Di pêşbirka Rojnamegeriya Jîngehê ya Cezayîrê de 3 jin biser ketin

Sê rojnamevanên jin ku dosyayên meydanî yên kûr û mirov-navendî li ser mijarên jîngehê amade kirin, di Pêşbirka Neteweyî ya Rojnamegeriya Jîngehê ya Cezayîrê de xelat wergirtin.

NECVA RAHÎM

Cezayîr – Di sedsalek ku li çar aliyê dinyayê şer û pevçûn didomin de, bandorên herî xirab li ser jin, xweza û avhewayê çêdibin. Jinên ku li hember van bandorên xirab têdikoşin, berteka xwe bi awayên curbicur nîşan didin. Li Cezayîrê jî, Pêşbirka Rojnamegeriya Jîngehê ya Neteweyî hat lidarxistin. Rojnamevanên jin ên li welêt, bi awayek berbiçav beşdarî pêşbirkê bûn.
Qeyranên avhewayê ne tenê pirsgirêkek jîngehê ne
Pêşbirkê, di mijara têkiliya di navbera guherîna avhewayê û pirsgirêkên zayendî de eleqeyek zêde ya rojnamevanan nîşan da. Di vê çalakiyê de baştirîn xebatên medyayê yên ku mijarên jîngehê ji perspektîfa civakî û mirovî vedibêjin, hatin xelatkirin. Encamên pêşbirkê di 16’ê Sibatê de hatin ragihandin. Di nav xebatên xelatgirtî de, sê rojnamevanên jin bi dosyayên xwe yên meydanî û analîtîk derketin pêş. Van xebatan nîşan dan ku qeyranên avhewayê ne tenê pirsgirêkek jîngehê ne, di heman demê de aliyên civakî û zayendî jî hene.

Dengê cotkarên jin ku bedelên şewatan didin nayê bihîstin

Di kategoriya rojnamegeriya serhêl de, Macîde Zuvîn ji malpera "Kasba Tribune" bi rapora xwe yalêkolînê ya bi navê "Çawa Jinên Cotkar li Cezayîrê Bedelên Şewatan Didin?" pileya yekem bi dest xist. Macîde Zuvîn got ku ji bo zehmetiyên ku jinên gundan pê re rû bi rû dimînin û dengên wan pirî caran nayên bihîstin eşkere bike, ev mijar bijartiye.
Li gorî wê, di dema şewatan de jinên cotkar hem ji aliyê windahiyên darayî û hem jî ji aliyê berpirsyariyên malbatî ve bi duqatîn pirsgirêkan dikşînin. Macîde diyar kir ku nebûna xwedîtiya erdê wan lawaztir dike, ji ber ku ew nikarin ji tezmînat an piştgiriya fermî sûd werbigirin. Macîde ragihand ku di bin van şert û mercan de, barên navmalî û pirsgirêkên civakî jî xirabtir dibin.
Ev rapora li ser qadê û bi baldarî hatiye amadekirin, deng da jinên ku pirî caran nayên dîtin û pirsek bingehîn derxist holê: Dema ku daristan dişewitin, kî bedela herî giran dide?

Guherîna avhewayê bi wêne û deng nîşan dan

Di kategoriyên cuda de Mesude Bekiriye û Şahrazad Veld Azzuz yên ji Kanala Ennahar, bi dosyaya xwe ya nûçeyan a vîdyoyî ya li ser guherîna avhewayê û têkoşîna li dijî wê, pileya yekem bi dest xistin. Dosya bi taybetî li ser bandora şewatên daristanan a li ser cotkarên jin sekinî.
Mesude Bekiriye kêfxweşiya xwe ya ji bo vê serkeftinê anî ziman û destnîşan kir ku amadekirina dosyayê astengiyên wekî sînordarkirina demê û zehmetiya gihîştina pisporan ji bo xurtkirina aliyên zanistî yên mijarê dihewîne. Şehrazad Veld Azzuz xelatê wekî çavkaniyek serbilindiyê bi nav kir û diyar kir ku armanca wan ne tenê vegotina krîzê ye, di heman demê de pêşkêşkirina çareseriyên berbiçav a ji bo têkoşîna li dijî guherîna avhewayê ye jî.

Nirxandinek dijwar li ser bingeha pîvanên pîşeyî

Rojnamevan û endama juriyê Gade Hamroş ji ber ku sekreteryayê mijarên girîng ên cûrbecûr wergirtine, pêvajoya hilbijartinê wekî "pir dijwar" bi nav kir. Li gorî wê, nêzîkî 22 berhem li ser bingeha pîvanên wekî kalîteya naverokê, nêzîkatî, orîjînalîtî û bandora civakî hatin nirxandin. Hamroş da zanîn ku hin lêkolîn bi hilbijartina wêrek a mijar û sernavan derketine pêş û ev agahî dan: “Di nav wan de rapora Macîde Zuvîn û xebata rojnamevanek din a li ser bermayiyên elektronîkî hene. Ev nîşan dide ku eleqeya medyayê bi pirsgirêkên jîngehê re her ku diçe berfirehtir û afirînertir dibe.”