Di roja azadiya çapemeniyê de perdeya ji bo jinan

Li Kabulê di çalakiya Roja Azadiya Rojnamegeriya Cîhanê de, rojnamevanên jin bi perdeyan ji mêran hatin cûdakirin. Rojnamevan Hatira Feyzî atmosfer şiband ‘girtîgehê.’

BAHARÎN LEHÎB

Kabul – Li Efganistanê 3’ê Gulanê Roja Azadiya Rojnamegeriya Cîhanê, berûvajî gotinên fermî di siya zext û qedexeyan de derbas bû. Rojnamevana serbixwe Hatira Feyzî ku beşdarî çalakiya li Kabulê hatî li darxistin bûye, atmosfera hatî jiyîn bi gotina ‘Min xwe wek di girtîgehê de hîs kir’ anî ziman, zexta giran a rojnamevanên jin rastî tên raxist ber çavan.

Di çalakiya li Kabulê hatî li darxistin de, herçend gotinên fermî tabloyek erênî were xêzkirin, rastiya li qadê, nîşan dide ku rojnamevan bi taybet, rojnamevanên jin di nava zextên giran de di xebitin. Gefên zêde bûne, binçavkirin û sînordarkirina pîşeyê, nîşan dide ku li welat azadiya çapemeniyê herku diçe teng dibe û rojnamevantî her roj bi xetertir dibe.

Bi boneya 3’ê Gulanê Roja Azadiya Rojnamegeriya Cîhanê, Navenda Rojnamevanên Efganistainê li Kabulê çalakiyek li dar xist. Di çalakiyê de rayedarên paye bilind ên Talîbanê hatin vexwendin. Ji bo beşdariya jinên rojnamevan, bi mêran re di nava wan de perde hate kişandin. Bername bi axaftina rayedarên Talîban destpê kir. Di axaftinan de hate îdiakirin ku rewşa niha ya Efganistanê di aliyê rojnamevanan de ‘baş’ e.

Binpêkirin hatin qeydkirin

Navenda Rojnamevanan di daxuyaniya xwe de bal kişandin ser şertên nerênî ên li Efganistanê ku rojnamevan rastî tên. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di 12 mehên dawî de 150’î binpêkirinên ku ji aliyê Talîban ve li beramberî rojnamevanan hatine kirin hatin qeydkirin, ji vana 127 jê gef, 20 jê binçavkirina rojnamevana ne. Hate îfadekirin ku ji 5 kesên hatine binçavkirin hê di girtîgehê ne. 

Dengê jinê hate qedexekirin

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku li hinek bajaran bi temamî dengê jinan hatine qedexekirin, di gelek bernameyên fermî de destûr nehatiye dayîn rojnamevanên jin beşdarî çalakiyan bibin.

Li aliyê din di rapora Saziya Destekdayîna Medyaya Serbixwe ya Efganistanê de, hate diyarkirin ku di sala 2025’an de binpêkirinên li beramberî rojnamevanan de 13 bûyer zêde bûne.

Beriya çend rojan, Wezareta Çand û Enformasyonê ya Talîban fermanek nû ji medyayê re şand. Li gorî vê, hate neçar kirin ku bi taybet mêhvanên ku beşdarî bernameyên siyasî bibin divê erêkirina wezaretê bigrin, berûvajî, wê kar û barên zagonî li ser saziyên medyayê pêkbînin.

Di rêza azadiya çapemeniyê de di rêza 175’an deye

Li gorî rapora rêxistina ‘Rojnamevanên Sînornenas’ Efganistan, di nava 180 welatan de, di rêza azadiya çapemeniyê de di rêza 175’an de cih digre. Ev rewş nîşan dide ku welat bi taybet ji bo rojnamevanên jin bûye yek ji cihên herî bi xeter.

‘Min xwe di girtîgehêde hîs kir’

Ji rojnamevanên serbixwe ku duh beşdarî çalakiya hatî li darxistin bûye Hatira Feyzî, şertên heye wiha anî ziman: “Niha behsa azadiya îfade û çapemeniyê kirin, wek henekê xwe bi van têgînan kirine. Duh dema ez çûm çalakiyê, min xwe di girtîgehê de hîs kir. Em jin vê zextê li mal, kolan û cihê kar her roj dijîn, lê belê qada çalakiyê hê zêdetir giranbû û mirovan di fetisand. Hemû jinên beşdar bûne poşman bûn.”

‘Hewl dan zext û binpêkirinan veşêrin’

Hatira Feyzî, têkildarî axaftinên rayedarên Talîban de wiha got: “Di axaftinên xwe de ayêtên quranê bi karanîn û hewl da zext û binpêkirinên beramberî rojnamevanan veşêrin. Weke ku li Efganistanê ji bo hemû kesan, bi taybet ji bo jinên di xebitin welatek bi ewle û îdeale behs kirin. Min fikirî ku divê ez li wir bim, lê di heman demê de ev cûrên qadan hê zêdetir sûd da ku ruyê rast ê nêzîkatiyên radîkal ên Talîbanê bibînim. Di pêşerojê de ger yek Talîbanê bi parêze, wê bi berteka bi milyonan jinên Efgan ku wek min zext û tundî jiyan kirî re rû birû bimîne.”