‘Di navbera nan û azadiyê de neçarî hilbijartinê dikin’
Bi Biryarnameya 54 a der barê pergalên ragihandinê yên li Tûnisê de gelek parêzvanên mafan hatin girtin. Rojnamevan Amîra Mohamed diyar kir ku ev biryarname azadiyan sînordar dike û got: “Di navbera nan û azadiyê de neçarî hilbijartinê dikin.”
ZOUHOUR MECHERGUI
Tûnis - Li Tûnisê her ku roj bi roj azadiya çapemenî û îfadeyê paşde diçe, bi qanûnên ku nû hatine derxistin hewl tê dayîn ku were tepisandin. Pêşnûmeya ku wê xebatên çapemenî û komeleyan bisînor bike û bitepisîne, di Cotmeha 2023’an de ji aliyê 10 parlamenteran ve hat pêşkêşkirin, di Komîsyona Meclisê re derbaz bû û di Çileya 2024’an da ket meriyetê.
Piştî biryarnameya jimare 54 ku di çarçoveya têkoşîna li dijî sûcên têkildarî sîstemên agahî û ragihandinê de hat dayîn, gelek parêzvanên maf û rojnamevan ji ber rexneyên xwe yên li ser medyaya dîjîtal li hikûmetê, hatin girtin. Hikûmet dibêje ku bi vê biryarnameyê armanca wan ew e ku karê komeleyan birêkûpêk bike û rewşa wan a malî bişopîne, îdia dike rêxistinên sivîl û komeleyan bi hin welatan re hevkariyê dikin û wan bi sîxuriyê tawanbar dike. Li gel ku ev qanûn li ser komeleyan rayeya bêsînor dide hikûmetê, parêzvanên mafan bal dikişînin ser wê yekê ku divê zagona jimare 115 a ku di sala 2011’an de hat derxistin ku li kêleka azadiya çapemenî û îfadekirinê, mafê rêxistinkirin û damezrandina denekan jî dide, bê pêkanîn.
Endama Sendîkaya Rojnamevanên Tûnisê Amîra Mohamed, têkildarî mijarê nirxandin kir.
‘Biryarnameya 54’an desthilatdariyê pîroz dike’
Rojnamevan Amîra Mohamed diyar kir ku Biryarnameya jimare 54’an karê wan sînordar dike û divê ev biryar ji holê bê rakirin û ev yek bi awayekî girîng azadiya îfade û çapemeniyê asteng dike. Amîra Mohamed axaftina xwe wiha domand:
“Der barê rojnamevanan de bi hinceta ku nûçeyên derew ragihandine doz hat vekirin lê eleqeya van dozan ne bi vê yekê, bi biryarnameyê re heye. Zagona jimare 115 ku sektora çapemeniyê bi rêkûpêk dike, li dijî nûçeyên derew, gotegot û bêbextiyê têdikoşe. Divê bi Zagona Jimare 115 bên darizandin. Lê wisa pêk nayê. Biryarnameya 54’an pîroziyê li desthilatdariyê dike. Ji ber vê yekê, her kesê ku biwêre rexneyê bike, xwe bi cezayê deh sal girtîgehê û cezayê pere yê mezin dibîne. Îro em behsa girtina zêdetirî 40 rojnamevanan dikin ku rastî îşkenceyê hatin û sewqî edliyeyê hatin kirin, dikin. Em ê wan kesên ku di jêrzemîna Wezareta Karên Hindir de di dema rejîma Serokkomar Zeynel Abidîn Bin Alî de hatine îşkencekirin ji bîr nekin û îro em her axaftinek li ser îşkencekirina her welatiyekî Tûnisî red dikin, ku meyla wan a siyasî çi dibe bila bibe. Divê ev rewş ji aliyê hikûmetê ve bi biryardarî bê destgirtin. Divê hikûmet guh bide nêrînên cuda û tacîz û îşkenceya li ser rojnamevanan bigre dest. Girîng e parastina azadiya îfadeyê bike, ku destkefta herî girîng a şoreşê ye.”
Amîra Mohamed anî ziman ku krîza aborî roj bi roj zêde dibe û wiha got: “Em naxwazin vegerin ser rejîmên berê.”
Her wiha bi bîr xist ku dirûşma serhildanên 2011’an “Kar, azadî û rûmet” bû. Amîra Mohamed anî ziman ku rojnamevanan di navbera nan û azadiyê de neçarî hilbijartinê dikin û destnîşan kir ku ew vê rewşê red dikin.
Naveroka Biryarnameya jimare 54
Naveroka Biryarnameya jimara 54’an wiha ye; “Ji bo her kesê ku bi zanebûn tor û pergalên agahdarî û ragihandinê bi kar tîne da ku nûçe, dane, gotegot an belgeyên derewîn ên çêkirî, derewîn an binavkirî, bi mebesta binpêkirina mafên kesên din an zererê bide ewlehiya giştî an neteweyî, hilberandin, teşwîqkirin, weşandin, şandin an amade dike parastin, cezayê 5 sal zîndan û heta 50.000 dînar cezayê pereyan tê birîn.” Parêzvanên mafan îdia dikin ku ji ber ku biryarname ji şîrovekirinê re vekirî ye, ji bo pêkanînên kêfî yên dadger û hikûmetê bingeh peyda dike.