Di panela li Helebê de daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan

Li Helebê ji aliyê Yekîtiya Jinên Ciwan ve panelek hate li dar xistin. Di panelê de beşdervanan diyar kirin ku azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan, ji bo avahiya hemû civakên Rojhilata Navîn gaveke bingehîn e.

Heleb- Yekîtiya Jinên Ciwan a li Helebê, bi dirûşmeya "Em ê bi rêhevaltiya komunal re bi Rêber Apo re bijîn" panelek li dar xist. Jinên ciwan, nûnerên partiyên siyasî, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û kesên serbixwe beşdarî panelê bûn.

Beşdaran, di panelê de nêrînên xwe li ser banga aştiyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û têgihîştina wî ya civaka demokratîk parve kirin. Beşdaran, girêdanbûna xwe ya bi fikir û felsefeya wî anîn ziman û diyar kirin ku mîsogerbûna azadiya wî ya fîzîkî, ji bo aştî û aramiya li herêmê xwedî girîngiyek mezin e.

Endama Meclîsa Jinên Ciwan Zeyneb Abdo, di panelê de persektifên Abdullah Ocalan xwend. Di persektifan de rola jinan a di civakê de, bihêzkirina jinan a di hemû qadên jiyanê de, mîsogerkirina wekheviya jin û mêran û di jiyana civakî de teşwîk kirina parvekirina wekhev û hevpar a di navbera zayendan de hate tekez kirin.

 

‘Fikir û felsefeya Rêber Apo çareserî pêşkêş dike’

Beşdarên di panelê de mafê axaftinê girtin, nêrînên xwe anîn ziman. Endama ciwanan a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Reşa Abdo, destnîşan kir ku azadiya civaka Rojhilata Navîn bi azadiya Abdullah Ocalan ve girêdayî ye. Reşa Abdo, diyar kir ku projeya Neteweya Demokratîk a ji aliye Abdullah Ocalan ve hat pêşkêş kirin, ne tenê pirsgirêka Kurd digre dest, di heman demê de ji bo çareserkirina qeyranên cuda yên li herêmê vîzyonek berfireh avadike.

Beşdarên ku balkişand li ser têgihîştina Abdulah Ocalan a azadî û berpirsiyariya civakî, bangên wî yên ji bo aştiyê û banga wî ya herî dawî ya "Aştî û Civaka Demokratîk", diyar kir ku pêkanîna bangên Abdullah Ocalan a li qadê dê bi xurtkirina hevgirtin û hevkariya civakî ji bo avakirina civakek demokratîk bibe bingehek mezin.

 

‘Azadiya Rêber Apo azadiya gelan mîsoger dike’

Endama Yekîtiya Jinên Ciwan Selda Serur, destnîşan kir ku azadiya Abdullah Ocalan tê wateya azadiya hemû gelan, azadiya fikrî û îradeyî mîsoger dike û astengiyên li pêşiya projeya azadî û demokrasiyê radike. Selda Serur, diyar kir ku Abdullah Ocalan di civakê de cudakariya zayendî nake û nirxek mezin dide jinê.

 

‘Fikir û ramanên Rêber Apo ji bo aştî û aramiyê rolek sereke dilîze’

Endama Mala Jin a Helebê Leyla Îbrahîm, diyar kir ku fikrên Abdullah Ocalan piştgirî dide têgeha civaka komunal û fikir û ramanên Abdulah Ocalan ji bo aştî û aramiyê roleke sereke dilîze. Leyla Îbrahîm, wiha got: "Li Îmraliyê ragirtina Rêber Apo, pêvajoya aştiyê û pêşketina ber bi azadiyê ve asteng dike."

Di dawiya panelê de, beşdaran biryardariya xwe ya ji bo berdewamiya têkoşîna mîsogerkriian azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dubare kirin.