Di Projeya Mezin a Rojhilata Navîn de Kurd: Gelê ku tunebûnê napejirîne
Gelê Kurd bi salan e bi binpêkirinên ku her dem dubare dibin re rûbirû ne armanca hemû hêzan ew e ku Kurdan ji vê hevsengiya siyasî dûr bixin.
LAVA KURDE
Navenda Nûçeyan– Rojhilata Navîn di serdemek herî tevlîhev a siyasî û ji nû ve dîzaynkirinê de de ye. Hêzên mezin ên cîhanî û herêmî, heremê weke qadeke vekirî ji bo xwe dibînin, li gorî berjewendiyên xwe ji nû ve projeyan çêdikin; bedela van guherînan jî gel didin bi taybetî gelê Kurd.
Binpêkirinên li dijî Kurdan bûyerên ji hev cuda nîn in; perçeyek ji projeya siyasî ya ku hewl dide modela Rêveberiya Xweser a demokratîk ku hemû nasnameyan di nava xwe de dihewîne qels bike, herêmê bigre bin kontrola xwe û kurdan ji ve hevkêşeya siyasî dûr bixe.
Armanc bi van binpêkirina ev e:
*Li Sûriye, Iraq û Tirkiyeyê koçberiya bi darê zorê û guherîna demokrafîk
*Hewldana tunekirina nasname û çandan
*Ji bo astengirina nûnertiya rast a Kurdan hedefgirtina pêşengên siyasî û saziyan
*Çewisandina hebûnên demokratîk ên weke Reveberiya Xweser a Bakur Rojhilatê Sûriyeyê
*Ev polîtîka ne bi sedemên ewlehiyê, amûra hewldaneke sîstematîk a ji bo qelskirina neteweyk ku xwedî projeya siyasî ye
Projeya Mezin a Rojhilata Navîn: Hewldana ji nû xêzkirina sînoran e li herêmê
Têgeha “Rojhilata Navîn a Mezin” weke çarçoveyek siyasî ji bo ji nû ve teşedayîna xizmeta berjewendiyên hêzên mezin derket holê
Proje li ser van bingehan e:
*Dewletên hegemon pergalên hewl didin hêzên biçûktir û yên ku bi hêsanî werin kontrolkirin perçe bikin
*Di navbera hêzên herêmî de ji nû ve parvekirin
*Kontrola çavkaniyên weke petrol, av û riyên stratejik
*Di navbera gelan de gurkirina şer û astengkirina projeyek siyasî
Her çendî proje bi fermî nehatibe îlankirin jî; di peymanên hatine kirin, tifaq û tevgerên leşkerî de pir vekirî xuya dike
Kurd çima di dorpêça bi xeter de ne?
Gelê Kurd di vê hevkêşeyê de tenê “alî” nîn e; mijara esasî ya ku hêzên herêmî û navnetweyî hewl didin bi rêbazên cuda çareser bikin.
Çar sedemên bingehîn en hedefgirtina Kurdan hene
1- Erdnîgarî: Kurdistan, navenda riyên enerjiyê û xetên stratejîk ên derbasbûnê ye; ev yek jî dibe sedem ku bibe hedefa kontrola hemû hêzan.
2- Çavkanî: Herêmên Kurdan, ji aliyê petrol, av û çandiniyê ve dewlemend in; ev yek jî ji aliyê aborî ve rewşa wan krîtîk dike.
3- Projeya siyasî ya demokratîk: Modela xwerêveberî ya li ser bingeha wekheviyê ku li Rojava ava bûye, ji bo rejîmên ku ji her tecrubeya mafên beşdarbûnê zêde dike ditirse rasterast gef e.
4- Hêza civakî: Tevî hewldanên qelskirinê jî; Kurd bi hebûna xwe ya civakî û siyasî nikarin werin înkarkirin û tevî hemû êrîşan hene; ev yek jî ne li gorî kesên ku dixwazin ji nû ve herêmê dizayn bikin e loma Kued dibin hedef.
Di çarçoveya Projeya Mezin a Rojhilata Navîn de ji bo Kurdan çi tê plankirin?
Lêkolînkirina rastiya siyasî van meyldariyan nîşan dide:
*Tevî hêza rastîn a li qadê jî nenaskirina Kurdan ji aliyê siyasî ve
*Çewisandin û astengkirina tecrubeyên demokratîk
*Di navbera hêzên mezin de bazara li ser Kurdan
*Di navbera hêzên hêrîmî de parvekirina kontrola herêmên Kurdan
Armanc bi van polîtîkayan ew e ku pergaleke demokratîk a Kurdan ku li ser pêşeroja herêmê bandorê çêbike were astengkirin.
Tevî vê gelê Kurd xwedî hêzek e û nikare were înkarkirin.
*Kapasîteya xwe ya avakirina saziyên siyasî û îdarî nîşan da
*Tevî dorpêçan jî kapasîteya xwe ya ji bo parastina axa xwe îsbat kir
*Kapasîteya xwe ya avakirina tifaqên navneteweyî yên bi bandor nîşan da
*Tevî hewldanên tunekirinê jî nasnameya xwe parast
Îro meseleya Kurd êdî “mijara kêmaran” nîn e; meseleya gelê ku nûnertiya jiyan, nasname û mafên xwe yên xwezayî dike ye.
Dibe ku Projeya Mezin a Rojhilata Navîn di xêzkirina nexşeyan de bi ser ketibe; lê di tunekirina nasname û şikandina îradeya neteweyek de bi ser neketiye û dê bi ser nekeve. Gelê Kurd tevî hemû zextan jî nîşanî cîhanê da ku ew tenê nabe hedef, dikare xwe biparêze û li herêmê aktorê sereke ye.