Di operasyonên dîlgirtinê de 30 Filistînî hatin binçavkirin

Li Xezeyê polîtîkaya şopandina komî û girtina li qadan bi awayekî berbiçav zêde dibin. Li bajar û kampên penaberan ên Rojava hêzên Îsraîlê kampanyayeke berfireh a êrîş û lêgerînan pêk anîn û di encamê de 30 Filistînî hatin binçavkirin.

Navenda Nûçeyan – Hêzên Îsraîlê îro di dema kampanyayeke êrîş û lêgerînên leşkerî de ku bajar, bajarok û kampên penaberan hedef girtin, 30 Filistîniyên ku di navbera wan de du jin û rojnamevanek hebûn hatin, binçavkirin.

Ofîsa Ragihandinê bi daxuyaniyek ragihand ku hêzên Îsraîlê li bajarê Cenînê dest bi kampanyayeke berfireh a girtina mirovan kirine û 14 Filistîniyan girtine. Her wiha di dema êrîşa li taxeke ku dikeve rojhilatê bajar de, girtiya berê ya azadkirî Şeyma Ebû Galî dîsa girtine. Di heman demê de li Nablusê, 5 Filistînî ji Kampa El-Eynê ya li rojavayê bajar hatin girtin. Her wiha welatiya bi navê Rebeb Semare di dema êrîşa li Bajarê Kevin de hat girtin. Girtiyekî berê yê azadkirî jî piştî êrîşa li mala xwe hat girtin.

Ofîsa Ragihandina Girtiyan diyar kir ku zêdebûna kampanyayên êrîş û girtina mirovan li bajaran nîşan dide ku polîtîkaya şopandina komî ya li dijî Filistîniyan berdewam dike. Her wiha, rojnamevan, kesayetên civakî û jin tên hedefgirtin û mafên gelê Filistînî bi awayekî domdar tên binpêkirin.

Ofîsê destnîşan kir ku hêzên Îsraîlê di dema êrîşên li bajaran de hejmareke mezin Filistîniyan girtine.