Di roja 16’emîn a serhildanê de sûc û komkujiya rêxistinkirî

Îran, di roja 16’emîn a xwepêşandanên li seransera welat de, bi dîmenên tirsnak ên ji morga Kahrazekê belavbûn re ket qonaxeke nû ya tepeserkirina bi xwîn. Qutbûna înternetê, nekarî dengê ku balêdikşînin "komkujiya rêxistinkirî", qut bike.

Navenda Nûçeyan – Dema ku Îran dikeve roja 16’emîn a mezintirîn xwepêşandanên dijî rejîmê, bi dîmenên tirsnak ên ji morgên demkî yên li başûrê Tehran û Kahrazekê belavbûn re, asta tepeserkirina bi xwîn a Komara Îslamî ya li dijî xwepêşanderan, gihîşt astekî nû. Dema ku hikûmetê hikûmet hewl dide ku bi tevahî qutbûna înternetê re dengê gel bitepisîne û raporên heyî balêdikşîne li ser "komkujiya rêxistinkirî".

Karesata li Kehrezek û Reştê: Astên şokdar ên windahiyan

Dîmenên ji Kehrezek û Reştê belavbûn, bi rêzên dirêj û cenazeyên di torbeyên reş de re mirinên komî nîşan didin. Cenazeyan bêyî karûbarên qanûnî an jî tibî hatine veguhastin. Li Kehrezekê tenê di yek hangarê de zêdetirê 400 cenaze hatin dîtin, li gorî Hirkanî herî kêm 70 cenaze birine Nexweşxaneya Poursina ya li Reştê û malbat bi zextek ewlehiyê ya giran re rû bi rû mane.

Di 21’ê Kanûnê de li Beheşt a Zehra, dema ku hinek malbatan cenazeyên xwe wergirtin, dirûşmeyên dijî rejîmê berz kirin û dengên "Ez ê kesên ku xwişk û birayê min kuşt, bikujim” deng vedida. Rûxmê ku televîzyona dewletê dîmenên morgê piştrast kir jî, sûc xist stûyê "terorîstên çêkirî"; lêbelê ev dîmenan li şûna ku gel bitirsînin, ji bo rejîme veguherî belgeyek sûc û di berdewamiya xwepêşandanan de bû hêzek xurt.

Komara Îslamî û orojeya xwînê ya li Rojhilat

Rûxmê bicihkirina hêzên tepeserker û dorpêçkirina bajarên Rojhilat jî, xwepêşandan didomîn. Li Abdananê beşek mezin gel ji nû ve daketin kolanan. Li gorî Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê, Muhafizên Şoreşê li gelek bajaran gule li xwepêşanderan reşandin û li Kirmaşanê nasnameya sê kesên bi guleyan hatin qetilkirin hat piştrast kirin û li bajaran bi komên çekdar û karwanên leşkerî re tirs hate avakirin.

Li gorî Urmiyê, di xwepêşandanên Tehranê de zêdetirê 200 kes jiyana xwe ji dest dan û di nava kesên hatin qetilkirin de kesên ji Selmas, Merîvan, Gîlan-e Xerb, Eyvan-e Xerb, Abdanan û Bukanê hene. Di 8’ê Çileyê de li Tehran û Kirmaşanê şeş kes bi guleyên Muhafizên Şoreşê hatin qetilkirin. Li Makûyê gel careke din derketin kolanan û hêzên tepeserker gelek kes binçavkirin. Di êvara 11’ê Çileyê de Meydana Punke ya li Tehranê, veguherî qadekî sembolîk a berxwedana sivîl a bi hezaran kes beşdarbûn.

Ji bo zexta rast senaryoyên sextê

Dema ku xwepêşandanên li seranserê welat didomîn, saziyên ewlehî û dadweriyê yên Komara Îslamî hewl didin ku daxwazên rewa yên gel bi rêya gef, girtinên girseyî û senaryoyên çêkirî ya li ser televîzyona dewletê bitepisînin. Rejîm armanc dike ku bi weşandina îtîrafên bi darê zorê û bi navkirina xwepêşanderan mîba "terorîst" tirsê biafirîne.

Li Yasucê, dozger ragihand ku her zirara li dijî avahiyên dewletê û leşkerî dê bi 10 sal cezayê girtîgehê bên cezakirin. Reştê, yek ji navendên herî xwînî yên serhildanê ye û rapor nîşan didin ku herî kêm 70 xwepêşander ji alitê hêzên ewlehiyê ve hatin qetilkirin û birin Nexweşxaneya Poursina.

Rayedarên Arak û Isfahanê, li şûna ku bersiva daxwazan bidin, xwepêşandanan bi hesabên zirara darayî sûcdar dikin û li Şîraz û Farsê jî polîsan bi hinceta "hêmanên bêserûberiyê" binçavkirinên berfireh pêkanîn û bajar bi tevahî xistin di bin ewlehiyê de.

Dozgerê Sari ya li bakurê Îranê, li Mazandaranê dest bi tesbîtkirin û girtina "lîderên xwepêşandanan" kir. Hêzên ewlehiyê yên Luristanê jî, zêdetirî 100 alîgirên azadiyê binçavkirin û wan mîna "hemanên hatine firotin" bi nav kirine.

Li Bûşehîr û Xorasana Başûr, rejîmê xwepêşanderan mîna "terorîstên çekdar" îlan kir û televîzyona dewletê jî, bi weşandina bername û îtîrafên çêkirî ya di bin zextê de ya ji Xorasana Başûr re, hewl dide ku serhildanê mîna "komployek biyanî" û "şuştina mejî" nîşan bide.

Tirsa ji hêza gel a li kolanan

Dema ku rejîm dewlemendiya gel ji bo zext û şer xerc dike, hewl dide bi rêya televîzyonê û gotina "terorîzmê" tirsê belav bike. Medyaya dewletê, êdî amûrekî ku rastiyê vedişere û komkujiyan rewa dike. Lê dîsa jî gel li kolanan e û tê dîtin ku serdema tirsandinê bi dawî bûye. Rayedarên dadwerî û ewlehiyê hişk bûn, îdiakirin ku dadgehên taybet bên avakirin û mirin ne sûcên hêzên ewlehiyê ne.

Kedxwariya olê ya ji bo rewakirina sûc

Bangkirina Konseya Koordînasyona Teblîgar Îslamî ya ji bo meşa bi Quranê re, amûrkirina nirxên ku rejîmê bi xwîna gel binpêkiriye ye. Nirxên pîroz, ji bo veşartina lêgerîna mafên gel hatiye bikar anîn û rejîm ne parêzvanê baweriyê, mantiqa DAIŞ’ê ya bi cilên fermî didomîne.

Pergala şer û gefên navneteweyî

Dema ku di Çileya 2026’an de, xwepêşandan mezin dibin, alozî zêde jî zêde dibin. Serokê Meclîsa Îranê, gef li Emerîka û Îsraîlê xwar û xwepêşandan wekî "plana dijminekî derve" bi nav kir. Hinek mudaxeleyên Emerîkî, derfet dan rejîmê ku serhildana gel mîna şerekî bi wekalet nîşan bide û tepeserkirina xwînî mîna "ewlehiya neteweyî" rewa bike. Di encamê de gel di hawîrdorekî ku daxwazên aborî û sivîl veguherî "komployek biyanî" de bi jiyana xwe berdêl dan.

Bertekên Mafên Mirovan û sivîlan

NY’ê û rêxistinên mafên mirovan, tundiya berfireh a li Îranê şermezar kirin, daxwaza bidawîanîna tepeserkirinê, ji nû ve vekirina înternetê û berdana girtiyan kirin. Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê ya li Norwêcê, piştrast kir ku herî kêm 192 xwepêşander hatine qetilkirin û diyar kir ku hejmara rast dikare bigihîje 2 hezar kesan. Dema ku rejîmê bi qutkirina înternet re bajaran veguherine qadekî leşkerî, dîmenên ji Kahrazek belavbûn, “komkujiyek bêdeng" nîşan dide. Rûxmê vê yekê jî, gel paşve gav neavêt û îspat dikin ku xwepêşandan û grev mîna tevgerek berfireh û domdar e.