Di Newroza Kobanê de rihê berxwedaniya ciwanan derket pêş

Li Kobanê agirê Newrozê bi rih û coşa ciwanan hîn bi geştir bû. Jinên ciwan yên ku başdarî Newrozê bûne gotin: “Emê pêşengtiya pêvajoya azadî û demokrasiyê bikin û mîrateya Kawayê Hêsînkar zind bi hêlin.”

Kobanê – Agirê Newrozê li Kobanê bi diruşmeya “Bi rihê yekîtiya netewî em agirê Newrozê geş bikin” ji hêla hezaran kesî ve hate pêxistin. Xelkê Kobanê Newroza îsal bi rihê berxwedan, têkoşîn û hevgirtinê pêşwazî kir. Ruxmê ewqasî êriş, dorpêçan jî gelê Kobanê bi rihê Newrozê daketin qada Newrozê.

 Bi taybetî jî di qada Newroza Kobanê de coş, heycan û biryardariya rihê ciwanan bi taybetî jî jinên ciwan hêjayî dîtinê bû. Jinên ciwan ji ajansa me re hest û ramanên xwe yên di derheqê Newrozê de anîn ser ziman.   

‘Em ji qadên Newrozê dengê xwe bilind dikin’

Şêrîn Ararat dibêje ji bo me wateya Newrozê serhildane. Şêrîn dibêje: “Kawayê Hêsinkar Kurde kê ku li hember zordariya Deheqan agirê serkeftinê bilind kir û bi xwe re hemû gelên bindest jî rizgarkir. Ev roja ku weke cejina vejînê ango 21’ê Adarê tê nasîn ji bo me Kurdan ji roja şahiyê zêdetir, roja serhildan û berxwedana ji bo misogeriya azadiyê ye.”

Şêrîn da diyarkirin ku Newroza 2026’an bersiva li dijî pêvajoya ku pêşket e û got: “Îro her kes bi rihê serhildanê tevlî Newroza Kobanê bûne ku li gel hev agirê serkeftinê geş dikin. Bi taybet ku îsal pêvajoyeke gelek cuda li Rojavayê Kurdistanê hat jiyankirin, em jî Newroza îsal weke bersiva li dijî hemû geşedanên ku pêk hatin digirin dest.”

‘Emê ciwan rihê Kawayê Hesinkar temsîl bikin’

Şêrîn Ararat di dawiya gotinên xwe de dibêje weke ciwan emê di her qadê jiyanê de temsîla rihê Kawayê Hesinkar bikin û bi van gotinan dawî li axivtinên xwa anî: “Bi taybet weke jinên ciwan jî tevlîbûna me ya Newrozê hîn bi watetir e. Em di vê têkoşîna xwe de rihê Kawayê Hêsinkar û kawayên hemdem temsîl dikin, lewra jî li gel geşkirina agir em careke din soza xwe nû dikin. Em tu caran nehêlin ku agirê me vemire, wê agirê Newrozê li her qadê, çiya û kolanên me geş be û emê Newroza îsal jî veguherînin roja azadî û demokrasiyê.”

‘Emê mîrateya agirê Newrozê zindî bihêlin’

Hêvîn Ibrahîm jî Newroza sala 2026’an li tevahî jinên ciwan pîroz kir wiha got: “Em Newroza 2026’an li Rêber Apo û hemû cangorî û têkoşervanên doza azadiyê pîroz dikin û em di wê hêviyê de ne ku wê îsal ji bo Kurdan bibe sala serkeftin û azadiyê. Îsal li tevahî Kurdistanê û bi taybet li Rojavayê Kurdistanê coşa Newrozê cudatir e, em bi rihê serkeftin û azadiyê Newrozê pêşwazî dikin û bi vê rihê di herikin qadan.”  

Hêvîn Ibrahîm diyar kir ku wê jinên ciwan mîrateya serhildana agir zindî bihêlin. Hêvîn bi vê awayî gotinên xwe dawî dike: “Yê ku di vê pêvajoyê de pêşengiyê ji gelê Kurd re û têkoşîna misogeriya azadiya gelê Kurd bike, em ciwan in. Lewra jî heta dawiyê emê sozên xwe pêk bînin û şoreşa xwe bi agirê Newrozê geş bikin û bighînin serkeftinê. Ji qada Newrozê a Kobanê em vê soza xwe nû dikin ku emê mîrateya Kawayê Hêsinkar berdewam bikin.”