku yek ji wan mînakên ku birêz Rêber Ocalan behs dike, parastina cewherî ye, parastina cewherî parastina ji hemû cureyên tunebûn û êrîşan e. Jinên Rojavayê Kurdistanê û Bakur Rojhilatê Sûriyeyê, di çarçoveya Yekîneyên Parastina Jinan YPJ’ê de xwe li ser bingeha parastina cewherî bi rêxistin kirine. Ev hêz jî ne tenê hêzeke leşkerî ye, hêza parastina çandî, hunerî, siyaset û hemû qadên jiyanî bi taybetî ji bo jinan e.”
‘CPT agahiyên rast der barê rewşa birêz Ocalan de nade’
Parêzera ji Bakurê Kurdistanê Rengîn Ergul jî behsa tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û îşkenceya dewleta Tirk a li girtîgehan dide meşandin kir. Rengîn Ergul destnîşan kir ku pergalek tund li Tirkiyeyê tê meşandin, bi taybetî li girtîgeha Îmraliyê 29 meh in tecrîdeke girankirî tê meşandin û bi tu awayî destûr nayê dayîn malbat û parêzer hevdîtin pêkbînin û got: “Doza birêz Ocalan doza azadî û demokrasiya gelan e lê belê tecrîdek girankirî li ser tê meşandin. Ji du salan zêdetir e bi tu awayî agahî ji birêz Ocalan nayê girtin. Dewleta Tirk bi vê tecrîda girankirî zagonên xwe û yên navneteweyî binpê dike û CPT jî agahiyên rast li ser rewşa birêz Ocalan aşkera nake.”
‘Ji bo azadiyê têkoşîna hevbeş pêwîste’
Endama Rêxistina Azadiya Jinên Kurdistan RJAK Çirû Şiwanî ku bejdarî konfaransê bûye ji ajansa mere axivî û got: “Ev yekem konfaranse li ser asta Rojhilata Navîn û Bakûrê Afrîqa tê li darxistin. Ji ber bi taybet behsa tezên Rêber Ocalan der barê têkoşîna jinê de dike, yekgirtin û hatina ba hev ya jinan dikare encamên baş bigrin. Ji ber êşên jinan yeke. Bi boneya vê panelê jinên welatên cûda behsa pirgirêkên zagonî, siyasî, aborî, civakî ji aliyê sîstema serdest ya welatên wan dikin, ji ber li hemû welatan pirsgirêkên jinan hemane. Ji ber bal kişandina jina ya li ser pirsgirêkan bi hevrene, behsa têkoşîna hevbeş ya jinan dikin.”
‘Yekitiya jinan li tecrîda li Îmraliyê bersiva herî baş e’
Berdevka Însiyatîfa Nun ji bo azadiya Ocalan a ji Lubanê Sewse Şûman der barê şikandina tecrîdê de, behsa riya têkoşînê ji bo şikandina sîstema îşkenceya li Îmraliyê kir û got: “Yekitiya jinan dibe bersiva herî baş, ji ber tecrîd û îşkenceya li girtîgeha Îmraliyê, êrîş û tecrîda li ser gel û bi taybetî li ser jinan e. Ji ber Rêber Ocalan azadiya civakê di azadiya jinê de dibîne.”
Însiyatîfa Nun a ji bo azadiya Ocalan ku însiyatîfeke jinan e ji bo têkoşîn û yekitiya li dijî tecrîda li Îmraliyê sînevizyonek hat nîşandan.
Konferans bi goftûgoyên jinan berdewam dike, wê di dawiyê de encamnameya wê bi daxuyaneyekê were aşkerekirin.